Netew û Ziman!
Sıraç Oğuz
Neteweya kurd organîzmayekî zindî ye û bedena wî, welatê wî Kurdistan e.
Pirsgirêka neteweyîbûnê ji bo kurdan, berî her tiştî pirsgirêgekî herî ewzel e. Ji bo netewebûnê nirxên pir hesas hene. Li wan nirxan xwedî derketin wezîfa hemû kurdane. Ew nirxên herî sereke evin.
Ziman, dîrok, erdnîgarî, ccand û nirxên exlaqî ne.
Karên li xwedî derketina nirxên neteweyîbûnê karên mûhîm in. Ne dereng, ji îro şûnda eger kurd li van nirxan bi dil û can xwedî derkevin, ewê bibin netewe û di nav dîrokê da cîyê xwe bigrin. Lê xwedî dernekevin, hebûn û neteweyîbûna kurdan, dê di nav rûpelên dîrokê da bimîne.
Netewa Kurd bi parastina van nirxên hevpar dibe.
Mixabin sed sal berê bi destên dewletên emperyalîst Kurdistan hate perçe kirin. Ji ber perçebûnê netewa Kurd û zimanê Kurdan ket nav xeterê. Ne bi destê yek dewletekî dagirker, Kurd bûn hêsîrê çar dewletên hov û nezan. Ji ber vê yekê di nav kurdan da bê hemdî cûdayî jî çê bûn. Loma kurd nikarin yekîtîyeke neteweyî damezrînin. Lê Kurdên li her çar perçeyê Kurdistanê dikarin bixwedîderketina zimanê xwe bibin netew û xwedî dewlet.
Stûneke esasî ya netewebûn û civakê ziman e. Mirina ziman mirina neteweyê ye. Ziman ruhê civakê ye, ziman bê jibîrkirinê û wenda bibe, civaka kurdan jî bi bîrkirina ziman ra têk diçe. Gerek kurd li hebûn û ruhê xwe li zimanê xwe xwedî derkevin. Miletê kurd dikare li dijî daxwaz û înkarîya dagirkeran derbikeve. Ew jî bi xwedî derketina zimanê. Gerek her kurdek li mala xwe dibistanek ava bike. Eger kurd zimanê xwe biparêzin û zindî bin, ewê bi qûwet û bi hêz bin.
Wateya neteweyîbûnê ewe ku, beri her tiştî bi nirxên netewîbûnê perwerde û bibin xwedî dewlet. Yanê heya kurd nebin netew û netewexwaz, nikarin bibin xwedî dewletek serbixwe.
Dewlet bi destê kesên ku ji alî milet va tê hilbijartin va tê birêvebirin.
Îro hinek partî û kesên ku daxwazên ji bo yekîtiyê dikin, an jî ji bo Kongreya Neteweyî daxwazê xwe tînin ziman jî bila bizanibin ku, heta dewleteke serbixwe neyê damezrandin, Kongreyekî Neteweyî jî nayê avakirin. Jiber ku Kurdistan çar parçeye û her perçeyekî wê jî xwedî proplemê ji hev cûda nin.
Lê belê Kurd li ser her perçeyekî Kurdistanê di nav xweda dikarin yekîtiyê çêkin.
Hinek partî otonom, federasyon an jî xweserîyê dixwazin, hinek jî ne daxwazên wan, ne jî kirin û kiryarên wan kifş in.
Wekî mînak, hemû rêxistinên Kurdistana Bakur hê zimanê xweyên zikmakî bi kar naynin û jê dûr in. Piraniya wan bi zimanê neyarên xwe dijîn û xebata xwe ya sîyasî jî bi zimanê wan dikin.
Halbûkî ji alî gelek cîvaknasan jî tê dîyar kirin ku, Kurd bindest in û heta ku zimanê xwe bi kar neynin nikarên bi serkevin.
Sedem vê yekê mirov dikare bibêje, berî her tiştî ji bo yekîtiyê divê rêyek hevbeş hebe. Ji wan rêyan yek û ya herî bê rîzîko û baş jî axaftin û xwendina bi zimanê zikmakîye.
Bê ziman ne Kurd dibn netew ne jî dkarin bibin xwedî dewlet![1]