RTE: Kurd dikarin bibin her tişt!
İkram Oguz
Serokkomarê Tirk dibêje li Tirkîyê êdî pirsgireka Kurdî nemaye!.
RTE, li bajarê Balikkesîrê bang li Kurdan dike û dibêje; „Birayê min çîyê te kêm e. Li vî welatî ji we Serokkomar derket. Ji we Serokwezîr û wezîr derket. Hun bûn rêvebirên dewletê, we di nav refên artêşa dewletê da cîh girt.
Êdî hûn çi dixwazîn?
Çîyê we kêm e?“
Ev gotin û nêrînên RTE, jibo me gotin û nêrînên bîyanî nînin.
Ev gotin û nêrînên hemû rêvebirên dewleta Tirk in.
Me van gotinên RTE bi salan ji pêşawerên wî bihîstin, îro jî em jî wî dibhîsin. Ew, tenê van gotinên çewt û qirêj careke din, bi neyartî dubare dike.
Mixabin, îro piranîya Kurdên Bakur, wek RTE nefikirin û xwedî nîyetke cûdabin jî, ew jî, îro bi daxwaz û kirinên xwe van gotinên RTE yên çewt û qirêj bi awayekî dipesinînin.
Ji destpêka damezrandina Komara Tirk heta dawîya sedsala borî, hebûna gelê Kurd dihate înkarkirin, îro jî pirsgireka wan tê înkarkirin…
Di pêvajoya înkarkirinê da hêz û partîyên Kurd yên binerd, daw û doza Kurdistaneke serbixwe dikirin û jibo wê yekê, li dijberî dewleta dagirker derdiketin, îro jî jibo demokratîzekirina Komara Tirk hewl didin xwe û bi dil û can dixebitin…
Dewleta Tirk dev ji înkarkirinê berda, hêz û partîyên Kurd jî daxwazên xwe yên jibo Kurdistaneke serbixwe terikandin…
Dewleta Tirk gavek pêşta avêt, hêz û partîyên Kurd jî du gav şûnda çûn…
Sedem vê yekê ye ku mirov dikare bêje, gotin û nêrînên RTE çiqas çewt û qirêjbin jî, pirranîya Kurdên Bakûr van gotinan heq dikin.
RTE bi van gotinên xwe berê Kurdên Bakûr tarîf dike, dû ra jî gor wê tarîfê jî dibêje; „Pirsgirêka Kurdî nema ye!“
Dema ku mirov îro li rewşa Kurdên Bakûr û daxwazên wan binêre, bi rastî mirov dikare bêje, di gotinên RTE yên çewt û qirêj da tespîteke rast jî he ye!
RTE „yekyekên“ xwe li pêy hev tîne ziman, Kurdên olperest li çepikan dixin û di rêça wî da diçin.
Kurdên lîberal jibo berjewendîyên xwe yên şexsî, li ber gotin û kirinên wî histûyê xwe xwar dikin û dest girê didin.
Kurdên xwedî hêz û dijberên wî jî, sedem fikrên xwe yên çep û li ser navê biratîya gelan bi awayekî din, ji „yekyekên“ RTE ra rêzdarîya xwe nîşan didin.
Pranîya Kurdên Bakur ji Tirkan zêdetir li zmanê Tirkî xwedî derdikevin, bi Tirkî diaxifin, dinivîsînin û dixwînin.
Wek Tirkan radibin û rûdinên, dixwin û vedixwin…
Xwe bi Tirkan ra wek xwîşk û bira dibînin…
Ne ku tenê li Bakur, li çarnikalê Kurdistanê jî li dijberî damezrandina dewleteke Kurd derdikevin, heta fikra dewletbûnê jî gune dibînin û jê dûr dikevin.
Dema ku RTE rabe û gor rewşa wan pirsgirêkê tarîf bike, wê gavê jî diqahirin.
RTE dibêje, Kurdên ku wek min li dijberî hîmê dewletê dernakevin, heta îro bûn Serokkomar, Serokwezir û wezir, iro jî dikarin bibin rêvebirên dewletê, serokê mît û îtê…
Sedem vê yekê ye ku gotinên RTE çiqas çewt û qirêj bin jî, di van gotinên wî da rastiyek jî he ye…
Rasti jî ev e; Kurdên ku li ziman û çanda xwe xwedî dernekevin û li ser axa bav û kalên xwe daxwaza damezrandina dewleteke serbixwe nekin, ew di nav komara dagirker da dikarin bibin her tişt…
Lê tenê nikarin Kurd bimînin!..
Dema ku bibin Tirk, wê gavê jî ne pirs dimîne, ne jî pirsgirêk…[1]