Ferzende Beg, Zapata û Hêza Bîra Zindî
Serdar Şengül
Fîlma Viva Zapata [Bijî Zapata] di salên 1950yî de mohra Şoreşa Meksîkayê û ya pêşengê wê Emiliano Zapata li Hollywoodê xistibû. (1) Cara ewil şoreşek û şoreşgerekî li derveyî Ewropayê bi “destên hevalan” li Amerîkayê bûbûn mêvanê Hollywoodê. Derhêneriya Elia Kazan, senaryoya John Steinbeck û aktoriya Marlon Brando kesayetiyê Zapata li seranserê dinyayê ji bo girseyên popular jî dabû naskirin.
Gava ku min cara ewil li fîlmî temaşe kir ez pir di bin bandora wî de mabûm. Lê sahneya ku hêrî zêde bandor li min kiribû sahneya dawî bû. Di sahneya dawî de Zapata ji bo hevdîtînekê tê avahiyekê lê kesên ku gazî wî kirine ya rastî bi nîyeta kuştinê gazî wî kirine. Li hewşê tên pêşîya wî. Zapata li orta hewşê hespê xwe yê ku leşkeran jê dizîye dibîne. Diçe heta ortê, hespê xwe hembez dike. Hespê wî xetereyê hîs dike, baz dide û ji wir direve. Di wê kêliyê de leşkerên ku li ser ban û eywanê xwe veşartibûn, ji cihên xwe derdikevin û guleyan berdidin Zapata.
Serbazek bi tiliyên xwe hespî nîşanî leşkeran dide û çend caran li ser hev diqîre: “Hespî bikujin! Hespî bikujin! Hespî bikuj…”
Hesp direve, Zapata bê can dikeve erdê.
Li ser cendekê wî du kesên ku kemîn danîne li ser piyan radiwestin û dikevin galegalê. Yek ji wan balê dikşîne ser reva hespî û dibêje “Baweriyên batil bi vî gelî re hene”. Yê din li cendekê wî ya bi guleyan qulkirî dinêre û dibêje: “Carinan, mirovekî mirî dikare bibe dijminekî xeternak.” Li ser vê, yê din ferman dide “Cendekê wî li meydanê teşhîr bikin da ku her kes bibîne, bibîne ku ew êdî mirî ye.”
Leşker cendekê wî tînin nav gund û diavêjin meydanê. Pêşî jinên gund tên serê cendekê Zapata û paşê jî mêr. Mêr li cendekê wî dinêrin û piştre înkar dikin ku ew cendekê Zapata ye. Piştre yek dipirse, “lê ger ew ne Zapata be, Zapata niha li kû ye?” Yê din bersiv dide, “li ser çiyayan e. Nikarin niha wî peyda bikin. Lê ger pêwîstiya me pê hebe careke din, ew ê vegere”. Di sehneya dawî de bi hev re awirên xwe vedigerînin hêla çiyê û hespê wî yê li ser girekî. Bi bişirîneke germ û hêviyeke xurt lê dinêrin. Fîlm bi vî rengî bi dawî dibe.
Çend sal şûn de, di sala 2016an de, li şaxa Amedê ya Weqfa Îsmaîl Beşikci mamoste Metîn Yuksel li ser Ferzende Beg û Besrayê gotarek pêşkeş kir. Wî bal kişande ser avakirina netewe-dewletên Îran û Tirkiyê yên di sedsala bîstan de. Û diyar kir ku ew netewe-dewlet bi teknolojiyên çekan ên modern, rêbazên nû yên disîplin û rêveberiyê, şewazên nû yên hilberîna zanist û belgeyan çawa pergaleke kolonyal ava kirine û ew rê û rêbaz ji bo têkbirina serhildanan bikar anîne.
Gotar yek ji îlhamên xwe yên teorîk ji Xebatên Madûniyetê [Subaltern Studies] û xwendina wan a dîrokê digirt. Di wê çarçoweyê de wî “arşîv û pexşanên” serdestan û helbesta devkî ya bindestan da ber hev:
“Li ser şopa analîza îlhamdar a Ranajit Guha ya di nav peywenda raperînên gundiyan di serdema Hîndistana koloniyal a sedsala nozdemîn de, xuya ye him tomarên fermî him xebatên navend-dewlet dikare wek ‘pexşanên dij-serhildan’ bên dîtin, helbesta devkî ya li ser Ferzende jî mînakek e ji poetîkaya kurdî ya berxwedanê.” [2].
Yek ji helbestên devkî ku Mamoste Metîn ji bo analîza xwe hilbijartibû kilama Şakiro ya Ferzende Beg bû (3) . Wî rêz bi rêz kilam analîz kir û nîşan da bê çawa bîra zindî ya di kilaman li dijî “pexşanên dewletan” dikare bibe alternatîfek. Mamoste bal kişand Zabitnameyên Civîna Mufetîşiya Umumî yên 1936an. Wî got di zabitnameydan de Ferzende Beg wekî lehengekî navdar ên di nava gel de hatiye qeydkirin.
