Revend û Diaspora Kurd III: Hişyariya Kurdan û destpêka avakirina saziyan li Almanya û Erwopayê
Memo Şahin
Di beşa yekanda li ser du kongreyên cûda bo pêkanîna navêndên diaspora û revenda Kurdistanî û di beşa duwêmîn de jî li ser periyodên koçberiya Kurdan sekinim û hejmara Kurdên Almanyayê jî 1,5 milyon bi nav kir.
Di vê beşê de bi kurtasî dixwazim bala we bikşînim ser avakirina dezgeh, sazî, komel û federasyonên Kurdan. Ne hewceye ku em li vir dûr û dirêj li ser çîroka rêxistinbûna Kurdan û saziyên Kurd û Kurdistanî bisekinin û xwe di kûrahiya nostaljiyan de wenda bikin. Lê dîsa jî hewceye ku çend mînakên balkeş ya sedsala bihûrî bên bi navkirin.
Em dizanin ku di sala 1956an de Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa (KSSE) hatiye damezrandin û serkeşiya vê jî mamosteyên nemir Îsmet Şerîf Vanli û Nureddîn Zaza kirin e. Endamên vê komelê jî xwendekar in, Kurdên ku bi navê partiyek siyasî bo xwendinê hatine Ewropayê. Ev yan endam, aligir û sempatizanên Partiya Komunist ya Iraqê, yan ya Partiya Komunist ya Suriyê yan jî ya KDP Iraq bûn û bi piranî jî hatibûn welatên sosyalîst.
Heya dawiya salên 1970î xêynî KSSE, sê (3) saziyên siyasî jî bala karker û xwedakarên Kurd dikişand. Yek ji wan Brûsk bû ku ji hevalbendên Dr. Şivan pêk dihat. Navê yê din Bahoz bû û piştgiriya KDP Iraqê dikir. Ya sêwêmin (3.) jî Hevra bû û ji akademiker, karker û xwendekarên çepgir û sosyalîst pêk dihat.
Piştî têkçûna şoreşa Îlonê ya Nemir Barzanî salek şûnda, di sala 1976an de AKSA (Komela Xwendekarên Kurd li derwayî welat) avabû û dest bi kar û xebata xwe kir. Di salên 1970î pêve pêvajoyek, prosesek nû bi avakirina komelên Kurdan destpêkir. Kurdên ku xeynî gundên xwe derek neditîbûn, ji xizantî û pêrişanbûna xwe, xwe avatibûn Almanyê û Ewropayê û di metropolên Ewropê de bê xwedî û bêkes bûn. Ne derek nasdikirin ku biçin, ne jî dezgehek hebû ku di karên bûrokratîk de alîkariya wan bike. Her yek ji bajar û gundek cûda hatîbû û dilê wan jî bi tirs û xofa dewleta Tirk tijî bû. Yek Elewî bû, yek jî Misilman û pêşhikum û dijayetîya her du aliyan wek kevirê aşê li stûyên wan bû. Ser de jî tirsa konsolosên Tirkan xofek mezin xistîbû dilê wan, ber ku malbat, jin û zarokên wan li welat bûn û ditirsiyan ku xwe nêzikî Kurdên welatparêz bikin û ji ber vê jî nikarîbûn xwe bilevînin. Ne hêsan bû ku di salên 1970î de Kurdek ji Dêrsim û Melatî nêzikî Kurdek ji Sêrt an ji Şirneqê bike. Bandora çîrokên tirş û tal hestên wan kirîbûn dîl û ev jî êsîr.
Di wan mercên ne hêsan de Kurdên welatparêz dest bi avakirina komel û saziyên Kurdan kirin, kar û xebat meşandin. Di meha Çile ya 1979an Federasyona KOMKAR bi beşdarbûna nûnerên deh-panzdeh komel û komîteyan avabû. Paşê komelên KKDK, Koçkar û Feyka sazbûn. Li Fransayê û Belçikayê Enstîtûyên Kurd ketin rêzê. Hêjmara dezgeh, sazî, komel û fedarasyonên Kurd her çû zêde bû û li Swêd Federasyona Komelên Kurdistan, li Skandinavya û li her welatek Ewropayê bi dehan komel û sazî hatin damezrandin.
Di dawiya salên 1990î hêjmara komel û dezgehên Kurdan li Ewropayê li gora daxûyanîya MGK (Konseya Ewlekariya Tirkiyê) gihîşt 400î. Bo civatek ku nerêxistîbû, organizasyon, komel û sazî nasnedikir, ev hêjmar bi serê xwe şoreşek bê nimûne bû.
Heya salên dawî ya 1970î de li şev û Newrozan de herî zêde bi dehan, an jî bi sedan kes beşdardîbû. Lê di salên 1980ê şûnda de ev hêjmar gihîşt hezar û dehhezaran. Di meş û mîtîngan de bi dehan hezar Kurd hatin ba hev û mil bi mil li hember koledaran meşiyan. Kûçe, kolan û meydanên metropolên Ewropayê bûyîbûn war û cihên Kurdan. Li hember Xûmeyniyê xwînrêj, Saddamê segbav, Evrenê bêbav bi dehan mîtîng, meş û kampanya hatin meşandin.
