Gulî Şadkam, di sala 1974 an de li gunê Asîbilaxê Qoçanê ji dayik bû. Li zanîngeh maşhedê, beşa fîzîkê xelas kir. Di navbera salên 1988 û 2007 an de karê rojnamegariyê kir, ji sala 2004 an ve li ser Kurmanciya Xorasanê diebite. Gulê Şadkam, xemxureka folklora kurdan e û bi salan e berhevkariya gelek kerestyên folklorîk kiriye û dike. Hêjayî gotinê ye ku pirtûkeke wê ya ji bo zarokan a bi navê (Paçesorê) hatiye çapkirin. Ew bixwe li Xorasanê dijî.
pispora folklorê ye û bi alîkarîya #Celîlê Celîl# nêzî 3000 helbestên kurdên Xorasanê di qaliba sêxiştîyê kom dikin. Gulê Şadkam li karê dîzayna cil û berkên kurdî jî çalak e. Herwiha wê heta niha bi dehan terh û berhemên kurdên Xorasanê li Îranê bi navê kurdên Xorasanê qeyd kirin.
Nivîskara Gulî Şadkam li cîhanê bi berhemên xwe yên hêja tê naskirin. Demeke dirêj senaryoya Malbat û Jiyan, Xwe-Alîkarî jî nivîsî. [1]