Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,156
Wêne
  124,410
Pirtûk PDF
  22,121
Faylên peywendîdar
  126,463
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Romana Kurdî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ferzan Şêr
Ferzan Şêr
Romana Kurdî
#Ferzan Şêr#

Demeke berê niqaşên mezin li ser romana kurdî bi navê “gelo romana kurdî heye,an na” dest pê kir û bi dawî hat.Li pey wan niqaşan,bi çavdêriya wan jî ez ê hewl bidim çend têgehan rave bikim; Romana kurdî,romana bi kurdî-romana di kurdî de.
Roman:
Roman bi kurtahî ji çend hêmayên metnê cureyên wêjeyê ji yên din vediqete;Divê bi pexşanî bê nivîsin,divê sazkirî be(vehûnandibe) û têra xwe jî dirêj be.Lê mirov dikare di dîroka romanê de van tevan berovajî jî bike.Hinek romanên ku bi ristan(helbest) hatine nivîsand jî hene.Wek mînak jî; hinek deqên wêjeyê berhema Elizabeth Barrett Browning a bi navê “Aurora Leigh” (1857) wekî roman dihesibînin.Dîsa li gor vê seknê mirov dikare ‘Mem û Zîn’ê jî wekî pêşromanek qebul bike.Ji xwe destpêka peyva romanê heya serdema kevnare ya yewnanî diçe û wê demê ji hemû metnên nivîskê yên bi zimanê ewropiyan wekî roman bi nav dikirin.Lê destpêk û pêşveçûna romanê li ser “takekesîtî”yê ye;ew jî bi fikrên sekuler û kapîtalîst ve girêdayî ye.Bi vê hêla xwe ji romansê vediqete.Em zanin ku romans li ser serpêhatiyên şovayle û ji qehremaniya wan pêk dihat.Lê di romana Robinson Crusoe’yê de ev yek tune.Robinson kesekî ji rêzê ye û tiştinên rojane dijî.Bêtirî nêzikî jiyanê rojane ye.Ji xwe li ser vê bingehê ku romannûs dixwaze nêzikê jiyana rasteqînê bibe di pêşgotinê de Defoe dixwaze destnîşan bike ku wî ev rojnivîskan an serpêhatiyan bi dest xistiye,pey re saz kiriye.Di romanê de gelek diyardeyên din jî hene;dem,war,têkiliyên nav metnan,hêza lehenga sereke(protagonist)-ku her diçe li gor romansê lehengê sereka hîn bêqewetir dibe û lehengên din ên alîkar dertên holê- filan dûr û dirêj e,mijara metneke akademîk e.Bi herî kurtahî li ser van hêmayan em dikarin berhemên vê serdemê wekî çîrok,roman,bîranîn û ceribandinan ji hev cuda bikin.
Romana kurdî
Dema em dibêjin romana kurdî,an romana tirkî,ingilizî pêdivî bi hin diyardeyên ku ji wî zimanî derketiye ango bikaranîna wê ya di metnekê -bi kîjan zimanî be- de romana netewî tîne bîra mirov.Em dikarin wekî nimune formalîstên rusî(şêweparêzên rusî) nimune nîşan bidin.
Lê ez wiha bawerim ku divê serdemê de ku zanista wêjeyê di lûtkeya xwe de ye û piştî kolonyalîzmê û bi teoriyên nû yên wek postkolonyalîzmê pêdiviyên van diyardeyan nemaye.Lowma îro em li ser ingilizî bibêjin di vegotin û bîkaranînê de têgînên nû biarktînin.Heya van çaxan digotin “English Literature(Wêjeya Ingilizî)” lê îro piştî ku kesên di koloniyên wan de rabûn berê xwe dan xwendegehan û bi zimanên serdestên xwe,an bi zimanê herî serdest yên cîhanê ji dêvla zimanên xwe yên têkçûyî-libertêkçûnê bikaranîn wêjeyeke nû derket holê.Di rêzên kitêbên herî zêde tê firotin de ev kesên ku bi zimanê serdest- ku bi giranî jî ingilizî ye- dinivîsin,cih girtin.Ev yek jî -ji bo ku li ziman û wêjeya xwe nivîskar û qadên nû sor bikin- rexne û têgînên nû afirandin.Îro ji dêvla “English Literature” “Literature in English(Wêjeya bi ingilizî ango wêjeya di ingilizî de)” tê bikaranîn.Bi rastî ji vir divê neyê famkirin ku ev tişt baş e,an ne baş e.Ji xwe mebesta vê destnîşankirinê ne ew e.Lewra bi deshtilatiya zimanekî re gelek zimanên herêmî dimrin û hemû rengên xwe jî bi xwe re dibin.Li gor rapora 21 ê sibata 2009an de UNESCO dira dike ku ji 6000 zimanan 2.500 heb di xetereya mirinê de ne.Binêrin nêzikê ji sedî pêncî ye.Ev yek bi rastî gelek têsiran li wêjeyê dike.Û kêmbûn û têkçûna wan zimanan şahiya berhemên wêjeyî jî kêm dikin.
