Revend û Diaspora Kurd II: Koçberiya Kurdan ber bi Almanya û Ewropayê
Memo Şahin
Çîroka koçberiya Kurdan kûr û dirêj e. Meriv dikare xwe bi hûrgulî di nav de wenda bike û jê têzek doktorayê derxe. Lê ew ne hewce ne. Di vê beşa nivîsa xwe de ezê bi kurtayî bala we bikşînim ser merhele û pêvajoyên koçberî û revenda Kurdan ber bi Almanya û Ewropayê.
Di dem û sedsalên borî de, dema Osmaniyan de jî Kurd hatin Ewropayê. Hêjmara yên ku wê demê hatine, ne zêde bûn. Lawên mîr û paşayên Kurdan bûn û yan bo xwendinê, yan jî bo nûnêrtiya Osmaniyan hatibûn wira. Paşê çend kes jî ji zilma Osmaniyan rewiyan û hatin Ewropayê, wek Mîrên, prensên Bedirxaniyan, Celadet, Kamûran û Safter. Paşê di salên 1950 şûnda Kurdên ku bi partiyên Kurdan, an jî partiyên Komunist ya Iraq û Suriyê re girêdayîne û sempatîzan û aligirên wan in, berîyê xwe bo xwendina zanko û ûniversiteyan dan Ewropayê.
Piştî ku deriyê Ewropayê, xasima ya Almanyê di sala 1961an bo karkeran vebû, pêvajoyek nû destpêkir. Law û keçên feqîr û xizanên Kurdan ber bi Almanyê rêketin. Hêjmara Kurd û Tirkan di sala 1960î da 2.700 bûn. Ji 1961an heya 1973an ev hêjmar gîhişt neh sed hezarî (900.000). Ev periyoda yekan bû.
Di periyoda yekemîn de bi piranî Kurdên Elewî û Tirkên ser Behra Reş û Trakyayê hatin Almanya. Kurdên Elewî hatin, ber ku ne Tirk û ne jî misilman bûn û dewleta Tirk dixwest xwe ji wan xelasbike û wan wek ûr û timor hesab dikir. Dema ku meriv li îstatîstikên vê periyodê hûr dibe, dibîne ku yên ku wê demê hatine bi piranî ji Dêrsîm, Sêwas, Erzîngan (Erzincan), Meletî (Malatya), Simsor (Adiyaman), Qeyserî û Mereş (Maraş) in.
Almanya paşê di sala 1973an derîyê xwe bo anîna karkeran girt, lê rêyek din jî vekir. Ev karkerên ku beriya 1973an hatîbûn Almanyayê dikaribûn zar û zeçên xwe bînin Almanyê û ûsa jî hejmara Kurd û Tirkên, ku wek karkerên mêvan (Gastarbeiter) dihatin bi nav kirin, di sala 1980an de gîhişt 1,5 milyonan. Gor a min ev jî periyoda duwêmîn e.
Piştî darbeya leşkerî û faşist, ku li Tirkiyê di sala 1980an de pêk hat, vê care koçberiyek nû dest pêkir, penabertiya însanên siyasî, hevalbendên partî û rêxistinan. Tenê di sê (3) mehên piştî darbeya leşkerî, ji îlona 1980an heya Kanunê, ango di nav sê- çar mehan de 50.000 Kurd û Tirk reviyan û xwe avêtin Almanyayê.
Ev tofana ku piştî darbeya faşist dest pêkir bi rûxandin û şewîtandina gundên Kurdistanê û derxistin û sirgûnkirina xelkê wan gundan dewam kir. Di vê tofanê de heya nîvê salên 1990î her sal bi kêmasî dora bist an sî hezar Kurd dest ji welatê xwe berdan û hatin Almanyayê. Hêjmara penaberên Kurd di navbêra 1980î û 2010an gîhişt 350.000î. (Ev hêjmar ya Kurdan e, ber ku dema serî bo penabertiya dayîne, gotine em Kurd in.) Di vê pêriyodê da Kurdên Colemerg û Wanê, yên Botan û Serhadê, Amed û Çewlikê hatin Almanyayê.
