Rojhilata Navîn û Kurdistan
Sıraç Oğuz
Li rojhilata navîn pirsgirêkên dewletên herêmê û navneteweyî roj bi roj kûr dibin.
Îran bi salane dixwazê xeta bi navê „hîlala şiitîyê“ berfireh bike. Îran li rojhilata navîn, ji Iraqê, heta Afganîstan û Pakîstanê, gav bi gav vî xeta Şîîtîyê bikartîne.
Îran bi navê heştî şahbî li ser Başûrê Kurdistanê bandorek mezin ҫêdike. Kerkûk, Şengal û ҫend navҫê din dagir kirîye. Ji bo ku Kurd nebin xwedî dewlet her fêlbazîyê dike. Lê Amerîkayê ambargoya daye ser Iranê, hê jî tesîra wî, li ser rejîmê û têkҫûna Iranê tiştek li ber ҫevan ҫê nekirîye. Lê bawerî ewe ku iran, ji ber ambargoya navneteweyî û ji pirsgirêkên aborî û navxwe da mitleq têk biҫe.
Ji alîyên din, du sal berê Tirk bi hezaran leşker û bi tîmê îslamîst bi hovane ketin Rojavayê Kurdistanê. Bajarên Efrînê, Serêkanîyê û ҫend navҫeyên din dagir kirin. Bi destê ҫeteyên hovane li gelê Kurd zilm û zorê dikin.
Ҫend hefteye bi deh hezar Leşker û bi dehan balafirên şer li herêma Heftanînê û gundan bombebaran dikin. Heta roja îro bi dehan sîvîl hatin kuştin û bi dehan gund vala bûn.
Bi rastî Tirk dixwazin xeta bi navê „kizil elma-turanci“ bi cîh bînin. Dixwazin li rojhilata navîn ji nû va wek dema împaratorîya Osmanî dîsa bibin xwedî bandor. Armanca wan jî ewe ku hemû Tirkên li ser rûyê cîhanê, di bin banê împaratorîya Osmanî da bikin yek deng.
Hovîtîya dewleta Tirk û Iranê li ser Kurda ne ew tenê ye. Tirsa wan ji ber dewletbûna Kurda ye.
Pirsgirêkên rojhilata navîn ne ew tenênin. Ҫend roj berê teqîna li Beyrûdê carêk din bala dinyayê kişand.
Fransa bi lez ket nav tevgerê, bi Lubnanê ra peymanên nû ҫêkir.
Wekî din peymana Misir û Lîbya, piştra Yûnanîstan û Misir li ser Rojhilata Derya spî, peymana ji bo lêgera gaz û petrolê ҫêkirin.
Tirkîye û Yûnanîstan li derya spî ji ber gera petrolê û li ser danzdeh mîlê deryayê di nav pevҫûnêdane. Li derya egê û li ser danzdeh girava, dîsa ketine nav îxtilafê.
Wek tê zanîn ku êdî li Rojhilata navîn neqşeyê welatan jî bê guhertin.
Kurd îro li Başûrê Kurdistanê xwedî mafên niv dewlet, bi rêveberîya federal û xwedî parlemento ne.
Kurd ji bo amadebûna dewletek serbixwe, bi sazîyê xwe yên neteweyî amade ne. Li Başûrê Kurdistanê, ji nûnerên şêst û pênҫ dewletan, bi nav û nûnertîya koalîsyona navneteweyî ji alîyê leşkerî da tên temsîl kirin.
Li başûrê Kurdistanê nêzîkî heyştê dewlet bi konsolosxane û nûnerên xwe tên temsîlkirin .
Ji ber ku Başûrê Kurdistanê di nav dewletin navneteweyî da, bi sîstema federel û fermî tê naskirin.
Li Rojavayê Kurdistanê jî gavên baş tên avêtin. Her ҫiqas bi fermî statû ya federal an jî parlamento tûnebe jî, ji alîyê gelek dewletan va wek de fakto tê naskirin. Heta bi şîrketên navneteweyî ra ji bo derxistina petrol û gazê peyman hatin ҫêkirin û ji bo statûyek fermî gavek girîng hate avêtin.
Rojavayê Kurdistanê, ji alîyê leşkerî û paraztina navxweyî gelek pêşketîye. Ji bo yekdeng û yekrêzîyê, bi hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê, di bin ҫavderîya QSDê da bihevkirin û ji bo statûya fermî dixebitin. Rojavayê Kurdistanê ji alîyê leşkerî jî xwedî quwet e. Hebûna leşkerê Emerîkayê ji bo parastina wan wek sîwanek e.
Îro pirsgirêkên di nav rojhilata navîn da diqewimin, ihtîmalek mezin, dibe bê şer neqede. Sedî sed ewê li rojhilata navîn neqşekî nû bê ҫêkirin. Di nav vî neqşa nû da bêguman Dewleta Kurd jî wê têda cîh bigre.
Rêveberên Kurdan bixwezin an jî nexwazin, di nav pîlan û programên Amerîkayê da li rojhilata navîn Kurdistanek serbixwe cîh digre.
Loma Dewletên dagirker, Iran û Tirkîye bi her avayî mudaxeleyî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikin. Ji bo şerê birakujîyê rû bide, bi fêl û fêlbazîyê ҫi xirabî ji destê wan tê, dikin.
Lê ev fêl û fêlnbazîya Tirk û Iranê êdî bêfeyde ye. Ew jî baş dizanin ku, dê rojekê dora parҫebûnê were serê wan jî.
Ji vir pêda divê Kurd ji bo dewletek serbixwe karê dîplomasîyê bikin û bixebitin. Encax bi karê girîng û bi dîplomasîya navneteweyî dikarin biserkevin.
Ҫiqas dost û hevalên Kurdan hene, bi dengê bilind bangazîyê li Kurda dikin û dibêjin karê xwe yên girîng bidin ser dîplamasîya navneteweyî.
Rewşa rojhilata navîn û nanokîyên li derya spî diqewimin, ew bi awayekî fersendek baş e ji bo Kurdan.
Bes ku Kurd firsendên dikeve destên wan bikarbînin.[1]