Revend û Diaspora Kurd I: Konfederasyona Diaspora Kurdistanî û Diakurd
Memo Şahin
Bo armencek hevbeş du kongreyên cûda pêk hatin. Kongreya Konfederasyona Diaspora Kurdistanî di destpêka meha Kanûna (Dezember) 2021an li Hewlêrê, ya Diakurd jî li paytexta Swêdê, li Stockholmê di meha Çileya (Januar) 2022an pêk hatin.
Li her kongreyekî de dora 150 nûwêner, delege amadebûne û her du jî bi serfirazî û serkeftî derbazbûne. Her ûsa amadekariyên avakirina navêndên diaspora, revenda Kurd di salên 2018 û 2019 paralel destpêkirine û dawiya çend civînan, li pey hev hatine pêkanîn.
Serkêşiya Konfederasyona Diaspora Kurdistanî li gor medyayê Tahir Hewramî û Kejal Derwêş dikin û ofîsa, navenda wan jî li gor daxûyaniya wan li bajarê Dusseldorfa Almanya ye. Gor agahiyan ev inisyatîf, hewldan bi pêşneyara kek Mesud Barzanî dest bi kar kiriye û sîwanê vê hewldanê jî hilgirtiye ser milên xwe.
Li kongreya Diakurd ku li Stockholmê pêkhatîbû, Kendal Nezan, Reşo Zîlan, Xecê Yaşar, Omer Şêxmus, Selîm Baban, Jamal Alemdar, Amir Qazî, Mohamed Mohdadî, Keya Îzol û Mehmet Tanriverdi derdikevin pêş.
Dema meriv temaşe dike, dibîne ku her du alî jî piştgiriya destkevtiyên başûrê Kurdistanê dikin û her du alî jî parastina Herama Kurdistanê wek erkek, wezifeyek sereke ya netewî dibînin.
Raya giştî ya Kurdistanê jî hayadar e ku her du alî, her înîsyator û aktorên du aliyan jî, xwe wek parêzvanekî berjewendiyên Başûrê Kurdistanê dibînîn û rêzdariya wan li beramberî kek Mesud jî di asteke bilind da ye. Her ûsa navbera wan û PKK de neval û dolên kûr û mezin hene. Lê dîsa jî balkeş e. Çima du alîbûn, çima bo armencek du helwdanên cûda?
Dibe ku di vê dubêşiyê de tesira, bandora pirsgirêkên psîkolojîk, ezmûnên tirş û tahl jî rolek lêyistîbin. Dibe ku dubeşiya Başurê Kurdistanê tesira xwe li her du kongreyan de lêyistîbe. Dibe ku di vê dubêşiyê de reqabeta navbêra du partiyên sereke yên Başûrê Kurdistan -Partî Demokratî Kurdistan û Yekitî Niştimanî Kurdistan- rolek lêyistîbe.
Ez ne hayadarim û nizanim, ber ku haya min li ser her du inisyatif û hewldanan piştî kongeyên wan bû.
Pêwîste meriv înîsyator û aktorên her du aliyan jî pîroz bike. Sedem jî ev e. Di karê nehîni, dizî, illegal de nabe ku meriv armanc û pêngavên xwe bi dahol û zirneyê bide zanîn û belav bike. Lê di kar û xebatek eşkere û legal de haya pir kesan jî tûnebe, ev jî hûner û maharetek balkêş e. Ber ku piştî her du kongreyan min ji hevalên ku ez nasdikim, di kar û xebata Kurd û Kurdistanî de rolek lêyistîne û îro jî çalak in, pirsî. Ez pêhesiyam ku haya gelekan jî nebûye.
Em dizanin. Her sal xelatên nemir Barzanî tên belavkirin. Pêwistê ya îsal jî bidin înîsyatorên her du aliyan. Ber kû wan camêran sê-çar sal xebatek nehînî, bi dizî li Ewropê meşandine û haya gelek kesan jê nebûye.
Ger ne ev, çi û kî bên xelat kirin?
Dîsa em dizanin ku li gelek welatên Ewropayê de bi dehan komel û saziyên Kurdan hene. Hinek ji wan sistbûne û lawaz in, lê hinek jî hên di xebata niştîmanî de zîrek û çalak in û ber xwe didin.
Xweziya kongreyên her du aliyan ûsa pêknehatibûya! Xweziya li her bajarên mezin yên Ewropayê civînên amadekariyê berfirehtir bûna! Xweziya ev dûbendî nebûya û Kurd li derwayî welat bi hevra û bi dengek xurt derketîbûna pêşiya raya gelemperî!
Lê mixabin nebû! Piştî bi dehan salên kar û xebat, ewqas tecrûbe û ezmûnên tirş û tahl, dîsa Kurd li derwayî welat perçe perçe man.
