“Dema kal û bapîrên me dimrin sed çîrokan jî bi xwe re dibin mezelan”
Gülbahar Altaş
Weqfa Mezopotamya, ku di sala 2013'an de li Amedê hatiye avakirin, ji wê salê vir ve bo belgekirina berhemên folklora Kurdî kar û xebatên xwe dimeşîne.
Mamosteyên weqfê di 2017'an dest bi perwerdekirina xwendekaran kirine û xwendekarên hatine perwerdekirin niha li gund û bajaran li dû foklara Kurdî ne.
Botan Timesê li ser girîngiya folklora Kurdî û berhevkirina wê bi berpirs, mamoste, xwendekar û kordinatorê waqfê re axifî.
=KTML_Bold=Mikail Bulbul: Berhemên folklorîk bi tunebûnê re rûbirû ne=KTML_End=
Kordînatorê Weqfa Mezopotamya Mikail Bulbul dibêje “Berhemên folklorîk û berhemên edebîyata devkî, ji bo zimanên wekî Kurdî yên ku ne xwediyê statuya fermî ne çavkanîyên bi qîmet in.”
Ew dîyar dike ku berhemên folklorîk bi tunebûnê re rûbirû mane û jiber vê ew girîngiyeke taybet didin van qadan.
“Em ji bo berhevkariyê piştgirî didin xwendekaran“
Li gor kordînatorê beşa folklora Kurdî Mem Mukrîyanî jî divê berhevkirina berheman ji bo her kesekî karê esasî be.
Mukrîyanî dîyar dike ku ew ji bo hejmara kesên vî karî dikin zêdetir bikin qursan çêdikin û eleqeyeke zêde bo wan qursên wan heye.
Ew dibêje, bo kesên dixwazin li qadê berhevkarîyê bikin ew di warê teknikî de piştgirî didin wan û amurên qeydê bo wan peyda dikin.
“Eger îro em vêya nekin..”
Zimannas û Edîtorê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran jî li ser belgekirina berhemên foklorîk dibêje “Eger îro em vêya nekin, piştî 15-20 salan em li gundan van tiştan nabinin.”
Bahoz dîyar dike ku foklora Kurdan dewlemendbûna wan e û dibêje,“Wekî berê çîrok di bîra bab û bapîrê me de namine. Dema ku ew dimirin 100 çîrokên xwe jî bi xwe re dibin mezelan”
=KTML_Bold=Seîd: Divê xebatên rêkûpêk bêne kirin=KTML_End=
Rêdî Sêîd, ku 15 sal in li ser arşîvkirina folklora Kurdî dixebite, yek ji wan mamosteyan e ku li weqfê dersan dide.
Li gor Sêîdî gelek kes berhemê folklorê nizanin û ji bo vê ji divê xebatên rêkûpêk bêne kirin.
Seîdî dibêje; “Yê ku emrê wî ji 60 sal ve jortir e folklora Kurdî zêdetir dizane. Eger em dernekevin qadê û ji wan faydê negrin piştî çend salan wê ew jî nemînin.”
“Ez dixwazim li gundê xwe jî dest bi vî karî bikim”
Li Weqfa Mezopotamyayê salê du caran ji bo xwendekaran qurs tê vekirin.Kesên dixwazin li ser foklorê kar û xebat bimeşînin beşdarî van qursan dibin.
Dicle jî yek ji wan kesan e ku bi meraq û kelecanekê tevlî qursê bûye.
Ew dibêje “Ez ji Wanê me, piştî min çend pirtûkên weqfê xwend û fikirîm ku çima şevbêrkên gundê me jî di van pirtûkan de cî negirin? Ez fêrî gelek rê û rêbazan bûm, dixwazim li gundê xwe dest bi vî karî bikim.”[1]