Bi Derfetên Teknikan Ji Nû Ve Dagirkirina Kurdistanê
Bo Walter Benjamin
#Ferzan Şêr#
Nîqaşa di navbera Azîz Nesîn û Îsmaîl Beşîkçî de gelek navdar e. Di pirtûka Îsmaîl Beşîkçî ya bi navê Bir Aydın, Bir Örgüt ve Kürt Sorunu [Rewşenbîrek, Rêxistenek û Pirsgirêka Kurd] de bi dokumentên xwe cih digre. Azîz Nesîn tevî Sendikaya Nivîskarên Tirk dixwaze “qenciyeke mezin” bi gelê kurd ê “nexwende” bike, “sefereke edebî” ber bi Kurdistanê ve bike. Beşîkçî jî ji ber ku ev sefera edebî ne bi zimanê kurdî bi tirkî ye û her wekî din ji ber ku Sendika derbarê pirsgirêka kurd de tiştên ku dikevin ser milê wê pêk nayne rexne dike. Azîz Nesîn jî dibêje “ev zilamê por zer û çavkesk bivê nevê sîxûrê Îngîlîzan e”. Dewleta tirk bi dagirkirina Kurdistanê re, ji enstituyên gundan heya pirtûkxaneyên gerok di gelek qadan de “şîdeta zanînê” di ser kurdan de bi kar aniye.
Di van rojên bihurî de li Êlîhê li ser daxwaz û kêfa keçxaltîka xwe ya heşt salî em çûn “lansmana dibistana wê”. Dibistan jî êdî wekî karên avahiyan lansanmanan dikin. Bernameya wê lansmanê çêkirina waffle û atolyeya mûzîkê bû. Bi rastî dema mirov dikeve mektebê dibîne ku kampûsa mektebê û bexçe gelek qels in, kêm in lê avahî “pir teknolojîk” e. Tam şayesa vê îqtîdara Tirkiyê ye. Deriyên otomatîk ên bi şîfre, asansor, atolyeyên sporê, mûzîkê, qompîtûrê, wêneyê, xwarinê, dramayê hwd. çi bê bîra we heye li mektebê. Zarokên dibistanê ji me re waffle çêkirin. Li atolyeya mûzîkê jî hunerên xwe pêşkêş kirin. Hinek ji wan li piyano dixistin, hinan li gîtar û tembûrê. Dû re bi awakî koroyî stranên arabeskî (ku tê de mirin, êş û jan filan hebû), sirûdên netewî (sirûda Çenaqale), îlahî xwendin.
Demên me yên dibistanan ji destpêkên nodî heya heya serê duhezaran hatin bîra min. Wekî teknîk û amûr bes bilûr hebûn. Me dikaribû çend notayan jê derxin. Mamosteyên wê demê sê tiştan dixwestin; jiberkirina Andimiz (Sonda Me) û Îstîklal Marşi (Sirûda Îstîklalê) û bilêvkirina tîpa “k”yê. Andimiz di salên destpêkê de hebûn dûre Gençlige Hitabe (Xitabeta Bo Ciwanan) ya Ataturk diket şûna wê. Jiberkirina van sirûdan diket şûna azmûnan. Wekî din mamoste ji ber “qebebûna kurdan” gelek aciz dibûn, lewra li Anatoloiya Navîn tirkan tirkiya herî nazîk û ziravok ya “Stenbolkî” dipeyivin. Çiyê me ji wan kêm bû. Lazim bû kurd jî ji vê derfeta şarezabûnê kêm nemînin. Mamosteyên mûzîkî bi sebreke nedîtî tîpên “k”yê bi me didan bilêvkirin. Her ku me digot “qaxit (kaxiz)” ew digot “kağıt”. Mamosteyên mûzîkê wekî gelek mamosteyên din ji bo fêrkirina vê amentuya Tirkkirinê dihatin (tên) Kurdistanê.
