Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,064
Wêne
  123,206
Pirtûk PDF
  22,020
Faylên peywendîdar
  124,344
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Rola me Kurdan di qeliskirin û helandina netewa me de
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rola me Kurdan di qeliskirin û helandina netewa me de
Rola me Kurdan di qeliskirin û helandina netewa me de
Rola me Kurdan di qeliskirin û helandina netewa me de.
#Biradostê Mîtanî#
=KTML_Bold=Pêşgotin=KTML_End=
Ji xwe dijberên me gelê Kurd bi siyaset û kiryarên xwe yên nejadperest û dijwar ta radeyeke bilind em di kesayeta me ya netewî û çanda me ya Kurdî de helandine .
Lê gelek caran beşek ji me Kurdan jî bûne arîkar bi wê siyasetê re ,weke bav û kalên me gotine :Diz û xwediyê malê bûne heval,ga di kulekê re dizîn û bi destên xwe me bihemdî û yan bêhemdî kurdiyeta xwe ta asteyek dilêş helandiye û li gor ku weke îro doza Kurdî pêş dikeve jî, lê hêjî gelek ji me dibin sedemên helandina me ya netewî .
Mînakin
=KTML_Bold=-Dewleta Sasanî ya Kurd 226 — 651z=KTML_End=
Li gor ku dewleta Sasanî Kurd bû ,lê ew li gor dihat xwestin li taybetmendiya kurdiyeta xwe xwedî nederdiket bi fermî di ziman û çanda dewletê de, di navbera yên Kurdî û yên pêkhatên din de û bi şêweyekî xweşik pêk neanî,ji ber ku bi nivîsandina Pêlewanî ya ku hevbeş di navbera me û Ariyan de bû , lewra Kurdiyet bi xwertî nexiste wî zimanî de û bi rêxistinî û fermî nasnameyeke Kurdî nedane wan tîpan û wilo bi ola Zerdeştî re jî pêk tanîn . Lewra bû hesan ji dijminên me re ku ji layê siyaseta xwe ya qirêj ve wê dewletê û çanda wê nexin dewletek kurdî . Ji xwe ew ji egerên wan ên nejadperestî ne û mixabin ta îro jî bi biran ji Kurdên me wê dewleta Sasanî ya Kurdî dikin Farisî û em pir xemgîn in ku ta niha rastiya wê Kurdiyetê gelekan ji Kurdan ,ne xasim rewşenbîr û siyasetmedaran nas nekiriye
=KTML_Bold=-Dewleta Sefewî ya Kurdî 1501 — 1736z=KTML_End=
Ew jî Kurd in û ji ber ku ji aliyekî ve, gelekî xwe bi olê ve girêdan û bûne rêola Şî'î û ji aliyekî din ve ji ber bercewendiyên xwe yên desthilatdariyê ,gelek netew di rêvebiriya dewletê de qayil kirin û guh nedane kesayeta xwe ya netewî Kurdî ,ev netew -Heke em nebêjin heliha - Lê pir lewaz bû ,ta radeyekê gelekî li ber me dîroknasên Kurd biwe zehmet ku em kurdiyeta wê şikere dikin û bisepînin. Ta bi beşek ji kurdên me jî qayil nabe .
=KTML_Bold=-Dewleta Eyûbî ya Kurdî=KTML_End=
Çi qas vê dewletê guh dida kurdiyetê jî di rêvebiriya xwe de û gelek Kurd dikirin serokê bajar û eyaletan jî ,lê ji sedema girêdana wê bi çand û zimanê mislmanî yên ku ji netewa Ereb bûn û ji ber ku dewlet pir fereh dibû ji dervî xaka Kurdistanê, Kesayeta Kurdî pir qelis dibû .Ew ji sedema ku rêvebirên wê li çand û zimanê xwe yên Kurdî pir kêm xwedî derdiketin.
=KTML_Bold=-Dewleta Zindî ya Kurdî 1750- 1794z=KTML_End=
Çi qas ew dewlet xwert û şehristanî jî bû ,lê ew jî ji ber ku ji rêola Şî'î bû û bi fermî guh nedida çand û nivîs û zimanê Kurdî ,kesayeta Kurdî qelis dibû tê de.û wilo gelek dewlet û mîreşînên Kurd ên bi dehan hebûn ,bi wê qelisbûnê û ji wan kêmtir di kesayeta netewî de ya Hemdanî li Helebê û ya malbata Sêva û Me'nî û Canpolatî li Libnanê û wilo ya Mihemed Elî paşa li Misrê.
