Berxwedana Geziyê: Azmûna Şidetê û Perçebûn
#Ferzan Şêr#
Di bûyerên civakî de dema serhildanek, raperînek ango berxwedanek diqewime li gel paşxaneya xwe ya civakî, li gor şert û mercên wê civakê rû dide. Li Tunusê xortek xwe şewitand, çîrûskê bihara ereban pêxist. Li parka Geziyê çalakvanên sîvîl li dijî jêkirina darên parkê kon vedabûn. Roja ku zabita çadirên çalakvanên parkê şewitandin, bi girseyan ji hemû hêlên stenbolê, ji hemû bîr û baweriyan kes rabûn piya, ber bi Geziyê ve berxwedanek dan destpêkirin. Polemîkên pirhêlî derketin; “kurd û kemalîst di eniyekê de ne”, “Gezî darbexwaz e”, “Dar li Kurdistanê jî dişewtin”, “kurd çima ne li Geziyê ne û çi karê kurdan heye li Geziyê”, “Kesên li parkê radikevin giş homseksuwel in” û her wekî din tiştên wiha. Li dijî vê yekê gelek kes bûn qurbana îdealîzekirina zêdeyî ya Geziyê jî. Ji Geziyê şoreşa Cotmehê derxistin, komûna Parîsê derxistin, çîroka wê dûr û dirêj dibe. Bes bi çend hêlan ve ne ji bo her kesî be ji bo min balkêş bû. Xwendina min li ser xwe-perwerdekirina Geziyê û li ser şikestina wê ye. Ev her du xal balkêş in. Gezî piştî şikestina ablukaya polîsan heya şikestina xwe xwar çawa xwe bi rê ve bir û Gezî çima zû şikest?
Roja ku ablûkaya polîsan şikest û park ket destê berxwedêran pê ve hêdî hêdî li parkê çandek dane rûniştandin. Her kelûmelên jiyînê dihatin parvekirin, pêdivî dihatin dabînkirin, birîndar dihatin dermankirin, deriyê hemû dikanan camekanên wan şikestî bû lê dizî nedibû, vexwarina alkokê ji qadê hat dûrxistin hwd. tiştên wiha gelek bûn. Wekî şanoyeke ûtopyayekê bû. Lê rastî her tim zora ûtopyayan biriye, rastiya şoreşan nakokiyên wan in. Nakokiya Geziyê ne şîdet û sîvîlbûn bû, nakokiya Geziyê ew bû “serdest” û “bindest” li hemberî “serdesteke” din hatibûn cem hev. Nakokiya herî mezin ew bû “kemalîstan” jî xistibû eniya “berxwedanê”. Ne ku Gezî kemalîstbû, ango hevkariyek hebû, jixweber hatibûn cem hev. Lê ji der ve bi destê mihendiziya siyaseta Erdoğan, peşkek avêtin nava Geziyê gotin ku ew kesên “vandal, terorist” û hawirparêzên spî û baş ji hev cuda ne. Di vir de peşka ji derveyê gelek girîng e. Ji ber ku ji derve hat, kir ku rê li ber manipûlasyona dewletê vebe. Di pirtûka Jiyan û Helwest de ji bo van manipûlasyonan Fuad Onen wiha dibêje: “Gava ku tu ji rojeva xwe dûr bikevî û rojeva ku sîstem li te ferz dike tu bipejirînî, êdî tu dikevî rewşa manîpûlasyonê, nêta te çendîn paqij be jî, hek tu li rojeva xwe xwedî dernekevî û têkoşîna xwe li gora rojeva xwe nedomînî, êdî tu dikevî sînorê manîpûlasyona sîstemê”. Bi vê nîqaşê re, bi peyvên “gelo birra jî em û vandal yek in, belê rast em ne vandal in, em vandalan ji xwe dûr bikin” re, nakokiya Gezî ber bi manîpûlasyon ve guherî.
Serê sibehekê, ne şaş bim 11ê hezîranê bû, rayedarên dewletê ji megafonan bang kirin: “Em ne li dijî we hawirparêzan (ekolojistan), em li dijlî teroristên di nav parkê de ne, hûn vekişin parkê, me û şîdethezên terorist li qadê bihêlin”. Ew roj mîzansenek li dar xistin, hin kesan wek ku molotofavêj xistin qada Taksîmê, xwedêgiravî ew şervan bûn, ew roj avêtin ser avahiyên rêxistanan, qaşo Taksîm ji “vandalan” paqij bû. Dotira rojê em bêjin şîv hatibû xwarin, paşîva “karmendên paqijiyê” vê carê hawirparêzên dijî şîdetê bûn. Hawirparêzên li parkê qet nefikirîn bê ew ablukaya roja ewil çawa hat qulkirin. Ango li gor wan molotof tiştekî ne baş bû, lê bi zorê li ser dîwarên xelkê grafîtan xêz dikirin, nivîs û sloganan dinivîsandin. Dînamîka ku Gezî derxistin holê û dîwara tirsê ya ku Erdoğan lêkiribû bi riya mîzahê şikand, ew nivîs bûn. Lê ew nivîs bi xwe jî şîdet bû, bi zorê bû. Kesî ji dikandaran nepirsî “ji kerema xwe em dikarin çend pêkanokan li vir xêz bikin?”. Loma di navbera çalakiyên sîvîl û şîdeta şoreşger de her tim sînoreke ziravik heye. Li ba dewletê her du jî yek in, lewra divê mirov carina bi çavê dewletê lê bi awakî berovajî li xwe binêre. Û şîdetê jî baş pênase bike, ji hev du bike, da ku bizanibe bê li hemberî kîjan şîdetê ye.
Çavkanî: http://www.bas-haber.com/ku/article/2775/berxwedana-geziye-azmna-sidete-percebn.
[1]