Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,668
Wêne
  123,888
Pirtûk PDF
  22,080
Faylên peywendîdar
  125,556
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Kurmancî zimanekî NR'yî ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kurmancî zimanekî NR'yî ye
Kurmancî zimanekî NR'yî ye
Kurmancî zimanekî NR'yî ye
Mistefa Aydogan

Pirsa “nokên şekir” an jî ”şekirê nokan” di nav dêrikî û qosarîyan de her bûye mijara minaqeşeyê û herweha ya henekan jî.
Helbet gava ez behsa qosarîyan dikim, ez lêfî û berîvanîyan jî li ser wan dihesibînim. Pirsên di nav axêverên devokên cuda de, minaqeşeyên pirsên weha bûyerên asayî ne. Qosarî û dêrikîyan û herweha min û Enwer Karahanî jî berê di nav xwe de ev minaqeşe dikir. Lê Enwer Karahanî li ser vê pirsa hanê nivîsî û di medyaya dîjîtal de weşand. Loma ez jî vê minaqeşeyê êdî di medyaya navbirî de dinivîsînim.
Enwer Karahanî serê nivîsa xwe weha danîye; “Şekirê nokan” yan “Nokên şekir”? Heger bi vê sernivîsê girêdayî bimaya, hingê min ê ew wek pirsekê an jî wek meraqekê bihesibandaya. Lê gava dû re dipirse; “Îcar a me kê rast e?” û di bersiva xwe de dibêje; “Helbet ya me!” min pêwîst dît ko ez jî ya xwe, lê ne bi tenê ya me qosarîyan, herweha ya kurmancîya rast 🙂 jî bibêjim.
Îdîa li meydanê ye. Yek dibêje “şekirê nokan” û yê din jî dibêje “nokên şekir”. Gelo kîjan rast e? Heger destûra we hebe, ez dixwazim berê ji alîyê struktura zimanî hizrên xwe binivîsînim û dû re jî xwe bispêrim henek û pêşhikmên navbera herdu devokan.
Wek tê zanîn ji bo klasîfîkasyona zimanan du sîstem hene ko yek jê klasîfîkasyona genetîk e û ya din jî klasîfîkasyona tîpolojîk e. Ez ji bo vê minaqeşeyê klasîfîkasyona genetîk datînim alîyekî. Ji ber ko ya bi mijara me ve eleqadar e klasîfîkasyona tîpolojîk e. Di vê klasîfîkasyonê de, ziman li ser bingehên cuda tîpên cuda pêk tînin. Bi vê klasîfîkasyonê, bo nimûne, ziman dikarin li gor akuzatîvbûn an ergatîvbûna xwe tîpên cuda pêk bînin; ziman dikarin li gor rêza kirde (subject), lêker (verb) û bireserê (object) di hevokê de, ango li gor hevoksazîya xwe têkevin grûpên cuda (tîpolojîya sentaksî): Zimanên LKByê “Lêker, Kirde, Bireser”, zimanên KLByê “Kirde, Lêker, Bireser” û zimanên KBLyê “Kirde, Bireser, Lêker”. Tîpolojîyeke din, an klasîfîkasyoneke din heye ko morfolojîk e; ango zimanan li gor analîtîkbûn û sentetîkbûna wan (sentetîkbûn jî di nav xwe de dabeş dibe) dabeş dike. Ziman dikarin herweha li gor cîyê dîyargîna genîtîv ya di konstruksîyonekê de jî dabeşî grûpan bibin. Yek jê jî ew konstruksîyona ko ji navdêrekê û ji rengdêrekê pêkhatî ye. Ango di fraza navdêrî de cîyê dîyargîna rengdêrê ye.
