Lalistan li ser pireya kurdîya kurmancî
Mistefa Aydogan
Lalistan ji helbestên “uryan”ê yên ji bo veçapkirinê redaktekirî û “helbestên qewlkirî” yên neweşandî pêk tê. Di pêvajoya wergera vê pêkhatina dîyarîya “hemû zarokên ku bûne gorên serpêhatîyên xwe” da, hemû helbest li hevûdin qûrîyan û di nava xwe da bi yekdengî helbestek destnîşan kir û xwast bi vî awayî berê xwe bide civata kurmancîaxêvan. Di encama vê hevbîrîyê da ku li ser pireya kurdîya kurmancî pêk hat, navê vê berhema ji her du berhemên navbirî pêkhatî bû Lalistan.
Her helbest bi hêz û estetîka zimanî ve berê xwe dide hest û ramanên mirovan. Meda helbestên Lalistanê jî hest û ramanên mirovan e.
Helbestên Lalistanê ji rêzikên serîhildêr yên li hember qedera wargeheka dîyar, li hember enînivîsa kevnewarekê şaristanan pêk tên. Hestên ku rengên xwe li Lalistanê vedidin ji hezkirineka berlênayêgirtî dizên, bi tayên dilî ve bi memwarî tên ristin û bi bengînîyeka nedîtî ve di kirasê peyvan da bi zînwarî riste bi riste li erdê helbestê tên bizarkirin.
Di Lalistanê da rêzikên ku bi hostatîyeka peyvan ve hûnandî, bi awa û zimanekê xweser û bi qêrînên zarokekî ve li xeyalinên sînornenas, li hestên dildarekê dilbirîn, li daxwaz û bêrîkirinên serîhildayî mikur tên. Ev rêzik her weha ji nava bîranînên zarokekî û daxwaz û bêrîkirinên berxwedêrekê ciwan ve bi zengînîyeka entelektuel jî serê xwe hildidin.
Hin risteyên Lalistanê ji kûrahîyeka kesjênefilitî û bêçare xuyayî ve bi êşeka nedîtî diqîrin, bi birînên giran dinalin, dengên wan di felekan ra derdikevin, asmanan dihejînin û ev dengên asmanhej perdeya bêdengîyê diçirînin, zîval zîvalî dikin.
Bi qasî ku bi qîrînan ra xem dibare ji rêzikên wê yên dîn û dîwane, ew qas jî hêvîya ku evîn bi xwe ra hilanîye li gel roja birbisok xwe li me digire û dibişire. Hin risteyên wê di deryayeka xwemalî da li dû evînekê baskan dadidin, hin jî serî hildidin û bi awayekê xemrevîn û hêvîbexş li ser dilên me direşin. Hest û hizir di dilqên peyvan da ji pênûsa helbestanî ve bi awayekê ahengdar perwaz didin û bi ser me da difûrin. Tevî berfê dengên zarokan bi ser me da dibarînin, bi herka hestên ji pênûsê û bi hezkirineka nedîtî ve xwe li yarê digirin, bi rûsbûna wê pel bi pel babirkê vedikin li asmanê wê.
Di Lalistanê da derd û kul li dengan siwar dibin, bi hêza zimanê helbestê û bi efsûnîya gotinan ji hafizeya warekê kevnar ve berê xwe didin dilên me. Dengên barkirî nema di hundirê helbestvanî da hiltên. Helbest bergîya wan vedike, rêya wan xweş dike û li gel hêvî û xeyalên destkêşkirî hunerê ji wan diafirîne.
Di Lalistanê da bi awayekê eşkere tê dîtin, bê hêza zimanî rêzik û malikan çawa xwedî dike, xeyalên helbestvanî ji bo hest û ramanên wî dibin penaheka çawa û hest û raman di vê penahgehê da xwe çawa li hevûdin dipêçin.