Îro teknîk bi her hawî pêş ve çûye, ne tenê li welatên emperyalîst li hemû cîhanê wiha ye. Lez û beza teknolojiyê di asta herî bilind de ye. Bilûrên ku di kirtasiyeyan de dihatin firotin êdî nema tên firotin, kes guh nade wan. Keman, piyano, gîtar, tembûr ketine şûna wan. Li gel fêrkirina sirûdên neteweyî, hestiyariya zarokan jî kirine armanca xwe. Êdî zarokên nû jî, ne mîna me “kerr” in, zû fêr dibin. Loma wekî dem gelek demên wan ên vala jî çêdibin ku mamoste bi stran û karên hînkirina amûrên mûzîkê re “eleqedar” dibin. Şûna sazûman û pergala “jiberkirinê”, bi kêf û şahî fêrkirina amûrên mûzîkî, karên komî (koro) bi cî kirine. Lê dema mirov li naveroka dersên li dibistanên Kurdistanê tên dayîn dinêre dibîne ku naveroka dagirkeryê neguheriye. Belkî ên berê çêtir bûn jî. Hingî zarok aciz dibûn ji wan jiberkirinên tengezar û acizker helwesteke zarokane li hember datanîn, kenê xwe bi wan sirûdan dikirin, ew deforme dikirin. Pêkanokan, henek û qerfan di derbarê wan de diafriandin. Di 23 Nîsanan (23'ê Avrêlê) de dema helbesta “bugun 23 nîsan (îro 23'ê Avrêlê …)” dihat xwendin, zarok digotin “Bugun 23 Nîsan, Ataturk girê dan…”. Lê îro dema zarok sirûdên neteweyî ên tirkan li gel amûrên mîna piyano, gîtarê dibêjin bi kêf û coş in, direqisin, dilîzin ji xwe re. Têkiliyek di navbera amûra mûzîkê, xweşî, coşî û naveroka wan sirûdan de saz dikin bivê nevê.
Amûrên nû, alavên nû, teknolojiyên nû ji hêlekê ve pêşketinên baş in, gelek nexweşînan derman dikin, gelek tiştên mirovan pratîze dikin, dem û lezeke bêhemba bo mirovan terxan dikin. Ji hêlekê ve jî gelek xerabiyan tînin serê mirovan: çekên şerên mezin, karesatên nukleerî, pêlên elektromanyetîk, kanserojen çendên ji van in. Em nêrînên paşverû ên ku ji bînî ve wekî îcada gawiran baş nabînin jê derxin, li gor şîroveya mirovan diguhere; dibe ku mirov bibêje di xizmeta mirovahiyê de ye, dibe ku bibêjî bela serê mirovahiyê ye. Ev xetên zelal in. Ên ne zalal jî hene ku carinan jî li gor pratîkên mirovan teşe digrin. Bi kurtî ev e mesele; jenandina kemanê ji hêla hunerê ve pêşveçûnek e, lê ger naveroka ku li mektebê tê dayîn sirûdên nijadperest bin, naverok teşeyê dixwe, dikeve şûna wê. Şûngirtina wê jî ne tiştekî asayî ye ku mirov ji nişka ve xwe an yekî/ê jê bişo ango guh nedê. Lewra mirov dema ji amûran dûr bibin dikarin wan amûran ji bîr bikin. Lê ew naverok (sirûd) ne wiha ne, mirov çiqas jî bikarneyne di derhişa mirov de carek bi cî dibe, jêbirîna wê ne pêkan e, ancax mirov kare wê biçewisîne. Ew jî arazek dihêle di (der)hişsaziya mirovan de. Dê û bavên zarokan di ber xwe de dibêjin “tişta nabe dema zarok mezin bibe ew ê fahm bike” ango “bila neha bi tirkî bipeyve ji xwe dema mezin bû ew ê qîmeta kurdî zanibe, xizmeta gelê xwe bike”. NA, ne wisa ye. Dagirker karên we li dijî wan be jî ger bi zimanê wan be jê razî ne. Dixwazin ku ji dêvla hûn kurdî nifira li wan bikin, bi tirkî sixêfan bikin. Bi kurt û kurmancî zarok afrîner in, dikarin ji textê çek, ji daran keman çê bikin. Dema zarokên kurd di dersan de li kemanê nexin tiştek ji wan kêm nabe, lê ger li mekteban li gel sirûdên tirkan û stranên wan ên erebesk û îlahî hînî kemanê bibin, tevîheviya di hişê wan nema saz dibe.
Wekî ku Beşîkçî ji Azîz Nesîn dipirse, em jî bipirsin: “hûn zarokên kurd hînî keman û piyanoyê dikin, lê bi kîjan stran û sirûdan?
Têbinî
1'ê nîsana 2016'an
http://www.bas-haber.com/ku/article/1470/bi-derfeten-teknikan-ji-n-ve-dagirkirina-kurd
[1]