Rizgarbûn ji Esaretê: Sendroma Stockholmê û Kurd
Canan Yalçın
Sala 1973'yan, li Stockholmê, li Swêdê, bankeyek hate şelandin ku ev şelandin şeş rojan berdewam bû. Vê rûdanê bi demê re portreya herî paradoksî ya derûnîya mirovan pêşkêşî me kir. Rehîneyan, bi dîlgirtîyên xwe re têkilîyeka xerîb pêş xistin. Ev fenomen, îro wekî “Sendroma Stockholmê” tê zanîn (Graham, 2017). Gelo, di asta civakî da dema ku em li vê berteka derûnî binêrin dê çi derkeve pêşiya me? Aya dibe ku civak jî ji ber sempatîya dagirkeran di bin esaretê da bimîne? Di vê gotarê da ez dê behsa tesîra Sendroma Stockholmê ya li ser kesan û li ser civakê bikim.
Sendroma Stockholmê, ku navê xwe ji wê rûdana tarîxî ya li Stockholmê digire, reaksîyoneka derûnî ye û di bingeha wê da paradoksek heye. Mexdûr, li şûna ku dijminatîyê li dîlgirtî yan destdirêjên xwe bikin, peywendîyeka xurt a hestîyarî bi wan re datînin. Gelo qurbanîyek çawa bertekeka bi vî rengî nîşan dide?
De Fabrique û ekîba wî sala 2007'an destnîşan kirin ku çar sedemên sereke li pişt tevgerên bi vî rengî hene: Yek, mirov difikirin ku ew di xetereyê da ne û girtî dê zirarê bidin wan. Dudu, dema ku rehîne qencîyeka piçûk ji girtîyan dibînin, her çiqas bitirsin jî, vê qencîyê wekî hêvîyekê dibînin. Sisê, rehîne ji nêrînên kesên din dûr in û ew tenê ji perspektîfa girtîyan bûyerê dibînin. Sedema çarem jî ew e ku dema ku mirov hîs dikin ku ew nikarin birevin, ev yek dibe sedem ku mirov xwe neçar hîs bikin û ji bo zindîmanê tişta ku girtî dixwazin bikin.
Derûnîya evolûsyonê jî tevgera qurbanîyan wekî stratejîyeka zindîbûnê destnîşan dike. Ev yek, li hember tirsa tund û hesta kûr a bêhêzîyê reaksîyonek e (Namnyak et al., 2008). Dema ku bav û kalên me ji hêla eşîrên bihêztir an nêçîrvanan ve dihatin dorpêçkirin, teslîmbûn û hevalbendî pir caran dihate wateya cûdahiya di navbera jîyan û mirinê da? Ev bastûra ‘adaptîf’ dikare rave bike ka çima hin rehîne yan mexdûrên destdirêjiyê bi nehişmendî serî li empatîya bi girtîyên xwe didin.
Ev sendrom li seranserê cîhanê ji bo ravekirina bûyerên bi vî rengî, ji revandinê bigire heya têkilîyên xirab û heta civakên oldar û rejîmên totalîter jî tê bi kar anîn. Di vê çarçoveyê da em dikarin tevgerên civakê yên li hember pergalên zordar şirove bikin. Ev raman ji hêla zanyarên sîyasî û civaknasan ve jî ji bo têgihiştina tevgerên civakê wekî metaforekê tê pêşnîyazkirin.
Dr. Dee Graham, têgeha Sendroma Stockholmê ji bo têgihiştina têkilîyên jin û mêran ên di nav civakên pederşahî da bi kar anî. Li gor wî jin, li hember tundîya mêran, di asta civakê da şêwazeka Sendroma Stockholmê pêşve dibin. Graham, bi vî awayî têgeha “Sendroma Stockholmê ya Civakî” destnîşan dike (Graham, 1994).
Di vê peywendê da, têkilîya di navbera gelê kurd û serdestên wan da dikare bê şirovekirin. Bo nimûne, di bin rejîma Beasê ya zordar a Iraqê da, gelek kurdan xwe bi hikûmetê re hevalbend didîtin. Hinek ji wan beşdarî Partîya Beasê yan jî artêşa Iraqê bûn û hinek jî beşdarî hikûmetê bûn û tedbîrên erebkirinê girtin, ev hemû nîşaneyên hevalbendîya bi hêzeka zordar re ne.
