Revend û Diaspora Kurd IV: Bi nêrînên memûrtî û muçexariyê dezgeh û lobî nayên avakirin
Memo Şahin
Di beşa yekanda li ser du kongreyên cûda yên bo pêkanîna navêndên diaspora û revenda Kurdistanî û di beşa duwêmîn de jî li ser periyodên koçberiya Kurdan sekinim. Li beşa sêyemîn (3.) de min bal kişand ser avakirina komel û saziyên Kurdistanî li Ewropayê û bi kurtahî behsa çalakî û hûnandina lobiya xurt bo Kurd û Kurdistanê kir.
Ev kedkar û çalakvan, ev lehêng û serkeşên rêxistin, dezgeh û saziyên Kurd û aktivistên, çalakvanên lobiya Kurd bi dûrketina ji rêxistinên ku avakiribûn û bi dehan salan bi fedakariyek mezin û bê nimûne kar û xebat meşandibûn, niha ji aliyê siyasî û rêxistinî de haymatlos in, lê dilê wan hên jî bo Kurd û Kurdistanê lêdixe û li benda vizyon û lêgerînek nû ne. Xêynî wan bi dehan, sedhezaran akademisyen, karsaz û ciwanên me dixwazin di têkoşîna diaspora, revenda Kurd de rolek bilêyîzin û bo piştgiriya tevgera Kurdistanî jî amede ne.
Me behsa hêjmara Kurdên li Almanyê kir. Me got bi dehhezaran Kurd li Almanya universite û zanko xelaskirin û bûne endezyar, doktor û akademisyen. Li gor wezareta derwa ya Almanyê dora sed hezar kargehên Tirkan li Almanyê hene û ciroya wan ji 50 milyar Euroyan zêdetir e. Piraniya, ji sedî 70yê kargehên ku wezareta derwa ya Almanya behsa wan dike, ya Kurdan in.
Doh li kûçe û kolanên bajarên mezin li Almanyayê zimanê ku li bazar û sûkê dihat bihîstin Almanî û Tirkî bûn. Lê ev çend sal in ku zimanê kûçe û kolanên Almanyê hat guhertin. Zimanên ku li hinek meydan û bazaran tên bîhistin niha Almanî, Kurdî û Erebî ne û Tirkî ket rêza çaran.
Lê dema ku meriv li ser lobiyan kûr dibe, dibîne ku Kurd li piyasê û meydanê nemane û Kurdên me yên belengaz jî li ser Tirkan tên hesibandin û bi nav kirin.
Hên li bîra me ye. Di dawiya salên 1980î û destpêka salên 1990î de, ji ber xurtbûna lobiya Kurd û sempatiya civaka Alman bo Kurdan, Tirkên ku xwendibûn û xwe pêşverû dihêsabandin, fedî û şerm dikirin ku bêjin em Tirk in. Lê bi lavazbûna lobiya Kurd rewş hat gûhertin û Tirk li qada civakî de derketin pêş û kes êdî behsa Kurdan jî nake.
Ma ev ne zilm e? Ma ev ne şermazariyek mezin e bo însanên têgîhiştî, zana û hişyar? Ma ji vê mezintir heqaret heye?
Lobî û dezgehên nû ya revend û diaspora Kurd bi nêrînên memurtî û mûçexariyê pêk nayên. Bo vê fedakarî divê. Bo vê şev û roj xebat hewce ye! Bo vê destkişandina ji sûdperweriyê pêwist e! Bo vê her roj 10 seat kar û xebatek bê westan lazim e!
Di salên 1970, 1980 û 1990î de kî hêsabê canê xwe dikir? Kî hesabê nanê êvarê û doşek û nivînên nerm û germ dikir?
Herkes bo berjewendiya Kurd û Kurdistanê û di vê rê de bo mirinê jî amade bû û di berika wan de jî qet kirûşek tûne bû!
Dizanim rewş hat gûhertin û em êdî di dem û sedsalek, serdemek nû de dijîn. Lê dîsa jî bê westan û fedakarî kar û xebat naçin serî!
Bi lêborîna we dixazim bala we bikşînim rastiyek tirş û tal. Di çil, pêncî salên borî û derbazbûyî de û niha jî bi hezaran, dehhezaran, sedhezaran Kurdên me yên başûr li Almanya û Ewropayê dijîn. De bêjin, ev xwişk û birayên me yên başûr kîjan dezgeh, komel, sazî û enstitû bo berjewandiya gelê Kurd avakirin û an jî di nav rêxistinên ku hatîbûn avakirin de cih girtin û bi çalakî kar û xebat meşandin?
