Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,336
Wêne
  124,191
Pirtûk PDF
  22,101
Faylên peywendîdar
  126,111
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,178
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Hemû bi hev re 
274,435
Lêgerîna naverokê
Di Diyasporayeke Kaotîk de Şopên Populeriyê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ferzan Şêr
Ferzan Şêr
Di Diyasporayeke Kaotîk de Şopên Populeriyê
#Ferzan Şêr#
Romanên li diyasporayan ango ên li sirgunan tê nivîsin dema bi zimanê wan welatan tê nivîsin “piranî” behsa mijarên egzotîkî ên welatên xwe dikin ku ev ji hêla welatên ku lê ne gelek tê ecibandin, lowma jî ev cure nivîskar piraniyan wan ên “serketî” dibin “bestseller”ên cîhanî. Khaled Hosseini yek ji mînaka herî navdar e. Lê ên ku ji bo domandina hunera nivîsandinê ango ji sedemên siyasî reviyane çûne derveyî welatên xwe, dema bi zimanê dayikê dinivîsin jî “piranî” mijarên ku mişt daxwazên vegerê di wan de hene bikartînin, lehengên wan tim ji bo çûna welat û ronakkirina welat hewl didin. Firat Cewerî di piraniya berhemên xwe de vê yekê pêşkêşî me dike. Helbet ev şayeşandina min wêneyeke mezin e û di hurgiliyan de gelek berhemên berovajiya van jî hene, peyda dibin. Romana Mîr Qasimlo ya bi navê Kaos-1: Key Arîstoyek ji van romanan e ku jêderka jorîn a “giştîkar” berovajî dike. Key li Almanyayê karmendek e û her ku lehengên alîkar di derinan de jê zêdetir xuya bikin jî, kêm zêde em çîroka Key dixwînin ku giş li ser têkiliyên wî yên cinsî ava bûne. Ne di hişê Key de ne ji di yê lehengên din nostaljiyeke welat nîne. Belê di çîroka Efsuleyê de ku yek ji wan dostika Key e, trawmayeke bingehîn a ji welêt mayî heye. Mêrê wê ji ber tahdeya dewletê û işkencekirina wan ji mêraniya xwe bûye û ev yek jî berê wê ber bi singê Key ve ajotiye. Her wekî din di vê mijarê de dapîra Serdil tîpeke balkêş e. Dema diçin xwazginiyê di nerîna wê ye li ser Almanan, axaftinên wê yên li ser wan, acizbûn wê ya ji cilên bûka xwe (daweke kin li xwe dike), gelekên tiştên bi vî rengî nîşan dide ku pîrê, pîreke Kurdistanî ye. Lê di romanê de wekî tîpeke komîk, komîkbûna wê jî eyn wek komîkbûna dapîrên me ye ku ew nîşaneya guherînên di navbera nifşan de ye lê ez wê şikestin û cihgirtina wê ya di vê romanê wekî şikestineke kategoriyî ya cureyên romanên diyasporiya kurdan jî dixwînim. Di romana Kaos-1 de wek min li jor xêz kir ew wêneya mezin a li benda vegotinekek mezin û nostaljik e hatiye derbaskirin û romanek bes xwe di nav wê çanda entegre(ne)bûyî de vedibêje.