Dîsa jî meriv hewl bide ku ev dubeşî ji holê rabe û her du alî bên ba hev û hewl bidin ku her du înîsyatîf di bin siwanêkî de bibin yek deng û yek can.
Dizanim, ev kar ne hêsan e û bi daxwaz, rica û tikayan jî pêk nayê. Bo vî karî, bo helwestek yek qolî û alî wezife û erkek mezin û dîrokî dikeve ser milên hikûmeta herama Kurdistan û kek Mesud. Ger ew dest neavêjin, ew pirsgirêk û problem, ev dubendî wê her bimîne û xêra ku Kurd hêvî dikin jî, jê dernekeve.
Di dawiyê vê nivîsê de tenê dixwazim bala we bikşînim ser sê welatên Ewropî. Ev jî Almanya, Fransa û Biritanya ne. Ger li wan her sê welatan de kar û xebatek ber bi çav û bandor nebe, her înîsyatif û her hewldan, naçin serî û bê tesîr û heremî, lokal dimînin.
Niha dora we ye.
De bêjîn, ev sê-çar salên dawî de înisyator û serkêşên her du aliyan çi kar û xebat li wan welatan de pêkanîn?
Kîjan konferans, sempozyum, meş û mîtîng lidarxistin?
Çend heyet, delegasyon şandin Kurdistanê?
Çend kes ji wan çûn sinorê Belarûs û Polonya yê, ku bi hezaran Kurdên Başûr û Rojava li wê pêrişan û şerpeze bûn?
Xeynî wê jî, haya we bû ku hinek kes dixwazin koçberên Kurd, revend û diaspora Kurd bînin ba hev, sazî û dezgehek mezin bo derbederên Kurd avabikin?
Ger dibên na, pêwiste her yek ji me hewl bide ku ev her du înisyatîf bibin yek û Kurd bi yekdengî derkevîn pêşiya raya gelemperî!
***
Ger dema we bû, fermon nivîsên ku min li ser her du înîsyatifan berhevkirine, bixwînin:
Bi amadebûna Serok Barzanî kongireya revenda kurdî li Hewlêrê dest pê kir (https://www.basnews.com/tr/babat/727273)
Navenda Revenda Kurd li Derve karên xwe berfireh dike (https://www.basnews.com/kr/babat/718689)
Kejal Derwêş: Deriyên Konfederasyona Diaspora Kurdistanî ji her kesê ku baweriya wan bi mafên neteweyî û demokratîk yên Kurdan heye re vekirî ye (https://www.basnews.com/kr/babat/728246)
Başkan Barzani Diaspora Kürt Konfederasyon yöneticilerini kabul etti (https://m.nerinaazad1.com/tr/news/kurdistan/başur/baskan-barzani-diaspora-kurt-konfederasyon-yoneticilerini-kabul-etti)
Memo Sahin – „Kürt Diaspora Kongresi“ toplanırken donmak Avrupa’da (https://navkurd.net/2021/12/15222/)
Diyar Budak – Önemli Bir Toplantı ve Diaspora (https://navkurd.net/2021/12/oenemli-bir-toplanti-ve-diaspora/)
Abit Gürses – Serok M. Barzanî Xelet Dike! (https://rojevakurdistan.org/abit-gurses-serok-m-barzani-xelet-dike/)
Abit Gürses – Kurd û Dîaspora (https://rojevakurdistan.org/abit-gurses-kurd-u-diaspora/)
Diakurd: Amaç Kürt birliği ve Kürdistan Bölgesi’nin kazanımlarını korumak (https://m.nerinaazad1.com/tr/news/regions/europe/diakurd-amac-kurt-birligi-ve-kurdistan-bolgesinin-kazanimlarini-korumak)
Komîteya Birêveberiya Diakurdê yekemîn civîna xwe pêk anî! (http://www.netewe.com/)
İsveç’te Kürt Diasporası Konfederasyonu “Diakurd“ kuruldu (https://m.nerinaazad1.com/tr/news/life/culture/isvecte-kurt-diasporasi-konfederasyonu-diakurd-kuruldu)
Derviş: Kürdistan Diaspora Konfederasyonu’nun kapıları Kürtlerin ulusal haklarına inanan herkese açıktır (https://www.basnews.com/tr/babat/728251)
Diyar BUDAK – Hewler Diaspora Zirvesi ve öneriler (https://www.basnews.com/tr/babat/735852)
Maruf Yilmaz – Dîaspora û Pêvajoya Dîasporaya Kurdî (https://www.basnews.com/kr/babat/731058)
İsmet Yüce – Erbil Diaspora Kongresi milli birlik niteliğinde (https://www.rudaw.net/turkiş/opinion/19122021)
[1]