=KTML_Bold=Li rojhilatê Kurdistanê muzîk û jin=KTML_End=
=KTML_Underline=Sayîme Xakpûr=KTML_End=
Wexta zar û ziman der barê jinên kurd ên muzîkjen de bikeve nav tevgerê, divê jin û muzîk di qalibê zimanê kurdî de li ber çavan bê girtin.
Gelê kurd tevî ku di dirêjahiya dîrokê de gelek êş û elem dîtine û bi gelek zehmetî û dijwariyan re rû bi rû mane; hertim weke elmas, gewher, morî û mercanekê di nava dilê Rojhilata Navîn de jiyîne. Di nava gelên din ku carinan bûne cîranên wan û carinan jî li rastî xezeba wan hatine, rewneq dane û çirûskîne. Nabe Rojhilata Navîn bêdîrok û bêçand a dêrîn a kurdan bê dîtin.
Jinên kurd di heman destpêkê de roleke pirrengtir û ber bi çavtir ji jinên din ên wê erdnîgariyê hebûne û di hemû warên jiyanê de bûne parêzvanên çand, huner û dîroka kurdî.
Muzîka her qewm û miletekî, nîşandera huner û çanda wî miletî ye. Lê ji bo kurdan muzîk û dengbêjî wekî raçandina tevnê bûye ku hebûna wan û dîroka wan ku ji hêla dagirkeran ve tu carî nehatiye nivîsandin, bi wê tevnê ve girêdayî bûye û hin caran jî remz yan şîfreya hebûna wan bûye heta di salên ku zimanê wan qedexe bû.
Kilambêj û dengbêjên kurd, dîrokek di sîngê xwe de parastine û bi baştirîn şêweyê anîne ser zimanê xwe. Dîroknivîsên bihanî ku li ser wan teselut çêkirine û hakim bûne, di nav rûpelên dîrokê de jêbirine û encam jî bû ew ku piraniya dîroka sedsalên dawiyê a kurdan bi awayekî devkî û şifahî, ji hêla wan kilambêj û dengbêjan û bi saya serê wan hatiye parastin û vehandin.
Şayed sadetirîn û asayîtirîn şêweya dengbêjiyê di lorîkan de bê dîtin ku jinên kurd ew lorîk di seknê de li ser cenazeyê- termê egîd û lawên xwe distêran.
Wan dayıkan wesa bi hûrgilî peyvên dilşewat û kezebşewat bi qafiyeyên ku ji kûrahiya dilê wan de derdiket, bi hev re girêdidan û rêzdikirin bê ku berê amadekariya wan peyv û gotinan kiribin.
Eger em wan li gel helbestvanên navdar ên serdema me muqayese bikin me karekî ji rê de kiriye. Çawa ku me got, muzîk ji bilî cîgeha xwe ya hunerî, cem kurdan wekî sindoqçeyekê ji bûyer û rûdawên girîng in ku di dîroka jiyana wî gelî de qewimîne û kê ji jinên ku di nava behr û kûrahiya wan bûyeran de bûne, baştir dikare bi awayekî profesyonelî wan di qalibê helbest û awaz û muzîkê de bîne ser ziman.
Rojhilatê Kurdistanê ku weke parçeyek sereke ji Kurdistanê ye, piştî peymana Qesra Şîrîn di mala bavê xwe ango di malbavê de ma û bû dergûşa çand, huner û wêje û edebiyata kurdî ku hemahema gişt zaravayên kurdî ên cur be cur wek: Kurmancî, Soranî, Hewramî, Kelhurî û Lekî di hindirê xwe de perwerde kiriye. Helbet pir ber bi çav e ku rola jinan di wî welatî de di hemû war û hêlan de û bi taybet ji hêla huner û muzîkê ve nayê înkarkirin.
Ji lorîkên Sıyaçemane ji dilê Hewramanê bigire heta dengê bêhempa û bêmînak ê Îran Xanimê ji Ûrmiyê û heta dengê ku carek din dubare nabe Merziye, em hunerekê dibînin ku siwarî keziyên jinên kurd bûne û niha li rex mîkrofon, saz û tar û muzîsyenan li her derê Kurdistanê aramiyê digire û cihê xwe jî girtiye.
Hêjayî gotinê ye, gelek stranbêj û dengbêjên mêr jî, hunera xwe ji dayika xwe wek mîrate wergirtine. Çawa ku Osman Xalidî naskirî bi Sultanê Siyaçemanê dibêje min ew huner ji dayika xwe bi irs û mîrate girtiye. Herwisa dengbêj Qadirê Sofyanî dengbêjê navdarê herêma Ûrmiyê jî dibêje: Hestên dayika min û rondikên çavên wê ez ber bi dengbêjiyê ve birim.
Êdî niha jin bûne beşeke girêdayî bi muzîka kurdî û ji hev veqetandina wan ne mumkin e. Û hemahema çi komek yan grûpeke kurdî li Rojilat peyda nabe ku jin di nav de nebin. Defik lêdana xweşik û bedew a parêzgeha Kurdistan (Sine) bê huzûr wan ango bêhebûna jinê nayê texmînkirin. Her wisa komên mezin ên muzîkê wek Kamkaran bê huzûra jinê istew xuya dike û niha jin rîsende, çêker, revneqder û çiraya bêhempaya esasa û bingeha muzîka kurdî li Rojhilatê Kurdistanê ne.[1]