Danasînek li ser ziyareta Zonicîn
Di dîroka gelê kurd de ji kevin de ziyaret ango gorên kesên bawermed, şêx û melayan bûne cih û navendeke pîroz. Ev navend miletê kurd li gorî baweriya xwe ya ku pê ve girêdayî ne jê bawer dikin û wê navedê jib o xwe cihekî pîroz dibînin.
=KTML_Bold=Ziyareta zonicîn:=KTML_End=
Li bajarê Kobaniyê û gundewarên wê gelek ziyaret û cihên pîroz hene ku ji xelkên wê derê re bûye navendeke wiha ku baweriya xwe pê tînin. Ji wan navend û ziyaretên pîroz ev in: Qereberkel, Bilal Hebeş, Şex Hebûş, Şêx Xidir Wêsel Qiran, Xalmamed, Fatme, Zonicîn, Hemê Moro, Topêl û Şêx Sirûcî û hwd.
Ev ziyareta bi nave Zonicîn li gundê Evdo ya ser girêdayî bajarê Kobanîya ser bi Rojavayê kurdistanê dikeve, ango di nav goristana Hemdon de ye. Li bakurê wê Kaşê Zonicîn e, rojhilatê wê gundê Mixaracê ye, li rojavayê wê gundê Bêlwêranê ye. Li gorî ku kal û extirayên gund dibêjin ku berê Hemdon li vî gundî dijiya, lê paşê çûye li bajarê Kobanî niştecih bûye. Li şûna wan darên zeytûnan darên zonicînê heye. Her wiha tê gotin ku ev ziyaret ocaxê wê keçeke û nave wê Zonicînê bûye. Ev goristan ji kevin de hatiye avakirin û ti dîrokeke wê tam û rast tune ye.
Wekî me gotî her ziyaretek ji bo mirovan bi awayekî bûye rêya çareserî û deramankirinê. Çawa hinek mirov ji bo qedera hezkiriya wan vebe paçikekê bi gora ziyaretê ve girê didin, lê taybetmendiya vî ziyartî wiha ye ku bi taybet ji bo jinên ku zarokan zayînin navendeke serêlêdanê ye. Her jineke çi ji bajarê kobaniyê û çi jî ji gundewarên wê gava ku zarokan naynin serî li vê ziyaretê didin, lavan dikin, quranê dixwînin û paçikê qedera xwe pê ve girê didin.
Çavkanî: hevpeyvîna bi xelk û extiyarên gundewarê gundê Evdo re. [1]