Revend û Diaspora Kurd V: Çend krîter û satandart bo avakirina sazî û dezgehên nû
Memo Şahin
Di beşa yekanda li ser du kongreyên bo pêkanîna navêndên diaspora û revenda Kurdistanî û di beşa duwêmîn de jî li ser periyodên koçberiya Kurdan sekinim. Li beşa sêyemîn (3.) de min bal kişand ser avakirina komel û saziyên Kurdistanî û bi kurtahî behsa çalakî û hûnandina lobiya xurt bo Kurd û Kurdistanê kir. Di beşa çaran de jî bi çend nokteyan belavbûna lobiyê û lawazbûna komel û saziyên Kurdan cihgirtin.
Piraniya wan 1,5 milyon Kurdan îro jî, sibê jî wê li Almanya bimînin û wenagerin Kurdistanê. Niha de goristanên Almanya û Ewropayê şahidê vê rastiyê ne. Ev Kurdên diaspora wê di navbera Kurdistanê û welatên xwe yê nû de herin û werin. Almanya û her dewletên Ewropayê bûne nûwar û welatên nû ya Kurdan.
Di nav pencî û şêst salên dawî de gelek însanên me zanko û universite xelaskirin û dest bi kariyera xwe ya zanîstî û akademîk kirin. Hinek bûn karsaz û xwedî kargeh, şîrket, restorant û dûkkan in. Hinek ronakbîr û hûnermend in, hinekên din bi sporê mijûl in. Lê li ser rewşa welatên kû di nav de dijîn jî, êdî serê xwe diêşînîn û kêm be jî, di nav partiyên siyasî û saziyên sivîl ya wan welatan de cih digrin.
Piraniya Kurdên Almanyê ji çar perçeyên Kurdistanê hatine. Niha, piştî rûxandina sîstema sosyalîst, hêjmara dewletên ku Kurd jê hatine ji dehî (10) zêdetir e. Her sê zaravayên Kurdî, dimilkî, soranî û kurmancî, tên axaftin. Hinek ji aliyê diyanetê de Misilman, hinek Elewî û hinek jî Êzdî ne. Piraniya însanên me herî kêm sê-çar zimanan dizanin û zimanê yekemîn ya zarok û ciwanan jî êdî Almanî ye.
Civaka Kurdên diaspora pir reng, sekuler û demokrat e. Bi civaka ku tê de dijîn jî, entegre bûne û xwe jî parçeyek wan civatan dibînin û hêsabdikin. Dîsa piraniya Kurdan bûne hemwelatiyên wan dewletên ku tê de dijîn û ev jî potansiyel û qertek gelek mezin û mihûm e.
Gelek komel û saziyên me yên ku li Almanya di periyoda yekan de, dora bîst salan rolek posîtîf û baş lêyîstin, di nav bîst salên dawî de hatin girtin, an jî gelek lawaz û sist bûn. Lê dîsa jî li her bajarekî mezin ya Almanyê, hinekên wan li ser kaxizan jî bin, çend komel îro jî hene.
Doh, dema ku me dest bi avakirina komel û saziyan kir, me şaşiyek mezin jî kir û ev komel û dezgehên ku hatin damezrandin, bi partiyek siyasî ve girêda û ji ber vê jî yekreng man. Xweziya me wer nekirûbûya û deriyê xwe bo hemû welatparêzan re vekirîbûya. Lê ev dem derbaz bû û pêwîste em ji wan ezmûnan dersan derxin û xwe bo pêvajo û prosesek nû amade bikin.