Ji xwe, ya ko ji bo vê mijarê ji me re pêwîst e û bi mijara me ve eleqedar e jî ev tîpolojîya dawîyê ye. Heger hûn bala xwe bidinê, di hin zimanan de dikare konstruksîyona navdêr + rengdêr (NR) bingeh be û di hin zimanan de jî konstruksîyona rengdêr + navdêr (RN). Bo nimûne swêdî, îngilîzî û tirkî zimanên RNyî ne û fransî, farisî û erebî jî zimanên NRyî ne. Di kurmancîya me de berê navdêr tê û dû re rengdêr tê, yanî qaîdeya bingehî weha ye: navdêr + rengdêr. Loma kurmancî wek zimanekî NRyî tê hesibandin.
Di frazên navdêrî de gava rengdêr hebe, hingê wek dîyargîna bêjeya navdêrî heye û bêjeya wê frazê ya navdêrî bi xwe jî gotina sereke ye. Ji xwe, rengdêr wek bêje, dîyargînek e ji bo bêjeyên navdêrî.
Sedema dana van agahdarîyên kurt ew e, ez dixwazim bi vê nimûneya ko minaqeşe li ser dibe, balê bikişînim ser cîyê kurdî di klasîfîkasyonên cuda de û ya herî giring jî di vê minaqeşeyê de xwe bispêrim taybetmendîya kurmancîyê ya “NR”yîbûnê. Ji ber ko li gor min, rastîya navê tiştê ko tê minaqeşekirin, bi alîkarîya zelalkirina konstruksîyona “NR”yê dikare bi awayekî hêsantir bê tesbîtkirin. Helbet dîsan bila herkes li gor devokê xwe bipeyive, lê divê devokekî me yê hevbeş hebe; em jî bibin xwedîyên zimanekî ko qaîdeyên wî ji bo me hemûyan bingeh be; yanî divê kurmancîyeke me ya standard jî hebe. Ji xwe bi derengî be jî di vê qonaxê de kurmancîya me berê xwe daye standardbûnê û divê em herkes piştgirîya vê pêvajoyê bikin, ji bo xurttirkirin û serketina xebat û hewildanên di vî warî de texsîrê nekin û xwe li qada welatî rakişînin.
Heger em bên ser konstruksîyona mijara minaqeşeyê, ya rastî, li Qosarê dibêjin “nokên bişekir”. Lê divê ez mikur bêm ko li ba hin kesan jî “bi” ketiye û bi tenê “şekir” maye, loma mirov pir bi hêsanî dikare li konstruksîyona “nokê(n) şekir” jî rast bê. Lê ya rast “nokên bişekir” e. Di vê konstruksîyonê de, “nok” bêjeya sereke ye û “bişekir” jî dîyargîna wê ye. Heger em xwe di kurmancîyê de bispêrin taybetmendîyên frazên navdêrî yên rengdêr jî tê de, hingê divê em berê bêjeya navdêrî û bi dû wê de jî dîyargîna rengdêrî bi kar bînin. Ji ber ko kurmancî wek hat gotin, zimanekî NRyî ye. Cureyên nokan yên din hene, wek “nokên felqe(kirî), nokên daxlî/daxkirî/daxbûyî” û hwd.
Ger em bala xwe bidinê, “nokên bişekir” em ê bibînin ko wek “nokên şekirkirî” ne, wek “nokên di şekirî de dakirî” ne. Mirov dikare ji berdêla “nokên bişekir” bibêje “nokên şekirkirî”. Lê ma mirov dikare bibêje “şekirkirîyê nokan”? Na! Ê hingê ya dêrikîyan çawa dibe?
Gelo gava em dibêjin “nokên şor, nokên bêxwê, nokên bixwê, nokên xwêkirî”, kîjan gotin yên sereke ne û kîjan dîyargînên wan in? Hin kes carinan xwe dispêrin nimûneya “tirşika nokan” û dixwazin bi vê “şekirê nokan” bi me bidin qebûlkirin. Lê divê bête zanîn ko di konstruksîyona yekem de “tirşik” navê xwarinê bi xwe ye û bingeh e, ji nokan hatiye çêkirin. Heger di konstruksîyona duyem de jî qesd şekirê ji nokan çêkirî be, hingê dibe ko mirov bişibîne konstruksîyona yekem. Lê tu tiştekî weha tune ye.