Danûstandin di epistemolojiya xwe de pêdiviya wergerê,werger jî pêzanîna û bikaranîna pirzimanî bi xwe re tîne.Lewra jî ji rêzê ye ku zanista rexneyê xwe li gor “xerîdariya daneyên hilberînê” veguherîne.Ji vê pêdivî û pêşketinê jî beşa zanisteke bi navê “komperatîf literature-Wêjeya danberhevî- diafire.Û îro behsa wêjeya cîhanî tê kirin.Û vê yekê jî Goethe bi navê “weltliteratur”ê pêşkeş dike.Ji qesta vê peyvê bêyî ku neteweyên cihê bişibin yên din,li gor rengên xwe di wêjeya cîhanê de cih bigrin.Lê mixabin rabirdûya wêjeyê berovajiya vê yekê hatiye heya neha.Îro nivîskarên di koloniyên serdestan de piranî bi zimanê serdestên xwe dinivîsin.Wek mînak Xalid Huseynî ya xwedî pirtûkên “bestseller” ji Afganistan e,lê bi zimanê ingilizî berhemên xwe diweşîne.Ne dûr e îro gelek nivîskarên “esilkurd” bi zimanên tirkî an erebî dinivîsin;Yavuz Ekinci,Selîm Berekat.Ez bawerim em nikarin van nivîskaran di hewla “welliteratur”ê de bi cih bikin.
Li vir xeta herî mezin wek zimanê berhemê-zimanê resen ku ji destê nivîskêr derketiye- xuya dike.Li ser van diyardeyan wekî formalîstên rusî hîn diyardeyên rexneyê helbet dikare taybetmendiyek bide romanê.Jêpêv gelo hêmayên çandî em dikarin ji bo hebûn an nebûna romana kurdî pîvan bigrin.Ku wiha be divê em romanên Yaşar Kemal wek roman kurdî bihesibinîn.Lewra romanên wî mişt bi hêmayên kurdî xemilandî ne.Lê em baş dizanîn ku Yaşar Kemal di romana tirkî(romana bi zimanê tirkî hatiye nivîsin,ne wekî têgîn romana tirkî) de ji yên herî qerase ye.Wek din,dema li yekemîn romana tirkî binêrin wê rastiyeke bi vê mînakê ve girêdayî derkeve holê.Yekemîn romana tirkî di sala 1851ê de ji aliyê Vartan Paşa(Hovsep Vartanyan)î ve hatiye nivîsandin.Vartan Paşa bi eslê xwe ermenî ye.Berhema xwe bi tîpên ermenkî,bi zimanê tirkî da ye.Û çîroka metnê jî ji sedî sed çanda ermenî ye.Behsa evîndariya du kesên ji du cemaatên ermenî yên dijmên hev, dike.Gelo em dikarin ji vê berhemê re bêjin romana ermenî ye?Helbet na.Sedema ku mirov Selîm Berekat,Ahmed Arif,Yaşar Kemal,Yavuz Ekinci naxe nav wêjeya kurdî nivîsîna wan ya bi zimanekî din e.Ji van jî xuyaye ku diyardeya herî mezin ku yên din li paş dihêle ziman bi xwe ye.Di vir de mijar ne cûr(ey)andina nivîskaran e lewra nivîskarên ku bi du zimanan dinivîsn hene,mijar ew e ku berhem bi çi zimanê hatiye nivîsin.
