Kurd û dîrok
Sıraç Oğuz
Ji destpêka herba 93an heta yekemîn şerê cîhanê û damezrandina komara kemalist, gelek firsendên bêhempa ketin destên kurdan.
Mixabin, kurdan her carî ew firsend bi kar neanîn û ew firsendên baş kirin qûrbana omeda îslamê û berjewendîyên xwe yên şexsî. Serokên eşîret û Alayên Hemîdîyê û hinek dîndarên kurd, bi Împaratorîya Osmanî ra tevgerîyan û ji bo tirkan şer û xûlamtî kirin.
Dema herba 93an di navbera Ûris û Tirkan da destpêkir, ji tirkan zêdetir kurd li dijî Ûris şer kirin û hatin kuştin. Di dawîyê da Artêşa Osmanî têk çû lê kurd jî pêrîşan bûn.
Dema ku şerê cîhanê destpêkir, împaratorîya Osmanî bi alîkarîya Almanyayê êrişî Împaratorîya Ûris kir. Şer heta 30 Cotmeha sala 1918an dewam kir. Di şer da ji 130 hezar leşkerê Osmanî hatin kuştin, 90 hezarê wan ji birçîbûn û ji seqemê mirin. Tê gotin ku ji wan sedî 95 kurd bûne.
Gelek çavkanîyên devokî dibêjin, di qirbûna leşkeran da xeberê didin Enver Paşa. Dibêjin, „paşa me şer wenda kir leşkerê me hemû qirbûn, leşkerên şer bikin jî neman.“ Enver Paşa jî dibêje,“qet xemgîn nebin me şer wenda nekir emê bi sebir bin û emê biser bikevin. Esil me şer qezençkir, ji ber ku, hûn jî dizanin ewên qirbûne hemû Kurdin. Loma, tu zerarekî me yê neteweyî wenda kirinê hê çênebûye.“ Bi rastî wê demê Enver Paşayê Tirk, pirsgirêkên kurdan baş nas û fehm kirîye.
Piştra li hemû wîlayetan kurd bi dil û can li dijî Rûsan bi tekbîr û selawatan şereke giran dikin. Lê ne ji bo netewa xwe, ji bo împaratora Osmanî û temsîla omedê. Tirkan bi qûweta kurdan Rûs ji Kurdistanê derxistin. Piştra vegerîyan ew serokên Alayên hemîdîyê, dîndar û koleyên omedê, hinek ji wan girtin û kuştin. hinekan jî bi destên zorê ji war û welatên wan qetandin û dan nefîkirin.
Di destpêka komara Tirkîyê da, dîsa firsendek baş ket destê kurdan. Ew jî serhildana di bin Serokatîya Şêx Seîd da bû. Li dijî serhildanê, leşkerên bi navê artêşa tirkîyê kes namîne. Mixabin serhildan bi îxaneta Kurdan bi dawî dibe. Şêx Elî Riza vê yekê di pirtûka bi navê, bavê min Şêx Seîd’ da bi kurtasî baş anîye ziman.
Ji wan, du mînak bêtir bala min jî pir kişandibûn. Ew jî di nivîsa li ser pirtûka bi navê bavê min Şêx Seîd da Îkram Oguz anîbû ziman.
Yek di derbarê têkilîya Kurd û Îngilîzan da, ya din jî di derbarê têkilîya Kurd û Ûrisan da ye.
Gor gotina Şêx Elî Riza, di destpêka sedsala 20an da Îngilîz û Kurd li bajarê Silêmanîyê civînek li dar dixin. Ji kurdan Şêx Mahmud, Seyyîd Taha, serokê eşîreta Gerdîyan û Xoşnakan, ji Amedê Selîm Axa û Mahmûd Axa, Simko û gelek kesên din beşdarî civînê dibin.
Di civînê da Kurd ji Îngilîzan daxwaz kirine, ku ew li ser soza xwe bisekinin û çek û sîlehan bidine wan…
Îngilîzan bersiva kurdan da ne û gotine; “Em çek û sîlehan bidin we û hûn jî careke din dîsa werin, bi çek û sîlehên me şerê me bikin… Hûn herin bi tirkan ra şer bikin, ku em jî bizanibin hûn ne dostên tirkan in…”
Şerê Osmanî û Ûrisan şereke domdar e. Li qada şer kesên ku li dijberî Ûris şer dikin tenê kurd in. Generalekî Ûris rojekê ji mirovên xwe ra gotîye; ”Herin ji kurdan yekî bigrin û bînin, em ji wan bibihîzin ku derd û kulen wan, daw û doza wan çî ye, ji bo çi şerê me dikin?”
Dema ku kurd û general hatine rû hev General ji Kurd ra gotîye; “Ez bi miletê we ra şer nakim. Jixwe ez leşker nebama beşdarî şer jî nedibûm. Ez leşker im û ji bo karê xwe jî mûçe distînim. Loma heta ku leşkerîya min biqede, ez mecbur im beşdarî şer bibim. Lêbelê ez we fam nakim. Me şerê we nekirîye û hûn jî ne leşker in. Hûn xelkê vê herêmê ne û pêwîstîya Tirkan jî, ya Osmanîyan jî ya me jî bi we he ye. Kîjan dewlet ya jî hukumet bi ser bikeve, ji bo we ferq nake. Jixwe ra li cîhê xwe bisekinin û şerê me nekin. Dawxazeke we ya din hebe, bejin ku em alîkarîya we jî bikin…”
Kurd wek bersiva ji general ra gotîye; “Hûn kafir in, em we bikujin terin bihuştê, hûn me bikujin, em şehîd dikevin û dîsa terin bihuştê…”
General matmayî ma ye û bi zimanê xwe gotîye; “Qezenca du alî, gelo kê Kurd wisa xapandine û ev tişt kirine serê wan…”
Ji ber wê jî îro di destê kurdan da firsendê zêrîn hene. Ҫavê hemû cîhanê li ser kar û tevgera kurdan e. Kurd jî êdî dost û hevparê xwe gerek baş hilbijêrînin.
Kurdistan sed sal berê bi navê peymana Sykes-Picot hat perҫekirin. Ew dewletên wê qerara bêyom girtibûn îro alîkrîya kurdan dikin.
Li dinyayê çend miletên bindest mane û bi her awayî di bin destê dagirkeran da bêçare û belengaz dijîn. Ji netew û kultura xwe dur, ji reng û zimanê xwe dur di nav xeterêda dijîn.
Ji wan milletan yek jî kurd in. Miletê kurd di nav çar dewletên dagirker da per û perîşan e. Her çiqas li hinek hereman da birêvebirbin jî piranî ya Kurdistanê hê jî di destê dagirkeran da ye. Îro li ser erdê Kurdistanê û li dîsporayê da nêzîkî pênce mîyon kurd dijîn. Lê hê jî bê dewlet û bê xwedî ne.
Ji ber ku kurd hê nebûne milet an jî nehatine merhela xwedî dewleteke serbixwe.
Bi navê dost û biratîya gelan û bi navê omedê, bi gotinên wan qeşmerên tirk, ereb û eceman bawer dikin…[1]