Nimûneyeka din, tevî ku dewleta tirk, çand û nasnameya kurdî tepeser dike, beşek ji nifûsa kurdan li rêyan digerin ku bi pêkhateyên sîyasî û civakî yên tirkan re entegre bibin û xwe di nava nasnameya tirkbûnê da texeyyul bikin. Dîyardeya “kurdên tirkbûyî” yên ku ziman û nasnameya xwe terikandine ji bo ku di nav civaka serdest a tirkîyeyê da bihelin û asîmîle bibin , bi prensîbên Sendroma Stockholmê ya Civakî re diguncin.
Yek ji nimûneyên din yên ku di vê çarçoveyê da mirov behsê bike sîstema cerdevanîyê ya li Kurdistanê ye ku tê da hejmareka kurdan ji alîyê dewleta tirk ve tên çekdarkirin ku li dijî komeka din ya kurdan şer bikin. Di vê senaryoyê da komeka kurdan li kêleka serdestên xwe dijî neteweya xwe şer dikin. Helbet sedemên vê yekê siyasî, civakî û aborî ne û meseleyeka piralî ye. Lê ji persfektîfa Sendroma Stockholmê; tevlihevîya tirsê, stratejîya zindîbûnê û xwesteka beşdarîya civaka serdest dibe sedema van bizav û tevgeran.
Ev têgeh, yanî Sendroma Stockholmê û Sendroma Stockholmê ya Civakî, her çiqas alîkar bin ji bo ku em bi rêya tepeserkirin, tirs û şîdeta sîstematîk îhtîmala rêlibervekirina bengîtîya bindestan ya bo serdest têbigehin jî; û ev têgeh herçend rêxweşker bin jî ji bo ku em şirove bikin ka hindek civak çima xwe li ber şertên giran yên zordarîyê radigirin û dijî guherîn û rizgarkirina xwe derdikevin, wextê ku em van têgehan bi kar tînin divê em baldar û hişyar bin. Agahîyên berkeftî didin, lê belê hemî rûdanên tepeserkirinê aşkere û ron nakin. Di nimûneyên derbarê kurdan da jî, temamîya nifûsa kurdan ne di nava bazina Sendroma Stockholmê ya Civakî da ne. Têkoşîna bo mafên xwe yên rewa, xweserî û nasînê alîyên girîng yên tarîxa kurdan in.
Wekî encam, têgeha Sendroma Stockholmê bizavên girift yên civakî, ne tênê di asteka takekesî da, herwiha ji bo têgihiştina asteka civakî jî dîd û perspektîfeka seyr pêşkêş dike. Hem ji bo takekesan hem jî ji bo civakê zordarî û tirs çawa dikare rê li ber bertekên wekî ‘xwînsarî’ û ‘dilsozîya bo zaliman’ veke. Ev sendrom, bes îllûzyonek be jî, bibîrxistineka tekez e ku mirov ji bo ewlehîya ruhê xwe çawa dikare xemsarîyan bike. Li gel qebûlîyeta van fenomenan, divê em van civakên dijî van manîpûlasyonan, pêşve bibin.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
De Fabrique, N., Van Hasselt, V. B., Vecchi, G. M., Romano, S. J., & Regini, C. (2007). Understanding Stockholm Syndrome: An Evolutionary Psychological Perspective. FBI Law Enforcement Bulletin, 76, 10-15.
Namnyak, M., Tufton, N., Szekely, R., Toal, M., Worboys, S., & Sampson, E. L. (2008). ‘Stockholm Syndrome’: Psychiatric Diagnosis or Urban Myth? Acta Psychiatrica Scandinavica, 117(1), 4-11.
Graham, D. L. R., Rawlings, E. I., & Rigsby, R. K. (1994). Loving to Survive: Sexual Terror, Men’s Violence, and Women’s Lives. New York: NYU Press.[1]