Kurdên oldar bi bêdengiya xwe dibin şirîgê qatilên xwe!
İkram Oguz
Meha Rojîyê qedîya.
Li Rojavayê Kurdistanê cejna rojîyê jî bi xwîn û şer dest pê kir.
Şîn û şahî tevlihev bû.
Hê ji misilmanan tu dengek dernakeve.
Hemû bê deng û bê his in.
Ne çavên wan trajedîya Kurdên Rojava dibinê, ne dilê wan ji bo wan dişewite.
Kurdên oldar jî şirîgtîya wan dikin, ne kêmasîyên wan dibînin, ne jî ji bo bêdengîya wan dengê xwe derdixin.
Rojî qedîya îro cejna rojîyê dest pê kir.
Hemû kesên oldar îro bi berbanga sibê ra berê xwe dan mizgeftan, çûn li wir limêja cejna rojîyê kirin û ji bo xwe û jibo misilmanan dua kirin.
Di mizgeftên Tirkan da, ew mizgeftên ku Kurdên di bajaran da dijîn û diçin li pê meleyên Tirk limêj dikin, hemû misilmanên bindest û belengaz hatin bibîranîn.
Ji bo azadî û serkeftina wan dua hate kirin.
Kurdên oldar jî wek hertim, bi birayên xwe yên Tirk ra ji bo gelê Filistîn û Gelê Misrê ra dua kirin. Ji bo xilasbûna wan piştevanîya xwe anîn ziman û bi dilekî şad, cejna hev pîroz kirin û berê xwe dan malên xwe.
Ez bawerim, ne meleyên Tirk qala Rojava û zilm û zordarîya ku çeteyên îslamî li dijberî Kurdên Rojava dikin, kirin, ne jî Kurdekî oldar sedem bêdengîya ji bo Kurdên Rojava dengê xwe derxist.
Bi rastî mirov mele û oldarên Tirk fêm dike û ji bêdengîya wan a ji bo Gelê Kurd naqehire. Ji ber ku ew, wek rabûn û runişkandina xwe, di îbadetên xwe da jî menfaatên dewleta xwe diparêzin.
Mele û oldarên Tirk bi zanayî, îbadetên xwe jî gor sîyaseta dewleta xwe tînin cîh û gor wê sîyasetê xutbê dixwînin û waaz didin.
Yên ku nayên fêm kirin Kurd bi xwe ne.
Kurd, dema ku bîr û bawerîya xwe bi tiştekî bînin, bê îtiraz û bê lêpirsîn li pê wî tiştî diçin.
Di warê olî da jî bi wî awayî dilivin.
Kurd ji bavê berê da diçin, di mizgeftên Tirkan da, li pê meleyên Tirkên ku wan nasnakin û dijbertîya wan dikin, destê xwe li ber xwe girê didin. Bi ruh û can, tabiî wan dibin, gor şert û şûrtên wan nîyeta xwe tînin. Wek galoyê gundê me, „çoyê şivan û qoçê bizinê“ dibêjin û dest bi limêja xwe dikin.
Du ra jî ji belengazîya xwe ya ji vê dinê bêhayîdar, li ser cîhê xwe yê li dinya wîyalî xewnan dibinîn…
Bi wî jî nasekinin, ji mizgeftê derdikevin, berê xwe didin malên xwe, tên di nav zar û zêçên xwe da wek mîrê mîran rûdinên, dûr û dirêj pesnê meleyên ku li pê limêj kirine, dikin.
Gor gotinên melê Tirkan radibin û rûdinên.
Ne kurdayetîya wan, ne jî însanetîya wan tê bîra wan.
Ne xwe nasdikin, ne jî dost û hevalên xwe.
Ne şert û şûrtên olî dizanin, ne jî wan bi zanayî bikartînin.
Salan berê mezina ji me ra digot; „Hûn li vê dinê bi kê ra hevaltîyê bikin, bi kê ra rabin û rûnên, hûnê li dinya wîyalî jî bi wan ra bin“.
Ez bawerim oldarên me yên Kurd jî çiqas di rîya olî da diçin bila biçin, hata ku têkilîyên xwe bi Tirkan ra nebirin û li ber wan histuyê xwe xar bikin û li pê wan biçin, ewê li dinya wîyalî jî dîsa bê war û bê mal bimînin.
Ewê di nav newala waweylê da bê xwedî û bê xwedan, hêsîr û belengaz bin…[1]