Dema mirov bala xwe bide “bestseller” ên di cureya yekemîn de a qalkirî de teqez di wan listeyan de romanên “populer” (wekî cureyek) ên vî zimanî hene. Romana Kaos-1 ji ber hin taybetmendiyên xwe dişibe romanên populer. Ji romanên populer qesta min ên mîna Grinin Elli Tonu [Pêncî Tonên Cûnî] ya E. L. James, Aldatmak [Xapandin] û Son Oyun [Lîstoka Dawî] ên Ahmet Altan hwd. in. Di van romanan de sînorên ehlaqî ya civatê tên paşguhkirin, jinên “doxînsist” û mêrên “doxîsist” hemû naveroka deqê li gor fantaziyan dadigrin. Di dawiya van de teqez bûyereke trajîk jî rû dide, mala jinikê xera dibe, mêr yekî dikuje, jin xwedikuje her wekî din tiştên bi vî hawî. Û giş ji wan jî wekî vegotin mêr-navendî ne, her çiqas jin pirr serbest bibin jî. Di vê romana Qasimlo de mêrek heye (Key) û piraniya bûyer li derdora wî diqewîmin. Gelek jin hene li derdora wî, mêr jî hema em dikarin bêjin tune ne, ango ên heyî jî di rolên talî de ne; Esta, Efsule, Helbest û Kurmanc ên ku têkiliya wî ya cinsî bi wan re heye, ne. Esta masor û eskort e, Key carê xwe pê dide mizdan, carê jî têkiliyeke cinsî saz dike. Efsula karkereke li cem wî, mêrê wê jî karkerî kiriye li cem Key, ew jî dostika Key e, gelek fantaziyên pêk tînin. Di yekê ji wan de Key dibe mêvanê Mistefayê mêrê Efsula, Mistefa serxweş dikin, Key dermana xewê didê, dema ew di xew re diçe Key û Efsuleyê fantaziya pêktînin. Helbest hunermendek e, Efsulayê beriya wê şeva fantaziyê, wê û Key bi rasthatinî bi hev dide nas kirin, heman di wan katan de Key ew dixe kemîna xwe, Helbest di bin darekî asê dike û bi hev şa dibin. Ji bilî van jî bi awakî ser girtî û lezelez behsa hin qehbikên hollandî filan tê kirin ku di demên vala de Key bi wan re dilê xwe xweş dike.
Em hurgiliya wan şabûnên wî nizanin, lê balkêş e di nav gelekên van fantazî û hewla şabûnan de orgazma dawî a Key pêk nayê. Telefonek, bûyerek tiştek diqewîme ew şabûna wan nîvco dimîne. Ez vê yekê wekî kêmasiya mubelexeya tûjoyî ya wî, têrnebûna wî ya ji seksê gişt wekî piştsistbûna wî girê didim. Û belkî wê bibe şîroveyeke pirole lê bi min ew axaftinên wî yên şîzorengî ya bi dîwar re, hebûna wateya sembolî ya dîwarê jî ku gelek caran bi dîwaran re dipeyive jî ji ber vê piştsistiyê ye. Peywenda di navbera vê piştsistbûn û dîwarê jî di demên krîzan de pêk de, dema ku bi ev cure têkiyala cinsî tam nagihin lûtkeya têrbûnê an nîvco dimîne Key dikeve krîzê û piranî jî an bi dîwêr re dipeyve an jî pişta xwe didê. Di nav van her sê têkiliyan de sazûmaneke balkêş heye, Esta di demên lezgîn û vala de bi kêr tê, Efsula tam dostik e, Helbest jî wekî objeya arezûyê ye. Heya vê derê du tiştên ku divê em nîqaş bikin dertê holê ku ev tişt jî vê berhemê ji cureya romanên populer cuda dike, cihekî din jê re saz dike. Yek jê mijara femînistî ye, yanî mêr-navendî ye, a duyemîn jî veçirandina bûyera dawî ya trajîk e.