=KTML_Bold=-Birayên me yên Êzdî=KTML_End=
Li gorî reseneya wan a netewî Kurdî ,lê ji sedema girêdana wan a olî henek ji wan-Nexasim piştî ku hijmara mezin ji Kurdan ji Êzdiyetê kete Misirmantiyê de û gelekan ji wan helwesteke xirab ji wan girtin- Henek ji wan xelkên me yên Êzdî dibêjin em ne Kurd in.Lê ziman ,çand ,dîrok û kevnetora Kurdî ya resen bi zengînî hê li cem wan e
=KTML_Bold=-Misirmantî=KTML_End=
Ji sedema girêdana beşê mezin ji gelê Kurd bi misirmantiyê ve ,raman,limêj ,bîrdozî,Qurana pîroz ,dîrok ,şîret ,hest û lavijên xwe kirine bi Erebî ,çand û kesayeta Kurdî gekekî li cem beşekî ji wan lewaz bûne û mixabin henek ji wan ji kurdiyetê dûr ketine û bûne sedema lewaziya doza Kurdî jî û gelek ji wan di kiryarên xwe de bi navê misirmantiyê pişta dagirkeran dijî tevgerên kurdperwerî digirin ,wilo ji cil û berg û çand û hişmnendiya Kurdî jî dûr dikevin û rêxistinên ji çanda Kurdî dûr wan ber bi çanda biyanî ve bi rêxistinî dibin .
Hezar carî mixabin li Bakurê Kurdistanê bi melyonan e û li Başûr û deverine din jî bi xwertî belav dibin ,nexasim wilo li jina Kurdî dikin bi navê dismal û kirasên misilmantiyê ,yên biyanî û ne ji temtêla jina Kurd in . Heke mehne û hinceta wan star û nuxmandina laş û porê be , em zanin ku dismala Kurdî ya spî û kiras û xiftanên Kurdî yên herî şayist û bi hişmet û lihevhatî ne.Lê armancên wan siyasî netewî nejadperestî ne û ji olê û Xwedê bi xwe jî dûr in . Ew guhrîna demugrafî û tunekirina çand û hest û kesayeta Kurdî pêk tînin ,yanî rengeke ji qirkirina gelê Kurd û ta radeyeke mezin û metrisîn bi ser ketine û bi destên peywerên wan ji Kurdan bi xwe , di nav gelê me de ,yên ku rêxistin ava kirine û karîne ku bi melyonan Kurd ,hezar carî mixabin bixapînin.
-Henek Kurdên me di Xurustiyaniyê û cihûtiyê de jî helihane.
-Mandelekirina henekan ji koka xwe ya Kurdî re
Mixabin gelek serokeşîr,rewşenbîr ,siyasetmdar û şêxan xwe dikirin Ereb,Tirk û faris û wilo bercewendîperestên bi rêjîmên dagirkeran re jî xwe nakin Kurd û hijmarekê ji wan ,nexasim ê di desthiladariya dagirkeran de ,bi wan re ko_mkujiyan dijî miletê xwe yê Kurd pêk tînin û li kurdîtiya xwe mukur nayên û wilo henek rewşenbîr û nivîskar û şanoger jî gelek hene -Li gor nirxê me ji libên ku xwe dikin Kurd re-.
-Wilo bîrdoziyên biyanî jî
Wan em Kurd di hebûn û kurdiyeta me de ,pir êşandine û em lewaz kirine ,ji ber gelek Kurd bi dehên salan ji kurdiyeta xwe dûr ketin û bi siyasetên biyanî ve hatin girêdan û ji êş û azarê kurdî re nekirin ,bi ramanên dûr ji kesayeta Kurdî ve hatin girêdan û ziman û axaftin û hişmendiya Kurdî paşguh kirin û mixabin henek ji wan dibûne arîkar û hêjî dibin arîkar bi xwertkirina rêjîmên ku kurdiyetê tune dikin jî . Ji wan Komonîstê jî beşek ji gelê me yê Kurd ji kesayeta netewî û xebata di ber de ,bi navê mirovahiyê dûr kirin û berên wan dan tekoşîna bi arman û babetên biyanî ,yên ne ji kurdiyetê û ta îro jî bermayên wê xebat û çandê hene.
-Gelek ji me ,ji ber ku çanda dijm_inên me bandora xirab li wan kiriye, ji rastiya dîrok û ziman û hêza me ya netewî çandî bawer nakin.
- Gelek ji me negirêdayî ne bi çanda xwe ve.
Em navên biyanî li xwe dikin bi zehfî.Bi kêmayî li çand û ragihandina Kurdî guhdar dikin .Dibe ku sûncên siyasetperestiyê jî be.Em xwendina bi kurdî kêm dixwînin û jê direvin ,bi mehneya ku xwendina wê girane . Ta niha gelek ji Kurdan hijmaran ne bi Kurdî dinivîsin û dibêjin û wilo jî tîp ne bi Kurdî ne.
-Em li berhem û pirtûkên xwe yên pêlewanî yên ku resen in xwedî nederketin.