Li nimûneya “penêrê bisîrik” binêrin, ji bo ko sîrik tê de ye, em nabêjin “sîrikê penêr” an jî “sîrikê bipenêr”. Ji ber ko li vira gotina esas “penêr” e û “bisîrik” jî dîyargîna gotina sereke ye. Heger me got “sîrikê penêr” hinge qesda me qet ne “penêr” bi xwe ye, lê ew sîrik e ko ji bo “penêr” tê bikaranîn. Nimûneya “çaya bişekir” jî weha ye. Herweha ji bo ko du dendî şekir ketine çayê, em tu caran nabêjin “şekirê biçay”, lê heger em bibêjin “şekirê çayê” jî hingê qesda me nabe “çay”, dibe şekirê ji bo çayê.
Ji xwe konstruksîyona nimûneya “şekirê hamidhilû” ya di nivîsê de, ne wek konstruksîyona “şekirê nokan” e. Ev ne konstruksîyona navdêr + navdêr e, lê navdêr + rengdêr e. Ji ber ko “hamidhilû” bi erebî ye û rengdêr e; ji “hamid” (tirş) û “hilû” (şîrîn) pêk tê û maneya wê ya kurdî “miz” e. Û di vê konstruksîyonê de, gotina sereke “şekir” bi xwe ye û “hamidhilû” jî dîyargîn e. Loma ev naşibe nimûneya mijara minaqeşeya me. Şekirê badayî, şekirê zêrikî, şekirê girs, şekirê hûr, şekirê dîndoqî, şekirê kabikî, şekirê qulpikî jî nimûneyên weha ne.
Heger qesd ji “şekirê nokan”, şekirê ji bo nokan be, hingê ew ne “nok” e, lê şekirê ji bo çêkirina “nokên bişekir” e. Heger em bala xwe bidin nimûneya “nanê birûn”, ma ji bo ko piçek rûn di nanî de hatiye dan, mirov dikare bibêje “rûnê nanan/nanî”? Mirov dikare bibêje, lê hingê qesda mirovî nabe “nan” bi xwe, lê dibe “rûnê” ko li ser nanî tê kirin. Nimûneya “nanê bikuncî” jî weha ye. Ji bo hin kuncîyên li ser, ma mirov dikare bibêje “kuncîyê nanî”?
Di konstruksîyona “şekirê nokan” ya dêrikîyan de, navdêr + navdêr heye, ango hem “şekir” navdêr e û hem jî “nok”. Helbet frazên navdêrî dikarin navdêr + navdêr bin jî lê ya ko ez li vê derê li dij derdikevim ne ev e. Gava mirov berê xwe bide maneya konstruksîyona “şekirê nokan” jî hingê mirov dê bibîne ko di vê konstruksîyonê de ya bingeh “şekir” e û herweha weha fahm dike ko ev şekir jî ji nokan hatiye çêkirin. Lê min heta niha şekirê ko ji nokan hatiye çêkirin nebihîstiye. Û ev şekirê ko li vê derê behsa wî tê kirin jî ne ji nokan e, lê bi tenê li dora nokan e, bi gotineke din nok sewax kirine, an jî bûye sewaxa wan. Loma divê wek rengdêrekê dîyar bibûya ko ji bo navdêrê rola dîyargînekê bi cî bianîya. Heger qesd dîyarkirina şekirî be, hingê mirov dikare ji “şekirê nokan” weha têbigihêje ko ev cinsekî şekiran e ko ji bo nokan tê bikaranîn. Wê gavê jî ne pêwîst e ko nok tê de hebe, bi sere xwe be jî navê wî şekirî dê her şekirê nokan be, ango şekirê ko ji bo nokan tê bikaranîn. Lê helbet li vê derê qesd nok e û şekirê behskirî jî jê re bûye qalik.