Ferzende Beg, piştî çend şerên giran li Îranê, ‘li Hewşa Ecemê’, dîl dikeve. Rêveberiya Îranê jehrê didinê û wî dikujin. Hevjîna wî Besrayê, ji rêvebirên îranê re daxwaznameyekê dişîne û cendekê mêrê xwe dixwaze. Rêveberên Îranê dayina cendekê qebûl dikin lê ewqas ji Ferzende Beg tirsîyane, bi îhtimala ku rojekê ji nû ve zindî bibe, ji bo ku nikaribe pêşengiyê serhiladanê bike çavên wî derdixin. Bi şertê ku hevjîna wî Besrayê, Ferzende Beg li Tehranê, di nav sînorê Qesra Qaçarê de bispêre axê cendekan radestî wê dikin.
Besrayê bi têna serê xwe Ferzende Begê dispêrê axê û li ser kêla wî “Mêrê ser mêran re Ferzende” dinivîse (4) . Mixabin niha ne mezel ne jî kêl maye, giş bûna kavil û ji nav çûne.
Gava gotara wî qediya di bin bandora çîroka Ferzende Beg û Besrayê û hêza analîza gotarê de mîna ku rih û nefesek bi kesî re nemabû dengek ji salonê derneket.
Lê piştre Lutfî Baksî (5) destê xwe rakir û bîranîneke xwe ya zarokatiyê parve kir. Baksî got:
“Baş tê bîra min. Ez zarok bûm. Gava ku xebera kuştina Ferzende Beg gihişt gundê me. Xelkê bawer nekir. Digotin ‘Na! Em wî dibînin. Bi şev, li ser hespê xwe, li çiyayan digere. Haziriya şerên nû dike.”
Tam di wê kêliyê de sehneya dawî ya fîlmê Zapata hat bîra min. Pir dişibin hev. Li hember vê şibandinê ez matmayî mam. Wê demê ez fikirîm ku derbarê vê mijarê de binivîsim. Gava ji bo vê nivîsê min amadekarî kir, bi mamoste Kamal Soleimanî yê li Meksîkayê re xeber da. Min behsa fîlmî û vê nivîsê kir û jê pirsî gelo di rastiyê de jî efsaneyeke bi vî rengî di nava gel de heye? Wî jî ji çend hevalên xwe yên meksikî pirsî. Yek ji wan Profesor Gilberto Conda bi rêya telefonê got, “Dibe ku. Mîna fîlmî bi rastî jî çêdibe ku gel efsaneyeke wisa afirandibe, lê texmîn nakim. Lewra, dewletê wêneyên cendekê wî li her derê belav kir û di rojnameyan de jî weşand.” Lê piştre, Profesor Conda ji hevalekî xwe pirsîye û hevalê wî bersiveke wiha daye:
Kalikê min Gabriel Ramírez Cuevas ku heta sed saliya xwe jiyaye yek ji leşkerên Emiliano Zapata bûye. Digot: ‘Ger ji yek zarok yan neviyên Zapata bigota ew miriye yan jî hatiye kuştin me li wan dida. Me qebûl nedikir û nedihişt tiştek wisa bê gotin. Tevî ku dewletê cendekê Zapata li erasa meydanê nîşan dabû lê bi dehan kes hatine kuştin ku negotine ev cendekê Zapatayê û kuştina Zapata piştrast nekirine.
Tevî hemû israr û delîlên dewletê çima van mirovan mirin da ber çavê xwe û mirina Zapata qebûl nekirin. Nemiriya Zapata û Ferzende Beg tê çi wateyê?
Bi nezera min, bîranînên zindî yên gelî ku her tim rojên berxwedanê bibîr tînin û miriyên xwe her zindî qebûl dikin tirsa herî mezin a serdestan e. Heta ku di bîra gel de ew zindî û sax bin serdest tu car nikarin ji serkeftinên xwe piştrast bibin. Bîranînên wan miriyan û xatirayên wan ên zindî dibe tirs û xofeke mezin ji bo wan. Ev şerê hanê, şerê bîra zîndi ya bindestan li hemberî arşîvên nivîskî yên dewletê ye. Heta ku ew bîr zindî be ew şer wê her berdewam be.
Çîroka Ferzende û Zapata bi qasî ku ya kurdan û meksîkiyan e, mirov dikare bibêje, li hemberî tarîxnûsiya serdest a dinyayê helwesteke hevpar ya tarîxnûsiya bindestan e.
Çavkanî
(1) Ji bo lînka filmî, https://kultfilmler.com/viva-zapata-izle/
(2) Metin Yuksel beriya pêşkeşiyê, li ser wê mijarê gotareke bi ingilîzî nivisîbû. Ji bo kurdiya gotarê bnr. Metin Yuksel: “Li Ser Sînorên Netewe-dewletên Tirk û Îranê: Serpêhatiya Ferzende û Besrayê”, Fexrîya Adsay ji îngilîzî wergerandîye. Zarema, Hejmar 8, 2017.
(3) Şakiro, “Ferzende Beg”,[1]