Bi Rehma Zimanê Jinbavê Hembêzkirina Zimanê Dayikê
#Ferzan Şêr#
Ger li derekî mirov behsa zimanê dayikê bike teqez divê mirov behsa zimanê jinbavê jî bike. Zimanê dayikê zimanê zikmakî û mê ye. Zimanê jinbavê jî zimanê “bavik”ê ye û nêr e. Zimanê jinbavê bi wateya xwe ya xwerû bi du awayî dikare bê bikaranîn; ji bo kurdekî li Tirkiyê dijî zimanê tirkî zimanê bavikê ye (ango yê jinbavê), ji bo tirkekî li Tirkiyê dijî jî zimanê nêr ê dewletê ku dike bi hemû hêzên xwe hemwelatiyên xwe li gor pergala xwe ya nêrane saz bike, zimanê bavikê ye. Di vê gotarê de bi wateya xwe ya yekemîn –ji bo nivîskarekî- ez ê di vê nivîsê de hilbijartina zimanê jinbavê, şert û mercên vê hilbijartinê û lênêzikbûna wî/ê ya li zimanê dayikê binirxînim.
Nivîskarek ji bo zimanekî hilbijêre re pêwiste bi du zimanî be. Ger ev pêwistî ji dewlenmendiya çandewarî pêk nehatibe teqez hebûna xwemaliyek e lewra yek ji me di hilbijartina zimanê xwe yê dayikê de mixabin ne xwedî erk e. Em li nav zimanekî diwelidin. Nivîskar jî helbet li nav zimanekî diwelidin, lê di heman demê de ji bo hunera xwe jî zimanekî taybet diafirînin. Ger em termên mîna şêwaz, teknîk û jargonê li aliyekê bihêlin û wekî têgeheke giştî li ziman û hilbijartina zimên vegerin her ku nivîskar bi du zimanî bin jî hemin zimanekî xwe ê sereke hildibijêrin. Ev hilbijartin jî ji derewa “ez xwe di vî zimanî de xweştir vedibêjim” bêtir çêtirdîtineke ideolojik e. Hin nivîskarên tirkî ku zimanê wan ê dayikê kurdî ye piranî çêtirdîtinên xwe dispêrin vê derewê. Hela ku ev nivîskar encax di mekteba navîn de karibin fêrî tirkî bûbin. Lê ev derew bi awayeke din dikare bê rastkirin; zimanek bi zimanên din ên cîhanê re çiqas di nav dansûatndinê de be hewqas bêtir dikare hunera xwe ya vegotinê bihêztir bike. Tirkî ji ber sazûmana xwe ya saziyan, hebûna dewletê û piştgiriya wê ya bêhempa re di warê wergerê de ji kurdî bêtir xwedî hêza vegotinê ye. Herweha berhemên Mehme Uzunî piştî ku li tirkî wergeriyan derfet dîtin ku li zimanên din ên cîhanê re bên wergerandin. Gelek nivîskarên kurdî yên ji birêz Uzun serkeftîtir ku ji derfeta wergerê bêsiûd in di warê gihiştina wêjeya cîhanê de kêm mane. Ev hemû helbet ji bo nivîskarekî dikarin bibin sedemên hilbijartina zimanê jinbavê –lewra ew gencîneyan dibexşîne- lê ev hilbijartin bi xwe hilbijartineke ideolojik e.