Heçî îdîya kevintirbûnê ye, ji xwe nikare bibe pîvan. Ji ber ko hin bajar hene ko ji Qosarê kevintir in, lê hin taybetmendîyên kurmancî yên bingehîn li wan deveran nemane, lê li Qosara ji wan nuhtir mane. Bo nimûne, di hin devokan de -ku devêrên ew devok lê tên peyivandin ji Qosarê pir kevintir in jî- taybetmendîya navdêran ya genusê nemaye an jî li ber nemanê ye; ango hemû gotinên kurmancî di devokên wan de bûne nêr. Îcar ma ji ber vê kevintirbûnê, em dikarin niha bibêjin ko ya wan rasttir e û divê em jî wek wan bikin?
Gelo ev konstruksîyona ko li Dêrikê tê bikaranîn, ji tirkî nehatibe? Ji ber ko di ferhenga TDKyê (Dezgeha Zimanê Tirkî) de “leblebi şeker” heye. Ferhenga TDKyê weha dibêje; “leblebi şeker: İçinde leblebi olan şeker” (şekirê nokan: şekirê ko nok di hundirê wî de heye). Di konstruksîyona tirkî de jî gotina sereke şekir e û ne nok e.
Heger em di vê pirsê de bên ser henekên di navbera qosarî û dêrikîyan de hene; heger Karahanî behsa hinar, zeytûn, gûz û hijîran bikiraya, min ê bigotaya ko ew beşê dêrîkîyan e, loma qosarî divê guhdarîyê bikin. Lê wî behsa nokan kiriye, bi gotineke din midaxeleyî beşê Qosar û Berîyê kiriye. Ji ber ko mirov nok, nîsk û ceh û genim û hwd ji qosarîyan û berîvanîyan bistînê, ma hingê di çandinîyê de dê çi ji wan re bimîne? Helbet îdîayek dikare bête kirin ko beşekî Berîyê ji alîyê birêvebirinê ve bi qezaya Dêrikê ve girêdayî ye û hingê heqê wan jî heye 🙂 ko behsa nok û nîskan jî bikin. Lê di rastîyê de, yên ne ji bajarê Dêrikê bi xwe bin, ango yên mala wan ne li hundirê bajarê Dêrikê bi xwe bûn, ji alîyê dêrikîyan ve dêrikî nayên hesibandin. Heta dêrikî di vî warî de ew qas pêş de diçin ko şênîyên Heramîya ko taxekê Dêrikê ye jî dêrikî nahesibînin. Loma ev îdîaya xwedîtîya beşekî Berîyê dê bi kêmanî ji alîyê devokî ve maqûl neyê dîtin.
Heger hûn bala xwe bidinê, gava yekî xursî behsa tûtinê dike, beşên wê herêmê yên din guhdarîyê dikin. Gava yekî omeri behsa tirî, mewîj, bastêq û benîyan dike jî her weha ye. Îcar ji kerema xwe re nokan jî ji me lêf û berîvanîyan re bihêlin.
Ji ber ko “nok”, nokên me ne û em dizanin bê me ew xistine nav çi û li çi pêçanin :-). Lê ji qewla dêrikîyan heger “em ji hevdu re rastîyê bibêjin”, yên biheq em in, ne ew! Loma gelî qosarîyan, gelî berîvanîyan, li nokên xwe bi xwedî derkevin! Ecêb nebû ko piçek şekir li dora wan heye, îcar ma ji bo vê dêrikî dê nokên me bikin şekir? Dêrikîno, a ji we re şekirê we û ka nokên me. Hela bê îcar çi di destê we de dimîne? Nok an şekir?
Em qosarî kurmancîhez in, naxwazin xwe di devokê xwe de hefs bikin û xwe li standardekê radikişînin. Lê gava ya me rast be jî em ê bi deng bibêjin.
Bi hêvîya ko dêrikî ji niha û pê ve “nokên bişekir” bixwin û ne “şekirê nokan”…
Ev nivîs sala 2007ê li Nefelê hatiye weşandin. Bi destûra nivîskarî hatiye weşandin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,666 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://botantimes.com/ - 07-07-2023
Gotarên Girêdayî: 52
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 09-03-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 94%
94%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,666 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.391 çirke!