Di derbarê mêr-navendiya van deqan de du cure rexneyên dijî hev çê dibin. Yekê ji wan xwe dispêre nerîna ku mêr gelek jinan bikartîne, jin wekî objeyê hatine pêşkêşkirin, a din jî helwesta jinan a di warê serbestiyê şabûnê de tiştekî baş dibînin. Ev her du jî bi min hinekî rûber in. A girîng ew e ku wêneya giştî ya di nav têkiliyan de çawa saz dibe. Di romanê de mêrê sereke Key ji bilî key ên ku hinek giraniya wan ji hêla vegotinê ve hene Serdil (alîkarê Key ê karmendiyê), Mistefa( mêrê Efsulayê) û Eşref (evîndarê Helbestê) heye. Serdil di her şert û mercan de alikariya wî dike, karê wî dibe serî, gelek serketiyê. Ev tê wê mahneyê ku ne hewceye serê xwe bi kar biêşîne, bes karê xwe yê “niyandina jinan” pêk bîne. Eşref hinek çalak e, piştî ku wî û Helbestê li wê daristanê dibîne, dikeve pey Key heya dawî jî lêgerîneke razdar di van her du yan de heye. Mistefa jî piştî ku Efsûla ji Key avis dibe û ji malê direve û hemû hewlên lêgerîna Mistefa bêencam dimînin Mistefa ji ber vexurka zêde dimre. Lê Key ji bo jina wekî miknetîs e. Bê şert û merc li du wî ne, ew jî hemû daxwazên xwe bi wan pêktîne. Carê jî bi peredayînê jestan dike. Ev sazûmana mêr-navend ji hêla hevkariya sê jinan ve têk diçe. Dema Efsulaya ducanî malê direve û Key jî wê ji xwe diqewirîne, xwe davêje bextê Helbestê. Helbest jî wê dibe mala diya xwe. Heya mirina Mistefa Efsula ji jiyana xwe razî ye li gel êşên wê yên raboriyê. Reva Efsula ya ji malê di vegotinê de şikestinek pêktîne, vegotina mêr-navend vediguhere, em vê ji girinya Key a di vegotinê de fahm dikin. Ji wê revê şûnde, Key bo demeke dirêj ji deqê dertê, em çîroka xwazginiya bo Serdil, mirina Mistefa filan dixwînin ku di van de belkî carek qala Key dibe an nabe. Bi kurt û kurmancî deq ku bi vegotineke mêr-navendî ber bi dawiya romanê de vediguhere û ev jî di romanên populer de zêde nayê dîtin, ev yek ji wan hurguliyan e ku Kaosê ji romanên “populer” cuda dike.
Duyemîn hurguliya ku ew ji romanên “populer” cuda dike jî bûyera trajîk a dawî ye, yanî mirina Mistefa ye. Em ji xwendinên li ser romanan dizanin ku ev bûyerên trajîk ên ku dawî diqewîmin piranî serê serlehengan dixwin, û gelek caran jî ew jin in. Ew deqên ku bi angaşta “derîehlaqê” pênase dibin, bi kujtina jinan re bi awakî derhişî “ehlaqparêzî” dikin. Di vê romanê de mirina Mistefa vê yekê jî berovajî dike. Kesê mexdur û xapandî Mistefa ye, ne ji ber zanîn ango qedayekî xwe dikuje, ji ber wendabûna jina xwe, ne bi zanîn be jî ji ber wê sedemê dimire. Belê em ji hêla nivîskar ve ji destpêkê heya mirina wî neasayîbûna wî, tevgerên wî yên tewşomewşo, ji mêranîketina tên hişyarkirin. Belkî ev ji bo me bibe sedemek ku em mirina wî ji rêzê bibînin. Lê bes bi tenê “mirina wî” ji dêvla ku Efsula xwe bikuje, ango Key wekî din tiştek bê serê wan. em dikarin gelek bûyerên trajîk ku bên ser van herduyan zêde bikin, lê a girîng derba ewil a ku sazûmana vê vegotina ku ji serpêhatiyên tolazî ya Key xera dike ev e. Yek ji sedema dîtir a vê jêderkê jî di mijara ehlaqê de ye. A herî bi “ehlaq” yanî Efsula jina xapînok e, Helbest ne bêehlaq e lê jineke “serbest” e, Key gelek serbest û tu pîvana ehlaqî pê re nîne, ji bo niyandina jinekê bes daxwaza wî hebe, jê pê ve ne girîng e. Di romanên populer de gelek caran wek li jor jî me qal stûneke ehlaqparêz jî heye ku bi mirina Mistefa re ew jî hildiweşe.
Wekî encam; di kurdî ji ber kêmberhemî û kêmbelavkariya berhemên kurdî carinan berhemên ku zêde tên firotin û behsa wan dibe re em nikarin bibêjin berhemên populer. Belkî bes li gor pênaseya firotinê em dikarin bêjin, populer. Lê derveyî vê dîtina bazarhez wekî cureyekê jî berhemên “populer” hene. Romana Koas-1ê bixwe dikare di nav cureya populer de cih bigre. Dema vê yekê jî dike wek me dît ku di mêr-navendî û encamên trajîkî de dijî vê cureyê taybetmendiyan datîne û ji navenda vê cureyê ber bi kêlekan ve diçe.
Têbinî: Ev nivîs di kovara Tîrojê ( hejmara 75, tîrmeh-tebax) de derçûye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 846 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 97%
97%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 846 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.079 çirke!