Piraniya wan unîversîte û zanko xelaskirîbûn û xwedî kariyer bûn û rewşa wan a aborî jî ki karker û xwedekarên bakûrê Kurdistanê deh car baştir bû. Nabêjim çima komelek bo belangazên Kurd avanekirin. Lê çima enstitûyek saz nekirin? Çima bi du rewşenbîrên Alman re dengê xwe li hemberî nehaqiyan bilind nekirin?
Bersiva we jî dizanim. Her ûsa dizanim ku rûyê we jî tirş bû. Lê ev rastiyek û mentaliteyek e û gelek jî balkeş e!
Ev sî (30) sale ku başûrê welatê me serwer û azad e. Îmkan û mecalên wan jî ji Kurdên bakûr, rojhilat û rojava qat bi qat zêde ne. Li her welatekî Ewropayê nûnertiya resmî ya başûrê Kurdistanê hene û her sal bo wan ofis û bûroyan bi dehhezar û sedhezeran Euro û dolar tên xerç kirin.
De bêjîn çi kar û xebat hatin pêkanîn û ajotin! Kijan lobî hat dirustkirin, çend delegasyon şandin bakûr, başur, rojava û rojhilata Kurdistanê? Çend civîn, konferans û sempozyum amadekirin? Çend hevditînên balkêş bi dostên Ewropî re pêkanîn?
Ma hên çend meh berê bi hezaran Kurdên başûr û rojava li Belarus û Polonya asê nebûn? Çend berpirsiyarên wan ofîs û bûroyên çûn hawara wan pêrişan û belangazan?
Min li jor got. Bi nêrînên memûrtî û muçexariyê ev kar û xebat ne pêkan e û gelek zehmet e. Destnîşanên, parametreyên vê jî kar û xebata ku di nav sê û çar salên dawî de li Almanya û Ewropayê hatine meşandin e.
Dema ku di nav sê û çar salan de haya gelek kesan ji wan înisyatifan, hewldanan de tunebe û ne li tewahiya Ewropayê, lê bajarekî de jî çend komel û sazî nehatibin ba hev, ev jî nîşana “xebata” kû hatiye meşandin e.
Îro revenda, diaspora Kurd di du beşan de dimeşe. Yek gelek xurt e û li ser PKK ye û ya dîn jî ji kîjan rêxistin an jî parti û fraksiyonên Kurdên bakur bên hesapkirin jî, di riya KDP de dimeşe. Komel û saziyên li ser PKK bi hevra û çalak in. Her roj li kolan û meydanan de bo siyaseta partiya xwe dimeşin û çâlakiyan pêk tînin. Yên ku îstikameta wan ber bi KDP ne, ne ûsa ye. Ev belav belav in û yekitiyek jî di navbera wan de nîn e û ne çalak û aktiv, lê belê gelek lawaz û sist in.
Di aliyê din de piraniya însanên me yên Almanya û Ewropayê ku ji rêxistinên xwe yên siyasî destkişandine, xwe nêzikî başurê Kurdistanê dibînin. Lê bêlayan û bêteref in, ber ku dezgehek netewî û hemaheng nîne ku xwe îfade bikin.
Em dizanin ku li her metropol û bajarên mezin li Almanya û Ewropayê herî kêm çend komel û dezgeh li ser kaxizan jî be, hene û ev jî ne dûrê nêrînên siyasî ya înisyator û aktorên her du konên mezin ya revend û diaspora Kurd in. Qet nebe, meriv dikarîbû li çend bajaran de yekitiyek Kurdistanî pêkanibûya. Lê mixabin, ev jî nebû û înisyatorên me hên jî îddia dikin ku karê wan bi serkeftî meşiyaye û li ser ked û xebata xwe jî serfiraz in!
Di dawiya vê beşê de pêwiste em bersiva vê pirsê bidin. Çima Yunanên komunist, sosyalist û xiristiyan demokrat tên ba hev û di dezgehek hevbeş de bi salane kar û xebat dimeşînin û çima Kurdên me yên ji alî siyasî de gelekî nêzîkî hev in, nikarin bên ba hev?
Çima di aliyê siyasî de her cure Cuhî, Yahûdî li her welatê cîhanê de bi dehsalane bi hevra dixebitin û Kurdên me yên yek reng nikarin, di bin kon û çadirekî de bên ba hev?[1]