Kurd li derwayî welat bûn deng û parêzvanên têkoşîna gelê Kurd li her perçeyê Kurdistanê. Meş û kampanyên li dijî rejîma xwinxar ya Xûmeynî û piştgiriya bi KDP Iran pêwiste neyên jibîrkirin. Her ûsa kampanya û çalakiyên li ser katliama Helepçê li her welatê Ewropê hên li bîra me de ne. Çalakî û kampanyên li hemherî emeliyat û operasyonên Enfalê, xwedîderketina bi sedhezaran Kurdên başûrê Kurdistan ku xwe avêtîbûn ser sinorên Tirkiyê û İranê hên doh bûn.
Kurdên Ewropayê li aliyekî piştgiriyek bê nimûne bo gelê xwe li her perçeyê Kurdistan nîşandan, li aliyê din jî kar û xebatek xurt bo hişyariya raya gîştî ya cihanê û peydakirina dost û hevalbendên Ewropî meşandin û lobiyek xurt pêkanîn.
Di salên 1980î û 1990î de bi dehan delegasyon ji Almanyê çûn Kurdistanê û şahidê şerên qirêj ya dagirkeran bûn û piştgiriya xwe bo gelê Kurd nîşandan. Bi piştgiriya wan delegasyonan çend caran firotina çekan bo Tirkiyê hat sekinandin û penaberên Kurd nehatin şûndawegerandin. Wezîrê Berevaniyê ya Almanya, Gerhard Stoltenberg, mecbûr ma di sala 1992an îstifa bike û dest ji karê xwe bikşîne, ber ku çekên ku bo Tirkiyê hatîbûn firotin an jî wek diyarî pêşkeşî Tirkiyê kiribûn, di şerê qirêj de li hemberî gelê Kurd dihatin bikaranîn.
Bi dehan konferans û sempozyum hatin amadekirin. Li Almanyayê di nav partiyên Sosyaldemokrat, Kesk û Xiristiyan Demokrat de grûbên, komên dostên Kurd yên parlamenterî hatin avakirin. Serokdewlet, serokwezir, bi dehan wezir û parlamenter û serokwezirên Eyaletan piştgiriya çalakiyên saziyên Kurdan kirin.
KOMKAR li Almanyayê kampanyayek xurt bo wekheviya Kurdan bi koçberên din yên ji Tirkiyê, Yunanistan, Spanya û Îtalyê ajot, ber ku Kurd li ser Tirkan dihatin hêsapkirin. Ev kampanya bi salan dewamkir, ber ku mafên koçberên din bo dersên zikmakî li dibistanan, bo weşanên taybetî di radyo û televizyonan de hebûn. Navên zarokên wan jî ne qedexe bûn. Bo vê kampanyê bi dehhezaran îmza hatin berkevkirin û çalakiyek bê nimûne hat meşandan. Piştî vê kampanyê Radyoya resmî ya WDR di sala 1987an dest bi bernameyên Kurdî kir û ev bername li tevahiya Almanya hat weşandin û hên jî berdewam dike. Li dibistanên hinek Eyaletên Almanyê dersên hînkirina zimanê Kurdî destpêkir û ev jî hên dewam dike.
Di aliyê din pêwiste meriv rola komelan bo hînkirina çand û zimanê Kurdî jî jibîr neke; zimanê veşartî, dewlemendiya wek zêr parastî! Weşandina bi dehan pirtûken wêjeyî û dîrokî, derxistina rojname û kovaran û herûsa derxistina bultênên periyodîk bi zimanê Almanî rolek mezin lêyistin. Bi sedan keç û xort di komên folklor û govendan de cih girtin û di festîvalan de beşdar bûn û çand û folklora Kurdî dan nasandin.
Paşê bi damezrandina Dialog-Kreis bi pêşangiya Prof. Dr. Andreas Buro û min, me kampayeyek bo naskirina navên Kurdî meşand. Me bo vê kampanyê di sala 2000î piştgiriya Wezirên Hundir û Derwa ya Almanya -Schily û Fischer- û herûsa 15 Wezîrên Hundir ya Eyaletan stand û bi saya, xêra vê kampanyê xêynî Bayern 15 Eyaletên Almanya qedexekirina navên Kurdî rakirin. Bi salan kampanyên boykotkirina turîzma Tirkiyê bi serkeftî hat ajotin.
Li Almanya û li gelek welatên Ewropayê KOMKAR, dîsa li Almanya Navend, li Fransayê Enstituya Kurd, li Belçika Enstituya Kurd, li Swêdê Federasyona Komelên Kurdistanî bûn markayên piştgiriya Kurd û Kurdistanê. Piştî dehan salan hên jî qala konferensên Enstituya Kurd ya Parisê tê kirin.
Pashê şerê çekdari ya PKK bandora xwe li derwayî welat jî kir. Sistbûn û lawazbûna partiyên bakurê Kurdistanê destpêkir û ev pêvajo tesîra xwe li Almanyê û Ewropayê jî kir. Ber ku gelek partiyên Kurd û her ûsa saziyên Kurdên li Ewropayê li gor mercên nû xwe amadenekirîbûn, bi her salek bihorî hêza xwe wendakirin û lawazbûn. Piştî nîviya salên 1990î şûnda gelekên wan tenê li ser şild û tabeleyan man û saman û sermayeyê ku hatibû berhevkirin jî berhewa kirin û ji piyaseyê wenda bûn. Gelekên wan nikarin niha deh an jî sed kes bînin ba hev û ne çalakî, ne jî kar û xebatek tê meşandin.
Kurd niha di sala 2022an de ji salên 1970, 1980 û 1990î jî şûnda ne, bêkes û bêxwedî ne. Dizanim, nostaljî jehrek şîrîn e, lê car caran bê wê jî nabe![1]