Û kurdî…Pêşveçûna romanê me got bi peşveçûna sekuleriyê,bi ya kapîtalîst û afirandina amûrên hilberinê-matbaa- û pêdiviyên xeridariyê ve girêdayî ye.Ji ber ku kurdan di afirandina dewletên netewî de bêstatû mane ji van tiştan jî bêpar mane.Û em nikarin kurdî wekî kêmnetew û koloniyan jî bi nav bikin.Ger wiha bûna ket nebe ji hewlên post-koloniyal de wê berpirsên kurd hebûna.Îro Edward Saideke kurdan jî hebûna.Dîsa ger kêmnetewek bûna wê mafikokên wî yên parastina û pêşveçûna ziman,çand û wêjeya xwe birêve bibirana.Lê ji sedama vê bêstatûyê ku ji kêm mînakan yek jî Kurdistan e derfeta gihiştina pêşveçûna romanê çênebûne.Ne tenê di warê wêjeyî de di her warê de li paş mane.Ger em dîsa li wêjeya tirkî binêrin bi bikaranîna matbaa’yê re wêjeya tirkî dikeve lezahiyekê û dema dem tê 1950 wêjeya tirkî digihe asta cîhanê.Hema hema di heman dema de kurd jî dest bi çapên kurdî dikin.Rojname dertên lê lezahiya ku kurdî dikevê bi desthilata kemalîst têk diçe,ber bi paşveçûnê ve diçe.
Îro piştî salên 70’î,80î û 90’î û herî zêde jî di vê dekada(dehsal) dawî de romana kurdî ji aliyê tahma xwendinê û bikaranîna rêbazên nû re, gihiştiye asta cîhanê.Lê di warê pirrrengî ku gelek hê jî gelek cureyên romanê ji aliyê wateyî û yê mijarî ve kêm maye.Nimûneyên romanên polisiye,yên “science fiction” filan û hwd. Tiştinên wiha kêm in.Ev jî bi bikaranîna alavên zanistî û hilberînê ve girêdayiye her çiqas jiyana “multinatiotanal capitalism-kapîtalîzma pirneteweyî-” di sazbûna civaka kurdî de cih digre vê pêvajoyê bileztir dike.
Di peyvnasiya romanê de ku min li jor behs kir;şerta herî kêm“ Divê bi pexşanî bê nivîsin,divê sazkirî be(vehûnandibe) û têra xwe jî dirêj be” di metnên îroyîn yên kurdî de bi cih tên,bi sedan roman hene.Û xala herî girîng jî ziman e;bi zimanê kurdî hatine nivîsandin.Em bi van şert û mercan dikarin behsa romana kurdî,romana bi kurdî bikin.
Têbiniyek
Ji bo danasînê, di nav cure û şêwazên diyarkirî yên wêjeyê de dixwazim li ser kurdî çend mînakan bidim.Mînakdana van a di kurdî de wê ji me re riya rexneyên romana kurdî veke .Û ji ber ku em dikarin wan şêwazan bi metnên kurdî jî vebêjin “va ev roman dikare di nav vê şêwazê de cih bigre”,em di heman demê de dikarin behsa romana kurdî jî bikin.
Buildings Roman(Buildings wek,avakirî,avabûyî,avahîkirî).Di vê çînê de mirov pêşveçûneke kronolojîk a lehengê dibîne.Leheng mezin dibe.Em wê mezinbûna wî/ê,wê gihiştînê dibînin.Ji bo vê em dikarin romana “Neynika Dilî;şêr ji bo warê xwe têdikoşin” nimune nîşan bidin.
Kunstler Roman:Wekî romanên Buildingsê ne lê vê carê di berhemê de behsa gihiştin û pêşveçûna nivîskêr dike.Ji bo vê yekê jî “Tu”ya Mehmed Uzunî em dikarin nimune nîşan bidin.
Metafiction(Metafiksiyon): Di van berhaman de metnên naxweyî behsa nivîsî û afirandina wê berhemê bi xwe dikin.Ji bo vê yekê jî “Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî” em dikarin nîşan bidin.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,198 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-07-2013 (13 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Roman
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 06-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,198 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.297 çirke!