Di salên 1980an pê ve, piştî cîhada rejîma Xûmeynî, Kurdên Rojhilata Kurdistanê, ji dawiya salên 1980 û destpêka salên 1990î, bi destpêka operasyon û emeliyetên Enfalê, bi karanîna çekên kîmyewî jî Kurdên Başûrê Kurdistanê dest bi meşa xwe ya ber bi Ewropayê kirin.
Bi rûxandina sîstema sosyalîst, piştî salên 1989an şûnda koçberiya Kurdên Kafkasya, Rusya û Asyaya Navîn, ji Ermenistan, Rusya, Kazakistanê dest pêkir.
Tenê di nav çend mehên 2015an milyonek Kurd û Ereb ji Suriyê rewiyan û hatin Almanyayê, ku piraniya wan Kurd in û ev pêvajo hên jî berdewam e.
Siyeseta dewleta Tirk li hemberî kêmahiyên netewî û olî wek hev e û li ser hîmên Tirkbûn û Îslamiyetê (Türk-Îslam Sentezî) dimeşe. Çawa ku bi destpêka pêvajoya karkerên mêvan ji sedhezaran Kurdên Elewî xelas bû, bi heman şêweyî ji Kurdên Êzidî û Sûryaniyan jî xelas bû. Di salên piştî darbeya leşkerî ya sala 1980an, dewleta Tirk deriyê xwe bo Êzidî û Sûryaniyan vekir û ji dora sed hezar Êzidî û dîsa ji sed hezar Sûryanî “azad” bû. Niha hêjmara Êzidiyan û Sûryaniyan li ser axên xwe li bakûrê Kurdistanê dora çend hezarî ne. Almanya bû welatê nû, nûwara Êzidî û Sûryaniyan.
Di sala 2002an li ser hêjmara Kurdan li Almanya û Ewropayê lêkolinek bo pirtûka xwe ya bi navê “Daten und Fakten zu Kurden und Kurdistan – Eine Chronologie“ kir. Wek kirîter, pîvan jî min rêjaya Kurdên ku di bin nîrê dewleta Tirk de dijîn, girt. Ev jî çarikek (1/4) bû, ango ji sedî bîstûpênc (25%). Gor vê pîvanê di sala 2001an de tenê li Almanya 720.000 Kurd dijîyan. Lê ev hêjmar kêm e, ber ku hêjmara Kurdên Almanyayê ji rêjeya ji sedî 25 gelek zêdetir e û di periyoda yekemîn û pêve rêjeya Kurdan ji ya Tirkan pirtir bû.
Piştî 2001an bi hezaran, bi sedhezaran Kurd bi riya penabertiyê xwe avêtin Almanyayê. Tenê din nav sê mehên sala 2015an dora nîv milyon Kurd ji Rajavayê Kurdistanê, ji Kurdistana Suriyê hatin Almanya. Dîsa di salên 2001i şûnda bi dehan hezar Êzidî ji Kurdistana Başûr û heremên ku bin destê Iraqê de ne, hatin Almanya û Ewropayê.
Îro herî kêm dora 1,5 milyon Kurd li Almanya dijîn û piraniya wan jî hemwelatiyên Almanya ne, pasaport û nasnameyên wan a resmî jî Almanî ye. Lê ev 1,5 milyon Kurd bi rengên pasaport û nasnameyên xwe wek Tirk, Ereb û Faris tên hesibandin, ber ku em, ewqas însan bê xwedî ne û kes nemaye ku îtîraz bike û dengê xwe dijî vê neheqiyê bilind bike.
Mesele, pirsgirêk, mişgûle jî ev e!
Yan emê deng, qêrîn û awaza xwe bilind bikin û bi dengekî xurt dijî vê neheqiyê derkevin, yan jî emê bi „qedere“ xwe razî bin û bên hêlandin, ne li welat, lê belê li Ewropaya azad û di salên 2022an pê ve!
Ev jî şermek mezin e, piştî ewqas berxwedan, têkoşîn, xwîn- û xîdan rijandin![1]