$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Sîna Şerîfpûr
Nasnav: Serdar Rojhilat
Cihê jidayikbûnê: Dîwandere
Dayik-Bav: Azîze-Mihemed Elî
Dem û cihê şehadetê: 10-12-2022/ Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Serdar li bajarê Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ku taybetmendiyên xwe yên netewî parastiye de hat dinê. Hevrêyê me Serdar jî ji ber vê taybetmendiya xwe ya malbatê bi kevneşopî û çanda Kurdewarî mezin bû. Lê belê ji ber zimanê zikmakî ya ku li malê pê diaxive û li dibistanê bi zimanek cuda perwerde dibîne û her wiha zextên li hemberî gelê me tên pêşxistin bû sedem ku hevrêyê me Serdar di temenê xwe yê biçûk de nakokiyan bijî. Ji ber ku gelê me li her derê weke çîna duyemîn tê dîtin, ev nakokî zêde bûne û hewl daye ku sedemên vê yekê fêm bike. Di vê pêvajoyê de dest pê kir ku rastiya dijmin, rastiya gelê Kurdistanê baştir fêm bike û analîz bike. Hevrêyê me Serdar anî ziman ku ev rewş ti carî nayê qebûlkirin û pê hesiya ku têkoşîn pêwîst e. Her çiqas pêşî di nava hin rêxistinên ku li Rojhilatê Kurdistanê têdikoşin cih girtibe jî, lê fêm kir ku rewşa van rêxistinan gelekî herêmî maye, nikare bala hemû gelê Kurd bikişîne û ji rastiya şoreşa Kurdistanê dûr e. Li ser vê yekê xwest ku partiya me PKK’ê nas bike û di dawiya van lêgerînan de biryar da ku beşdarî Partiya me bibe.
Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, herî zêde ji lihevhatina teorî û pratîka Partiya me bandor bû. Weke gerîlayekî azadiyê di wê baweriyê de bû ku divê li dijî êrîşên li dijî gelê me û Tevgera me bi awayekî aktîf têbikoşe. Ji bo vê jî xwe di warê leşkerî de perwerde kir û bi pêş xist û bû gerîlayekî jêhatî yê serdema nû. Di bikaranîna çekên otomatîk ên navîn de pispor bû, ku bi taybetî di şerê gerîla de pir bi bandor têne bikar anîn. Parvekirina tiştên ku bi hevrêyên xwe re hîn bûye, hem weke erkekî hevrêtiyê û hem jî weke erkekî şoreşgerî didît û ji bo vê jî ked da. Hevrêyê me Serdar ku dilsozê diyalektîka teorî-pratîkê bû ku rê li ber naskirina Partiya me vekir, di eniya şer de tişta hîn bû yekser xwest bixe meriyetê û di vê mijarê de gelekî bi israr bû. Ji ber vê israra xwe bi hevrêyên xwe re nîqaş daye meşandin, lê dîsa jî diyar kir ku divê weke gerîlayekî azadiyê di eniya şer de cihê xwe bigire. Li ser vî esasî berê xwe da herêma Metîna ku êrîşên dijmin lê dijwar bûn û şerê germ lê diqewime.
Piştî ku derbasî herêma Metîna bû, bi heyecan û moraleke mezin li benda wê kêliya ku li dijî dijmin bikeve nava şer rawestiya. Vê heyecan, coş û moralê bandor li hevrêyên wî jî kir. Hevrêyê me Serdar ku ji gelek hevrêyên xwe ciwantir û nûtir e, bi lêhurbûna xwe ya xurt, bi helwesta xwe ya jiyanê û tevlîbûna xwe ya fedakar bûye milîtanekî pêşeng. Dixwest vê rola pêşengiyê li qada şer jî nîşan bide. Hevrêyê me Serdar ku di nav tîmên pêşî de bû ku li dijî êrîşa dijmin a li ser qada Girê Ortê ya Mîttayê de hevrêyên xwe diparastin, bi wêrekî û biryardariyeke mezin bi ser dijmin de çû û di cezakirina gelek leşkerên dijmin de bûye xwedî rol. Çawa ku bi jêhatiya xwe ya di şer de derbe li dijmin xist, bi tevlêbûna xwe ya fedaî jî karî bibe yek ji mînakên herî berbiçav ên milîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Serdar ku li hemberî dijmin kêliyekê jî dudilî nebû, piştî ku heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kir gihişt şehadetê
[1]