Sîyaseta ku jê ra dibêjin taktîk!
Sıraç Oğuz
Çend dem berê li Stenbolê HDPê û partîyên çepgirên tirkan bi navê sersala duyemîn, ji bo komara demokratîk panelek darxistibûn. Hevserokên HDPê digot “emê di sedsala duyemîn da komara demokratîk li ser esasê damezrandina komarê û li ser damezrênerên komarê bixebitin û bigihînin armanca wî, emê komara demokratîk û gelan avabikin.“
Li Amedê, dema pîrozkirina roja Newrozê, Ehmed Tirk digot; “kurdên dengê xwe bidin îqtîdarê ew bê exlaqin. Armanca me komara demokratîke, emê di sedsala komarê da xwe bigihînin asta herî bilind. Ji bo gelên tirkîyê ji bo wekhevî û demokrasîyê“
Yek jî di nav sîyasetmedarên kurdan da, nexweşîkî nû jî derketîye. Ew jî dibêjin şehîd û berxwedana Çeneqelê temsîlkirina miletê kurd û tirk e. Sedî sed rastîya wî tûne ye. Helbet xwedîyê wan gotinan dixwazin xizmeta dewletê bikin. Çawa sedhezar kuştîyên Sarîkamişê kurdan eleqeder nake û nabe temsîla tirk û kurdan, Çeneqele jî ewqas temsîl dike.
Mixabin piranîya nivîskar û sîyasetmedarên bi ziman tirk dijîn jî, piştgirîya wan sîyasetmedar û derewên wan dikin. Ji bo gotin û kirinên wan dibejin ew gotin hemû taktîk in.
Lê herkes dizane ku komara tirkîyê bi destê Kemal Atatirk û hevalên wî hatibû damezrandin. Komara tirkîyê di sedsala duyeminda, dîsa bi prensîbên damezrênerê wî û bi prensîbû rejîma kemalîzmê berdewam e. Kurdan navê parastina kemalîzmê jî kirine komara demokratîk.
Pirsgirêka kurdan, ne bi partîyên desthilatdar ne jî bi partîyên opozîsyonê, ne jî mewcûd partîyên di parlamentoya kemalist da cîh girtine, nayê çareserkirin. Sedsale parlamentoyê ji bo kurdan çi çareser kirîye û ji vir şunda ewê çi û çewa çareser bikin.
Mixabin gotinên hevserokên HDPê û Ehmed Tirk jî, hemû miletê kurd temsîl nake. Gotinên wan tenê wan û alîgirê wan eleqeder dike. Îradeya kurdan di destê tu partî û şexsa da nine û gerek nebe jî. Ji ber ku HDP jî herdem dibêje, ew partîya kurdan nînin. Lê dema bi navê kurdan van gotina dibêjin, ew nayê qebûlkirin.
Ji destpêka komara kemalîst heta roja îro rejîma kemalîst, bi zanayî û bi plan bi deh hezaran kurd kuştin. Di nav çil salên dawî da nêzîkî sedhezar şervanê PKK ê û sivîlên kurd hatin kuştin.
Piştî ewqas kuştin û malxirabîyê daxwazên kurdan herî kêm otonom anjî federalizm dibû. Partîyên li ser navê kurdan, bi dengin xwe dikarin bibin xwedî hinek mafan an jî bikêmasî dikarin bibin sedema perwerdeyî ya zimanê kurdî.
Eger ku hemû partîyên kurdan, bi yek reng û bi bi yek dengî li ser hinek daxwazên gel bisekinîyan, di hilbijartinên pêşerojê da gelek bi ser diketin.
Mixabin sîyasetmedar û partîyên bakurê Kurdistanê li ser kuştî û mirina kurdan sîyasetê dikin. Ji bo daxwaz û neteweya kurdan, sîyaset û rêyek şaş û nebaş dişopînin.
Sîyaseta kurdan ya li ser navê komara demokratîk û wekhevîyê ne raste. Rastîya wî jî tûne ye. Piranîya wan sîyasetmedarên kurdan bûne pepûk û ketinê destê çepkirên kemalîst û îslamîtên tirkan.
Bi wê sîyaseta qirêj û xûlamtîya ji bo partîyên tirkan, ji bo miletê kurd tiştek bi dest nakeve. Partîyên tirkan hemû di felsefe û sîyaseta wanda ne biratî ne jî wekhevî cîh nagre û ji vir şunda jî cîh nagre.
Xwedêgiravî, ew partîyên li ser navê kurdan sîyaset dikin, rasterast bi derew û teslîmîyetê karê xwe dikin. Serok û rêvebirên wan jî, ji bo wekîltîya li parlamentoya kemalîst, miletê kurd bi erzanî difroşin.
Îro piranîya Kurdên Bakur, T. Erdogan neyar, lê K. Kiliçdaroglu, E. Îmamoglu û Asena Meralê, Mansur Yavaş û hevalbendê wan jî dost dibînin. Lê ew û Erdogan, hemû parêzvanên rejîma kemalîst û neyarê miletê kurd in.
Zîhnîyet û sîyaseta tirkan li ser yek ziman, yek al, yek netew û yek miletbûnê cîh digre.
Hemû partîyên tirkan jî, Kurdan bêçare û wek hemal dibînin.[1]