Di Demên Awarte de Şerha Serbestî û Kevana Destgîr
#Ferzan Şêr#
Di ferhenga faşîzm û îqtîdarê de rewşa îstîsnaî wekî rewşa awarte (bi osmanî orfî îdare) tê pênasekirin. Demên awarte di heman demê de ji nû de sazkirina pergalê ye. Derveyî huquqa heyî, bi awakî “derhiquqî” di nav “huquqê” de qadek tê vekirin. Pergal ji wê qadê bêhn distîne. Li gor Walter Benjamin jî rewşa di navbera serdest (faşîzm) û bindestan (ên çewisandî) de tim rewşên awarte ne. Rewşa awarte bûye qayde (rêzik). Loma jî divê faşîzm têk biçe da ku bi termên Benjamin “rewşa awarte ya rasteqîn” derkeve holê.
Bi kurt û kurmancî, faşîzm ji bo karên xwe yên gemarî veşêre, wek em dizanin hiquq qehbika wê ye, kirasek bo namûsa qehbikê digere, ew kiras jî rewşa awarte ye. An na ji bo bindestan rewşa asayî ku lîberal jê re dibêjin îstîqrar, bi xwe rewşeke awarte ye.
Qesta min ji vê rewşa awarteyê di vê nivîse de ew demên in ku şer germa germa ye, bi awakî kiryarî rewş awarte ye. Mînak demên şeran, demên darbeyan, demên rizgariyan û hwd. Di van demên awarte de tim navendek heye, ew navend jî wekî babilîsek hemû tiştê derdora xwe dikşîne hundirê xwe, dûre davêje cihên dûr.
Ev çend salên dawî kurd û Kurdistan ji demên xerîb re derbas dibin, rewşa awarte kelek daye xwe. Demên pêşîn ên pro-dewletî, tecrubeyên avakirinê dijîn. Bo nimûne berî civîn û konferansan merşa netewî “Ey reqîb” tên xwendin, ji bo şehîdên Kurdistanê rêzgirtinek çê dibe. Belkî di civînên berê jî hebûn, lê di van deman de hîn berbiçavtir e. Reng û dengên netewî û cemawerî bo hestên hevpar ên kollektîv girîng in. Ên kurdan du sê car girîngtir in. Lê divê ev rêz û hormet jî li gor naveroka civînê, li gor peywendiya wê çalakiyê be. Li her derê nabe. Bifikrin bijîşkên kurd li ser tenduristiya gurcikan konferansek çê dikin, her kes radibe ser piya bi hev re merşa netewî dixwîne. Nabe helbet. Bo nimûyeke din jî em li tirkan binêrin. Tiştên berbiçav ên mîna daleqandina alayên bi malan ve rûtîna wan e ji xwe, lê mesela di maçan de, di maçên naxweyî de, dema du tîmên tirk futbolê dilîzin jî marşên tirkan tên xwendin. Di cejna zarokan de, roja yekşemê destpêka mektebê û roja înê dîsa heman tişt. Ev êdî ji hesteke hevpar dertê, dibe seramoniya rûxandina hişmendiyê, hişmendiya mirovî ber bi faşîzmê ve diçe.
Heman tişt di demên serdestiya leşkeran de çê dibin. Di demên şeran de peyv di devê tivingê de ye. “Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane”. Dema ez di kanalên kurdî de dibînim ku kurd bi kincên leşkerî tevlî civînan dibin, bi min xerîb tê. Mesele ne ew e ku çima tev lê dibin, ji xwe ew jî belkî bi hişeke leşkerî naçin wir. Dema em van hûrgiliyan dipeyvin, di întelîjensiyaya kurdan de gelek caran ev deng bilind dibe: “ne dema axaftina van tiştan e”. Gelek caran jî ji bo ku gotina xwe piştrast bikin, demogojiya “şervaniyê” tê kirin. Lê belê em li vir keda şervanan, kesên berdêldayî nîqaş nakin. Em bikin jî ji xwe ev karên han qîmeta keda wan kêm dike, bilind nake. Ez dixwazim balê bikşînim ser wê kevanê. Di demên awarte de ji bo hûrguliyên bi vî rengî kevan vedibin, destê civakê girê didin. Ew kevan tu carî nayên girtin û her ku diçe zêde dibe û wekî kîsa gunehkariyê li pişta civakê siwar dibe. Sêwirandina çareserkirina van tiştên biçûk tim bo pêşerojê tê îpotekkirin. Ez van îpotekan wekî “girêka îpotekirî ya pêşerojê” dibînim. Mirov şûşeyeke plastîk bavêje behrê behr qirêj nabe, lê her kes her roj bavêje ew ê di pêşerojê de behr gemarî bibe.
Mesela mirov dema şerhek datîne dibêje, “bila di civînên sîvîl de kesên leşker nebin”, hinek jî dikarin bibêjin ku “bila hebin ma çi dibe, bila kevanek û pirsgirêkên me yên wiha hebin, çi pêhatiye; ma ji dijminên me dijwartir in”. Bi ya min ev mesele jî çandek bi xwe re tîne. Em dîsa xwe bispêrin tecrubeya serdestên xwe. Mirov ne bes ji serhatiyên xwe tecrube digre, dikare ji azmûna serdestên xwe jî, dijminên xwe jî xwendinên berovajî bike. Tirkan leşkerî kirine perçeyeke çandê xwe. Mînakek pirr balkêş e mesela di nivîsên wordê de çar şêwazên rêzkirina nivîsê hene; yek jê pişta xwe dide milê çepê, yek jê dide milê rastê, yek jê navînî ye yanî pişta xwe nade tu aliyî, ya dawî jî pişta xwe dide her du aliyan. Di akademiya tirkan de piranî ew e ku pişta xwe dide her du aliyan. Ew jî li gor nîzama leşkerî ye, di vê her tişt wek hev e, sîmetrîk be. Li gorî rêza leşkeran rêz dikin.
Ji bo silametiya civakan di van demên awarte de ji vekirina kevan bêtir, girtina kevanan girîng e. Ji kevanên girîngtir jî şerh e. Di her demên awarte de divê mirov şerhan deynin, şerhên xwe diyar bikin. Ji vekirina kevanan bêtir, ew şerhên biçûk dikarin civakan ber bi serbestiyeke rasteqîn ve bajon. Loma tu carî, ji bo tu armancên pîroz taloqkirina û paşguhkirina meseleyên civakî ne ji bo xêra wan civakan e.
Bi peyvê be, di her pirsgirêkên civakî de dem, “tam dema axaftina van tiştan e”.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
http://www.bas-haber.com/ku/article/2787/di-demen-awarte-de-serha-serbesti-kevana-dest[1]