Di risteyên vê berhemê da, xemxurekê evînê serê xwe hildide, dildarekê Lalistana gulbîn wî zalimê bêyom bêminet dike ku li ser reha wî ya mirinê diheje. Risteyên xwe ji cengê ra amade dike. Bêjeyên xwe ji kalanan derdixe. Ji bo vegotina yarê bi peyvan zimanê xwe dikute. Li memikên qabîlbav dipirse, lêvên yarê yên nedîtî dişayesîne ku kevokwarî radimûsin; xwe bera çavên wê yên îmanrevîn dide, sewala laşê wê yê dilbaz dike ku seranser pevşabûn e û her weha xwêya xwêdana wê vedibêje ku hê jî li tenê wî ye. Bi zimanekê lalûte diayan dike, bi nîyeta avê jî dengê yarê li serçavê xwe dike. Di wî tenê yarê yê têrpak da desthilata sernetewîn ya şehweta xwedayî dipîroze. Li bêjeyên efsûnî digere ku bikarin okyanûsê di nava wî da biguncînin. Gava ku spêleyeka zalim di şevên reş û tarî da ronahîyê jehrdadayî dike û xwişk û birayên wî bi zebanîwarî tên kuştin, diqîre û dibêje; “bila em bimirin li her devera êzîdî lê dimirin”. Di qîrîna xefka kurdî da asêmayî, bêçare û heyirî dimîne. Di bin giranîya guwahîya serên li gorîgehan jêkirî da, bi zorê xwe radigire, ji ber şireşira xwînê şerm dike, lanetê li zalîmîya hemcinsê xwe, li zalimê hundirê xwe tîne. Ji ber birînên ku kêlê nagirin her dinale. Bajaran ferînazwarî radike pêdarê bi hêvîya ku azadî dê bineqişe herf bi herf li jîyên tengezar û her weha qirêjîya pîrotankî û şanoya riswa bi dû hevûdin da hilweşin…
Lalistana ku carinan dibe bêdengîya gorkirîyên bênav, carinan dibe qîrîna zarokên ku bûne gorên serpêhatîyên xwe, carinan wekî hêvîya rastgerîna xewn û xeyalan xuya dibe, carinan dibe girevînek û radibe pêdarê, carinan di xeman da dakirî û carinan jî bi tenê yarê şabûyî derdikeve pêşberî me, bi wergera xwe ya kurdîya kurmancî bûye afirînerîyeka din. Bi vê wergerê helbestvanê me berê xwe li gel mejîyên kurmancîaxêvan her weha dide dilên wan jî. Ev dê eseh bibe destpêkek ji bo ku pênûsa wî êdî bi kurdîya kurmancî jî bilorîne û ew dê bi vê lorandinê ve hespê xwe li kurmancîgehê jî bi dilê xwe bibezîne.
Helbest ew huner e ku evînên bêserî û bêbinî, bêrîkirin, xem, hest û ramanên mijarmirov yên derbirîndijwar di rêzikan da diguncîne. Helbest di jîngeheka dilkêş û hêzbexş da awayekê jîyanê ye, di dueloya peyvan da helwêstek e, di rewanîya ristikan ya spartî dînamîka zimanî da hişmendîyek e, azadîyeka derbirînê ye, hêvîya rastgerîna xewn û xeyalan e. Her çî ji bo helbestvanî ye, bi qasî ku helbest stareya wî ye, di heman demê da keleha wî ye jî… Û helbest yek ji wan dîyarîyên herî xweşik e ku mirov dişê bide mirovan.
Ji qewla Arnold Weinsteinî; “Pirtûk demê ji we nadizin, demê didin we.” Bi hêvîya Lalistana ku bi kurmancîya xwe berê xwe hem dide dilên we hem jî hişên we, li ser pireya kurdîya kurmancî wekî dîyarîyeka ji wan dîyarîyên herî xweşik dê dema we xweştir, geştir, û bimanetir bike…
(Pêşgotina kitêba Laistanê)[1]