Gelê Kurd di dema Mîdiyan ,Sasaniyan ,Sefewiyan û zindiyan û yên din de bi tîpên Kurdî Evustayî û bûne Pêlewanî û Masîsoratî, dinivîsandin û ta îro birayên me yên Soranî bi wan tîpên Kurdî dinivîsînin û bi dehan pirtûkên wan bi wî zimanî û wilo çanda zengîn jî hene. Lê mixabin niha em pey wan nakevin û lêkolîn nakin û me hiştine ji xelkê re. Me tenê ji dema tîpên latînî yê seydayê Cekadet ve beriya (90) salekî ji xwe re kiriye dîroka tîpan û nivîsên bi wan tîpan ji xwe re dikin nivîsandin û pirtûk û me de ji ya 3000 sal bihtir berda ye. Bi wê yekê me xwe ji bingiha xwe ya resen di netewiya xwe de dûr kir û qut kir ,lewra bû sedemek ji yên qelisbûn û lewaziya mebya netewî re ,ta asteyekê yên ku dixwazin me tune bikin ,dibêjin dîroka Kurdî nîn e û dîroka tîpên we (90) sal tenê ye û hûn Kurd ne yek in ,ji ber ku hûn bi du cûreyên tîpan dinivîsin.
-Em azad jî dibin lê hê ji çanda xwe direvin
Li Rojavayê Kudistanê ,Rojava tev rizgar bûbû û perwerdeya bi zimanê Kurdî ji refê yekê seretayî ta zanîngihê ye û wilo li Efrînê jî bû ,lê beşek ji Kurdan bû hevalbendên dagirkeran ta Efrîn,Serê kaniyê û Girê spî hatin dagirkirin û li wan deran çand ,ziman û kesayeta Kurdî qir bûn û ev (5) sal in ji wilo bûbelat tên serê Kurdan bi taybet li Efrînê. Li deverên din ên azad ji Rojava ,çanda Kurdî azad e û perwerdeya kurdî di dibistanan de li dar e ,lê mixabin beşek ji Kurdan dijî wê ye û dijî wê derketin xwepêşandanan û henek ji wan zarwên xwe dibin dibistanên rêjîmê yên ku zimanê Kurdî di wan de tune ye û qedexe ye jî. Beşek ji wan dibin kenîştên birayên me yê xiristiyan ji ber ku rêbazên rêjîmê ne . Ya di cihê matê de ew e ku zarwên şêx û melan jî di wan kenîştan de perwerde dibin. Henek ji wan çûne ta Şamê û ta yên ji Rojava li Başûrê Kurdistanê koçber jî bi koman ji wan dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî derketin û mehneyên wan Kurdan pir in,mîna asta zaniyarî û nevenasîn ji zimanê Kurdî re nîn e. Lê bi rastiya xwe ew helwest ji helandina hestên netewî ne.
-Koçberiya ji welêt a biwî metirsîn li ser hebûna me, ya li ser xaka me ,biwe sedemek mezin ji kêmbûn û helandina me û dihêle ku guherîna demugrafî li ser deverên me bihsanî pêk were.
Ew sûnc bihtir sûncê tevgera Kurd e ,ya ku ji aliyekî ve gelek berpirsiyarên siyasetmedar û rewşenbîr beriya milet revîn û ji aliyekî din ve ,tevgera Kurdî pirojeyek hevbeş bi hev re ji bo lêxwedîderketina xak û dozê nedanî û ya xirabtir ew e ku beşek ji wan kete çeperên di_jminan fe û dijî vê azadî û berxwedêrên me yên mîna YPJ û YPG yên pîroz.
-Li gor ku Rêvebiriya Xweser gavin pîroz di xizmeta kesayeta Kurdî de wek çand ,netew û zimanê Kurdî de avêtiye ,lê mixabin lêxwedîderketina wê ne li gor erkê wê ye.
Gelek karmend û saziyên wê bihtir bi zimanê Erebî dinivîsin û gelek caran zimanê kurdî tê paşguhkirin.
,lewra hê Rêveberiya xweser ne li gor erkê xwe yê ku jê tê xwestin. Di aliyê zimanê Kurdî de di kêmahiyê de ye.
=KTML_Bold=Bi dawî:=KTML_End=
Li gor wan kêmayîyan jî ,em Kurd di dîrokê de û hê niha jî bi hêz in di şehristaniyê de û xwert in .
Rola me di pêşxistina civaka me de û di avakirina welatên herêmê de pir balkêş e. Ji me pir kesayetên zane ,afrêner û nûderîner di hemû cureyên çandê û siyasetê de hene û ta radeyeke bilind , bi saya rola me ev welatên mîna Sûrî,Iraqê, Tirkiyê û Îranê ava bûne û hene jî. Lê mixabin ne li gor taybetmendiya kesayeta me ya netewî Kurdî ye . Ji ber ku îro em (100) melyon Kurd hene û yên xurû (70) melyon Kurd hene û em mane bêwelat. Lê hêviyên me çêdibin ku doza me pêş dikeve û azadî pêk tê.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,621 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Gotarên Girêdayî: 52
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 28-03-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 16-06-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 22-06-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 21-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,621 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.437 çirke!