$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav:Xelîl Gedro
Nasnav: Azad Gerîla
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Navê dê û bav: Şoreş - Mûhammed
Dîrok û cihê şehadetê: 26-09-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Azad ku di nava malbateke binavûdeng û naskirî ya Efrînê de li Helebê ji dayik bû, bi çand welatparêzî û girêdana bi çanda xwe mezin bû. Ji ber vê sedemê jî ji zarokatiya xwe ve ji aliyê hewirdorê xwe ve hatiye hezkirin. Hevrêyê me Azad ê ku di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de mezin bû, bû şahidê hemû qonaxên şoreşê yên ku gelê me xêz kir. Hevrêyê me Azad ji kêliyên herî dijwar ên şoreşê heta kêliyên serketinê bû şahidê gelek bûyeran û dilê wî bi şoreşê re mezin bû. Li hemberî berxwedana gelê me yê bi pêşxistina Şerê Gel ê Şoreşgerî li Efrîn û Helebê ku çeteyan têk dibir, bi heyranî şopand û hêz ji lehengî û fedekariyên şervanên azadiyê yên Rojava digirt. Di wê baweriyê de bû ku divê ew jî mîna van şervanan ji bo azadiya gelê me têbikoşe û şervanî û gerîlatî ji xwe re kir armanca sereke. Di sala 2018’an de gelê me di êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê de rastî qirkirinê hat, hevrêyê me Azad gelekî bandor kir. Hevrêyê me Azad ku ji dijmin gelekî hêrs bû, di sala 2019’an de tevlî nava refên gerîla bû û di wê baweriyê de bû ku tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare bersivê bide komkujiyên li ser gelê me hatine kirin.
Hevrê Azad ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla yekser xwe bi jiyana çiyayî û gerîlatiyê re adapte kir, bi saya jêhatîbûna hînbûnê re di demeke kin de ezmûneke girîng a jiyanî û rêxistinî bi dest xist. Hevrêyê me Azad ku bi kesayetiya xwe ya sade, durust û gihîştî re rengê xwe li her qada lê bû nîşan da, di her qada çû de yekser karîbû bi hevrêyên xwe re entegre bibe. Bi saya nirxê ku dida hevrêtiyê, hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenç kir. Hevrêyê me Azad ku sedemên êrîşên dijmin ên em pê re rû bi rû man derxist hişmendiyê, weke Gel û Tevger bi hişmendiya ku em ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne xwest têkoşîna xwe mezin bike. Dizanibû ku divê ew jî weke milîtanekî Apoyî erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî herî baş bi cih bîne û li ser vê bingehê giranî da perwerdeya xwe ya leşkerî û bîrdozî. Rastiya ku dijmin li her derê li dijî gelê me êrîş dike, hewl dide destketiyên gelê me tine bike û dixwaze di şexsê gerîlayê azadiya Kurdistanê de gelê me qir bike, têra hevrêyê me Azad kir ku di çûyîna eniyên şer de israr bike. Hevrêyê me Azad ku ji bo li pêşberî êrîşên dijmin li ber xwe bide tevî hevrêyên xwe çû herêma Avaşînê, nikarîbû heyraniya xwe ya li bedewiyên xwezayî yên Avaşînê veşêre. Di wê baweriyê de bû ku divê ev xweza û erdnîgariyeke bedew bê parastin û ji bo vê jî her berdêl bê dayîn.
Hevrêyê me Azad ku bi vê bîr û baweriyê berê xwe da tunelên şer, di gelek xebatan de bi taybet xebatên binesaziyê cih girt û di çêkirina tunelên şer de kedên girîng dan. Hevrêyê me Azad ku di gelek xebatan de bi saya taybetmendiyên xwe yên fedekarî û kedkariyê bi ser ket, li qada Berxwedanê ya Werxelê rastî êrîşên dijmin ên li dijî Avaşînê hat. Hevrê Azad ku bi tevlîbûna di gelek çalakiyên li dijî dijmin de erka xwe ya milîtantiyê bi cih anî, dizane ku di her derbeya li dijmin de tola gelê me û hevrêyên me yên şehîd distîne. Tevî hemû êrîşên dijmin ên li dijî mirovahiyê, hevrêyê me Azad ku ti carî ji îradeya Apoyî tawîz neda, bi hevrêyên xwe re berxwedaneke ser îrade mirovî pêş xist û hemû planên qirêj ên dijmin pûç kir. Hevrêyê me Azad ku li gorî gelek hevrêyên xwe yên ku bi wan re şer kiriye ciwan û nû ye, bi tevlîbûn û helwesta xwe ya di xeta fedayî de bûye milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Azad ê ku di encama teqînên mezin ên dijmin ên 26’ê Îlona 2021’an û êrîşên dijwar ên çekên kîmyewî de şehîd bû, ji bo hemû hevrêyên xwe bû sedema tolhildan û têkoşîneke mezin.[1]