Xwendina Romana EVÎNA BÊ VEGER
Beriya em behse naveroka romanê bikin, divê destpêkê em behse romanivîsa jin, Yezda Havîn bikin. Bi rastî di nava gelê kurd bi taybet de romanivîsên jin pir kêm in, lê belê, niha bila gelê kurd şareza be, bi derketina fikir û felsefeya azad, pênûsa jina kurd jî dest bi berxwedaniyê kir. Yek ji wan jinan Yezda Havîn e, bi pênûsa xwe ya azad ev roman ji bo bûyer, azer î, êşa jina kurd û ji bo dîroka gelê kurd cardin neyê sexte kirin, ev roman nivîsandîye. Hezar û du hezar sal biçin jî dê ev roman di dîrokê de her zindî bimîne.
-Aniha jî em bi awayekî gelemperî behse naveroka romanê bikin: Pirtûk ji 320 rûpelan pêk tê, di sala 2017’an de di weşanxaneya Şilêr ya Qamişlo de hatiye çapkirin. Nivîskara vê romanê Yazda Havîn e.
Pirtûka Evîna bê veger, romanek ku gelê kurd li rastiya wan, zilim, zor, işkence, dagirkirin û tunebûna wan radixe ber çavan. Di rêya nemir Pale û Berfînê hem berxwedaniya kurdên welatparêz û hem jî kurdên ku her tim kurdeyîtiya xwe difirot in, romanê dihun e. Roman ji gelek beşan pêk tê, du lehengên romanê yên sereke hene, ku roman her tim derdora wan re dizîvire, ew her du leheng jî Pale û Berfîn in. Ji bilî her du lehengan bi dehan lehengên romanê hene yên herî sereke ev in: Xensê, Selîm, Sêvê, Hecî, Hemdiye, Yûsif, Rêheval Azad, Delîl û Rûken hwd.. Roman bi awayekî nûjen û bi zimanekî sivik yanî hêsan hatiye hunandin. Ez wek xwendevan dema min ev roman xwend, min pir baş jê fam dikir û tiştê herî ku bala min dikişand, ev roman te li heqîqeta te vedigerîne, her peyv û hevoka ku hatiye ristin heqîqetekê vedibêje. Lê belê, nivîskar beriya ku derbasî naveroka sereke bibe, behse dîroka gundê wan dike, roman bi dîroka Gundê Sîtê dest pê dike. Em ê bi kurtasî vebêjin.
-Gundê Sîtê: Bi navçeya Midyadê ya bajarê Mêrdînê ve girêdayî ye. Mêrdîn bajarekî kevnar û mozayîk e, qonaxa hêlîna kelha dîroka ol, bawer î û ji şêniyên pêkhateyên kurd, Suryanî, Xiristiyan, Êzîdî, Ereb, Aşûrî û hwd pêk tê. Midyad navçeya wê ya reng û cewhera çanda resen diparêz e. Herî zêde jî Midyad bi zîvê sifir, zîvê bafûn, zîvê kirom û zîvê taximê jinan tê danasîn. Midyad bêhna xwe ji çiyayê Bagokê, ava xwe ji ava Spî û Reş digire. Dermanê ruh ji qedîma keştiya Nûh, bereketa Mezopotamya zêrîn, cêwîka Dijle û Firatê digire. Gundê Sîtê şeş km. dûrî Midyadê ye, çawa Mîdyad dilê Mêrdînê ye, Sîtê jî dilê Mîdyadê ye. Ji rêya Mîdyadê heta Sîtê bayê bêhna gul û çîçekan mîna biska hecê bi ser mirov de difûre, mirov ji ser hiş dixe, mest dike.(…)15
-Zayîna Ehmed (Pale): Xensê û Selîmo piştî pênc keçan dixwestin, lawekî wan jî çêbibe. Xensê ducanî bû, dema zarok hat dinyayê mirî bû, êdî her kesî hêviya xwe ji lawik nehîştibû û her kes di xemgîniya wî de bûn. Zarok şûştin xistin nav buxçika ku jê re diyar kiribûn. Xensê hîn bi ser xwe ve nehatibû, mehdê hemûyan wek jehrê bû, hem Xensê ji mirinê filitî bû û hem jî xeyalên wê yên lawikekî bi ser avê de çûbûn. Negiha mirada xwe. Piştî agahî dan apê Selîmo û hîna ne di baweriya vê yekê de bûn. Ji nişka ve yekser, dengê girî ji pitikê derket. Dibêjin ev dengê pitikên nû ku ji zikê dayika xwe derketine û hatine dinyayê. Wî jî ji bo ku ev deng dereng derxistibû, pir xurt û tûj derdixist. Hema pev gotin qey deng ji derve tê. Lê dengê girî nesekinî, ji tirsan re veciniqîn. Te yê bigota qey mirî şiyar bû. Ehmed ji nû ve ji dayîk bû.(…)22