Li êra dixwazim bala we bikşînim rola komel û dezgehên me yên 30-40 sal berê. Di komelan de ne tenê karên siyasî, kampanya, seminer, civîn û mîting hatin kirin, her ûsa ev komelên me yên destpêka revenda Kurd li aliyê civakî de jî rolek mezin û girîng lêyistin. Jin û mêr, kal û pîr, ciwan û zarok dihatin ba hev û ev bariyerên ku di nav civata Kurdan de hebû, berê sist bû û dawiyê de jî rûxa. Însanên ku ji gund û bajarên cûda yê Kurdistanê hatîbûn, hevûdu naskirin, hevaltî û dostaniyek baş û germ destpêkir. Dema yek xemgîn dibû, an jî nexweş diket, bi dehan însan xemginiya wî parvedikirin, dihewandin. Keç û xort hevûdu nasdikirin, dibûn heval û paşê jî dizewiciyan. Di dawet û şahîyan de bi sedan kes dihatin ba hev.
Lê piştî ku bi dehan komel û sazî hatin girtin, niha gelek însanên me yên ji nifşa, generasyona yekemîn û dûwêmîn, tenê û bêkes man. Dema yek dimire an jî nexweş dikeve, haya gelek însanan nabe.
Rast e niha medyaya sosyal, medyaya civakî heye û dinya biçûk û nêzikî hevûdu bûye, lê dîsa jî cihê hevditan, pêwendiyên civakî û sosyal nagire û însanên me ji hevûdu dûrdikevin. Komelek herî xirab û bê sûd, ji bê komeltî û bê rêxistinî sed car baş e.
Dizanim, ez ketim kûrahiya nostaljiyan. Dema ku meriv rola komel û saziyên dema bôrî jibîrbike, nîne bîra xwe, nikare hewcedariya dezgehên nû jî bizane.
Di komel, dezgeh û sazîyên me yên nû de, pêwiste tenê welatparêzî rolek sereke bilêyîze û nasnameyan partiyan di bêrîkên me de bimînin.
Pêwîste saziyên nû notr û neutral bin, hem li hemberî partiyên siyasî ya Kurdistanê hem jî beramberî partiyên Almanya û welatên din ya Ewropayê.
Dîsa pêwîste ku Kurdên ji her perçeyên Kurdistanê tê de bikaribin cihbigrin û xwe îfade bikin.
Zimanê komel û navêndên nû Kurdî û zimanê wan welatên ku em tê de dijîn, be.
Ev dezgehên nû hem piştgiriya tevgera Kurdistanê li her perçeyên welatê me bikin û hem jî bo berjewendiyên civata Kurd li diaspora xwe biêşînin, di platformên civakî û siyasî de çalaktir bin.
Pêwîste bo hişyariya raya giştî ya wan welatan û bo hûnandina lobiyek xurt kar û xebat bên meşandin.
Pêwîste saziyên nû her alî de wek nûwênerên berjewandiya koçberên Kurd (Interessenvertretung der Kurden) bixebitin.
Dîsa pêwîste navêndên me yên nû kar û xebat bo hemû beşên civaka me; ciwan, jin, zarok, kal û pîr bimeşînin û wek Bürgerzentrumek (Navendên Civakî yên interaktîf û intergeneration) bixebitin.
Pêwiste em ji xwe bipirsin: Çima hêlîn û kreşên me yên bi du zimanî (Kurdî û Almanî) li bajarên ku em tê de dijîn, nîn in? Çima saziyek me bo hewandin û xwedî derketina kal û pîran (senioren) tune ye? Çima tîmen me yên spor û futbolê nîn in? Çima dezgehek humaniter û sivîl bo piştgiriya xizan û feqîrên Kurdistanê tune ye? Çima em nikarin burs û stipendium bidin keç û lawên xwe yên ku li welat dixwînin û hewceyê alikariya darayî ne? Û çima di rojên netewî de, di Newrozan de bi dehhezaran nayên ba hev? Çima bi sedhezaran Kurdên bi pasaport û nasnameyên Almanyayê di hilbijartinên federal û eyaletan de bê tesîr û bê bandor in?
Meriv dikarê lîsteya pirsan dirêj bike û bo dezgeh û navêndên nû, kriter û standartan bi hûrgûlî binavbike, lê bawer dikim ewqas bes e. Ezê di beşa dawî de bi kurtahî li ser form û şêweyê navêndên nû, Nûwar, bisekinim.[1]