-Zayîna Berfê: Piştî Ehmed bi heşt mehan-salekê, Sêvê jî welidî bû, keçek jê re çêbibû. Bavê wê Hecî navê dayika xwe Berfê an ku navê pîrika wê lê kiribû. Xeyal û hêviyên Sêvê yê lawekî li ber avê çûbûn. Bi çêbûna Ehmed dilê xwe bi lawekî xweş kiribû, hevpara duayên rê û rêwiyên ziyaretên hevalbendiya Xensê bû. Lê dîsa jî digot qedera xwedê ye, ji razîbûna qedera xwe pêve ma wê baweriya xwe bi çi bianiya!(...)34
-Em ê niha jî behse jiyana Ehmed, Berfê û Gerîla bikin. Berfê di mal de gerlîa nas kirin, ew malbatek ji dil de welatparêz bûn. Ehmed jî di çûkaniya xwe de şivan bû, wî li ber pez Gerîla nas kirin. Dema ku gerîla nas kirin hizirandin û tevgerên wan hêdî hêdî dihat guhertin. Çavên wan li rêya rîzgarkirinê bûn û dîtin. Rêheval Azad û Delîl hêviya wan a azadiyê vejîn dikirin. Ehmed û bavê Berfê Hecî bi awayekî veşartî alîkariya hevalan dikirin, pir caran ji bo Ehmed soza hevalan pêkbîne Berfê aciz dikir. Lê wî ne dikarî dest ji hevalan berde û ne jî dikarî dest ji Berfê berde. Bi taybet piştî bûyera kur apê wê Yûsif(…)59 Her ku dem diçû hem têkiliya Ehmed bi Gerîlayan re xurt dibû û hem jî evîna wî di aliyê Berfê de xurt dibû.
-Yûsif jî her li pey Berfê bû, bi darê zorê dê ew bixwasta. Berfê êdî ji bilî revê tu çareyê li pêş xwe nabîne, ji ber nema dikarin zihniyeta ku dewletê di nava civakê de çandî bipejirîn in. Ji bo vê ew û Ehmed biryara revê didin(…)108 Ehmed û Berfê gelek zor û zehmetiyan re derbas dibin, lê her tim ew her du gerîlayên azadiyê li pişt wan bûn. Ji bo vê hinekî bêtirs bi serê xwe tevger dikirin. Ruxmî ku Ehmed çardeh salî bû û Berfê jî sêzdeh salî bû, dîsa jî koletî li ser xwe nedipejirandin. Ji bo berfê bi ya xwe bike û li dijî cinsiyetperestiya civakê derbikeve ew û Ehmed bi hev û du re biryara revê didin.(…)100 Ji mal derdikevin berê xwe didin li cihekî ku bikaribin azad jiyan bikin. Di rêkê de cardin her du Gerîlayên ku mîna ferîşteyan her tim bangî wan dihatin, cardin bi tesadufî rastî wan tên, rêyeke rasteqîn dixin pêşiya her duyan(…)119
-Ehmed û Berfîn di nava gelek astengiyan re derbas dibin. Lê herî dawî bi alîkariya xwîşka Ehmed Hemdiye Ehmed û Berfê bi ya dilê xwe dikin, her du jî dizewicin. Cara yekem bû ku keç û xortek bi hev û du re direvin dawiyê jî vedigerin di nava malbata xwe de şahiyê çêdikin. Lê ji ber malbata her du seriyan jî welatparêz û ji pêşketinê re vekirî bûn. Berovajî vê yekê dayîk û bavê wan pir bi zarokên xwe serbilind bûn. Xensê û Selîm, Sêvê û Hecî û xwîşka Hemdiye gelek alîkariya wan kirin.(...)130 Şahiya wan di nava Gundê Sîtê û tevayî Mîdyadê û Mêrdînê de deng da. Şahiya yekemîn bû ku tê de qalibê civakê tê şikandin, gelê gund jî bi vê yekê re vebûn û ketin nav gaveke nû. Ev şahiya yekemîn bû gerîla di nav de govendê digerînin û govenda keç û xortan dibe yek. Rêheval Rûken destê keç û xortan dike yek, wekheviyê di nava wan de dide çandin û zihniyeta cinsiyetperestiyê dişkîne.(…)
-Ehmed û Berfê jiyanek wekhev û bi wate heya demekê di nava malbatê de derbas dikin, piştî demekê xwedê lawekî dide wan, navê wî datînin Azad.(…) Piştî hatina vî lawî, Ehmed êdî biryara tevlîbûna Gerîla dide. Ji Berfê re behis dike, Berfê aciz nabe lê jê daxwaz dike ku bîst û çar saetan kar bike lê dûrî mal nekeve. Ji bo vê Ehmed diçe carê du mehan, şeş mehan nayê malê. Navê xwe yê tevgerî jî datîne Pale! Çavê Berfê jî her li rêka wî bûn. Berfê ducanî bû, xwedê lawekî din dide wê. Piştî hatina vî lawî bendewariya Berfê li rêka Pale zêdetir dibe. Berfê navê lawê xwe danayne li benda Pale dimîne, ji ber wê û Pale soz dabûn hev du ku keç be Berfê dê nav deyne û law be Pale dê nav deyne. Ji bo vê lawik bênav dimîne heya Pale tê malê. Şevekê Pale tê malê ew û Pale bi hev du re navê bênav datînin Pale li ser daxwaza bavê Hecî.(…)235 Pale û Berfê ji bo civakê her tim mînak bûn. Evîn û hezkirina wî û Berfê ne evîna vemrandinê bû, ya vejîna welat bû.
-Her wiha, şerê taybet a turkiyê ya cerdewantiyê li ser tevahî gundan hebû lê gundê Sîtê zêdetir. Bi taybet li ser mala Berfê û Pale. Di sala 1990.91.93.94 an de zarok mezin bibûn, şer jî dijwartir bibû. Her roj çalakî, operasyon, komkujî, wêrankirina malan şewtandina gundan, bi şêwazê şerê taybet û şerê piskolojiyê didan meşandin. Dîsa jî gerîla her roj çalakî li ser çalakiyan dikirin. Ji ber berpirsiyarê herêmê pale bû, dijmin hemû çalakî diavêt stuyê pale. Her roj êdî bê navber êrîşî gundê Sîtê dikirin.(...)
-Piştî wendabûna Pale ya nava gund, dijmin har û dîn bibû. Her roj êrîşî gelê Sîtê dikirin, carekê li erebeya ku Apê Hecî tê de bû dijmin fişengan li wan wer dike. Apê Hecî di sînga xwe de derbeyê dixwe û şofêr jî birîndar dibe. Du du ji wan şehîd dikevin. Dijmin her kuştina ku pêk dianî dixist stuyê gerîlan, ji bo gel bi zorê bikin cerdewan her rê û rêbaz ji bo wan rewa bû. Armanca wan gerîla di çavê gel de bixînin, reş bikin û ji wan birevînin.(…)
-Îxanetî û bêbextiya hin kurdên xwe firoş heya roja me ya îroyîn jî berdewame, gelek kurd bi destên xwe bira û malbatên xwe didin kuştin. Berfê û bavê wê apê Hecî jî bi destên kurdên xwe firoş hatin kuştin. Du milîsên kurd yên ku bi gerîlan re kar dikirin, xayîn derketin bi destên xwe hatin Berfê û apê Hecî radestî dijmin kirin. Apê Hecî, Berfê û Selîm bawerî dan wan ji ber ku ji malbatên welatparêz bûn. Wan heya cihê şikeftê dibin, rê nîşanî wan didin û deşe wan dikin. Di dîroka kurdistanê de, îxaneta Enkîdo li Hûmbaba, îxaneta Kasim( Bacanaxê şêx Seîd) li Şêx Seît, îxaneta Rehber (pismamê) Alî Şêr û Zarîfe, îxaneta Harpagos li Astyages û her wiha anî bîra xwe. Îxanet û berxwedan cêwiyên hev in, li cihekî berxwedan tune be îxanet jî dernakeve, îxanet tune be berxwedan dernakeve. Berxwedan gerdûnî ye, mîna Mezlûm Dogan ku gotibû: BERXWEDAN JİYAN E navê jiyanê yê din jî berxwedan e.
-Apê Hecî: Lawo Bêbextî heta deng jê derket.
Bêbextî xayîntî ne mêrantî ye
Bihêlin ez carekî tenê keça xwe himbêz bikim.
Berpirsiyarê wan çavê wî vekin: Çavê wî vekirin dîsa nîşan kir, êdî ev nîşana kuştina Berfê bû, Berfê di hundirê xwe de zarokên xwe difikirî, lê qet pêşiya bavê xwe negriya. Li ber xwe nediket, li ber zarokên xwe diket.
-Yabo xwe neqeherîn e, zarokên min wek yê hevalên xwe bavê wan heye. Pale ji wan re nahêl e, wê tolh….. teq…teq…,yek, du, sê, çar, pênc……Berfê li erdê dirêj bû. Apê Hecî bijî kurd Kurdis…. teq… teq… teq… Ew jî li erdê çav vekirî dirêj bûbû. Paşê li wan nêrîn mirine an jî nemirin e. Lê her du ji zû de gihabûn stêrkên asîmana. Asîman ji stêrkên leheng, berxwedêr û têkoşer tijî bûbû. Stêrk li kurdistanê bûbû asîman, ronahiya şewqa heyvê guherîbû rengê xemgîn î.(… )
Çûna Evîna Bê Veger(…)276 Evîna Bê Veger Bi Cinaze Vegeriya.
Xensê û Sêvê avêtin ber hev
Payîzoka şûn girî girt
Sêvê got keça min
Xensê got bûka min
Hemdiye got guloka min
Jinan gotin bûka Kurdistanê
Jixwe heneya kurdistanê her şil bû
Her şev li dereke dawet bû
Xêlî û berbûyên kurdistanê
Ya li destê zavê ya li destê bûkê didan
Dibere
Strana Mem û Zîn
Xecê û Siyabend
Derwêşê Evdî û Edûlê
Li gundê Sîtê ji nû ve vebûbû
Dîsa hawar e, dîsa ferman e
li me kurda rabûye
Ehmedê Xanê ji bo Mem û Zîn
Gotibû evîna kurd nemeşiya
Evîna Pale û Berfê jî nedan meşandin(…)
-Gerîlayan piştî panzdeh-bîst rojan hevalan her du sîxur bi rêya Remzî girtibûn…. Piştî ku ew cezakirin, bi gotinên wan belavok amadekiribûn û bi şev li gelê gund belavkiribûn.(...)
-Pale piştî vê bûyerê bi demekê diçe gel malbata xwe û her du zarokên xwe Azad û Pale dibîne. Pale bi şehadeta Berfê û apê Hecî dihise… Piştî demek e dirêj haya wî ji şehadeta wan çêdibe. Piştî wê Pale vedigere Gabarê. Pale êdî ne tenê bi çalakiyên xwe dihat naskirin, di nav hevalên xwe de bi fedekar î, bi kelecanê, bi hezkirin û zindîbûnê dihat naskirin. Pale tirseke herî mezin di dilê dijmin de dabû avakirin. Ji bo dijmin bibû xewn, dema navê Pale dihat gotin, çiya dihejiya av di kaniya de radiwestiya.(…)
-Şehadeta Pale. Piştî Pale û rêhevalên xwe çalakî bi serkeftî derbas kirin heval paş de vekşiyan Pale jî paş ve vekşiya. Pale pêlî mayînê kir… Pale gihaşt evîna xwe Berfê. Li asîmanê du stêrkan bi dilgeşî hev du hembêz kirin, êdî Pale û evîna xwe gihabûn hev du. Dinya di şînê de bû(…)
-Di dawiyê de dixwazim bibêjim, her çiqas mirov vê romanê binirxîne, ewqas jî kêm e, bi rastî Yezda Havîn ev roman bi bandoreke pir mezin û balkêş hunandiye. Herî zêde hêvî, vîn, hêz, manewiyet û wîjdanê kurdên welatparêz diyar kiriye. Di dawiyê de giyanê şehîdan zindî û jiyanî hîştiye.
-Rexene: Gelek şaşetî di aliyê rêziman de hene û gelek hevokan tam cihê xwe negirtine yanî tam li hev du nehatine hunandin. Di gelek cihan de bûyer bi awayekî wêjeyî û xweş hunandiye û di gelek cihan de wêje pir kêm e. [1]
Fatma Sîdo