Dema em şert û mercên civakê yên di hilbijartina zimên de diyar dikin bêguman ji politizasyona zimên dest bi rê dikin. Wekî amûrekî li ser politizasyona zimên di pirtûka xwe ya bi navê Eleştiri ve Ideoloji (Rexne Û Ideoloji) de “ Yê zimanî di heman demê de polîtik-zimanî ye, ew qadek e ku cîhangîrekî mêtinger bi dewleta têkçûyî re, netewdewlet bi netewdewletê re, herêm bi neteweyê re, çinî bi çinî re şer dikin.” (61) dibêje Terry Eagleton û diyardeyan nexşeya vê hilbijartinê nîşan dide. Hebûna vê qada pevçûnê bi xwe re lihevkirinê/ pevneçûnê ango berovajiya wê jihevbûnê/pevçûneke herheyî bi xwe re tîne. Dijminî û pevçûn tim zimanê jargonî, lihevkirin û pevneçûn jî zimanê hevbeş diafirîne. Ev zimanê hevbeş jî zimanê jinbavê ye. Ji bo kesên li tirkiyê dijîn li hemberî hemû zimanên dayikan tirkî zimanê jinabê ye. Bo nivîskar jî ev ziman bi hemû amûrên dewletê ve- ku xwediyê vî zimanî ye-; weşanxaneyên qerrase, radyo, televîzyon, rexnegirên jinbavê, sempozyûm, konferans, rojên imzeyan hwd. bi tiştên wiha tên piştgirîkirin û bi wan amûran re nivîskariya zimanê jinavê bi awayekê dilniwazî dibe. Wekî nimûne ev pergal di nivîskariya Yavuz Ekinci de xweş xuya ye. Birêz Ekinci ku zimanê wî yê dayikê kurmancî ye,di salên dawî de bi serketinên xwe bala sazî û wêjevanên tirkî girtiye ser xwe. Berhemên Ekincî ji aliyên çapemeniya tirkî ve bi baldarî tê şopandin, didin şopandin û giş ji aliyê weşanxaneya Dogan Kitapê ve derdiçe. Ji bo wî rojên imzeyan tên lidarxistin, berhemên wî li gelek zimanan tên wergerandin. Nivîskarekî kurdînûs jî bi gelek tahb û zehmetiyan kitêbên xwe dide çapê, ji hezar hejmaran sed an du sed heb tên firotin lê birêz Ekinci di vî warî de dilrihet e. Helbet dewlet ji bo dilniwazkirina zimanê xwe van hemû derfetan li binê piyê nivîskarên ku di xetereya nivîsandina bi zimanekî dîtir in dike. Û wekî min li jor jî diyar kir di nivîskariya birêz Ekincî de ji derewa “ez xwe di vî zimanî de xweştir vedibêjim” heya qonaxa piştgirikirina saziyên vê ideolojiyê bi pergaleke taybet bi têsireke xurt dişuxle.
Çewsên li derdora nivîskar hatiye afirandin di heman demê de bi saya nivîskar derbasî nifşên nû dibe. Ev yek balê li ser zimanê dayikê bi dûr ve dikşîne. Dibe ku ev yek sekneke populîst be lê ez wiha bawerim ku ev (meyla xwendavan) ji bo nivîskarên bi wêjeya afirîner re eleqedar in girîng e. Mînak yek ji nivîskarê kurmancî yên herî serketî Helîm Yusiv ji bo ku kurdî dinivîse “pir” nayê nasîn, lê belê nivîskarê zimanê jinbavê ji aliyê pasevanê xwe ve têra xwe hatiye (da)nasandin. Lewra nivîskarê jinbavê ji bo afirandina xwe li gel hêze xwe ya maddî ji aliyê girseya xwe ya xendevanan xwedî motivasyonek e, lê nivîskarê zimanê dayikî jî ji nebûna derfetan xwedî demotivasyonê ye. Ji nebûna derfetan pirî caran nivîskarên zimanê dayikê pêdivê bi karên din dibînin ev jî wextên wan ên ji bo nivîsandin û xwendinê dikuje. Ev her sê kêmasiyên -bêderfetî, demotivasyon û nebûna demê- bi hev ve girêdayî pêvajoya afirandina berheman asê dike û nivîskar nikare pêşnûmayên di hişê xwe de pratik bike. Di van şert û mercan de jî nivîskarê zimanê dayikê diafirandina xwe de ser bi xwe ye, lê yê jinbavê ne wiha ye, divê ew xwe li gor ideoloji ango xwesteka pasevanê xwe binivîse, pê bide ecibandin.
Nivîskarê bi zimanê jinbavê dinivîse her tim li hemberî zimanê dayika xwe jî xwedî nerazîbûneke ûjdanî ye, lowma jî di hundirê xwe de ji bo zimanê dayika xwe rehmeke “erênî” dê bihewine. Terry Eagleton di pirtûka xwe ya Edebiyat Kuramı (Dozîneya Wêjeyê) de li ser angaşta “wêje têsîra olê ya li ser çiniya navîn hilgirtiye ser xwe” wiha dibêje “ji bo daqûrtandina li çiniya navîn dê hebên ideolojik jî bi şekirên wêjeyê bihatana şirinkirin” (40). Bi rastî jî nivîskarên minorist dixwazin vê “şirinkirinê” pêk bînin. Ev nivîskar dema valahiyek dibînin, ya fersendek li ber wan peyda dibe; hezkirina xwe ya li zimanê dayikê, qîmetdayinên xwe yên lê diyar dikin. Bêguman pasevanên nivîskar bi amûrên xwe jî dikin van “hebên ideolojik” bidin daqûrtandin. Ger em dîsa berê xwe bidin yekê nas dê Tene Yazılan Ayetler ya Yavuz Ekinci derê pêşiya me. Ev berhem bi navê Ayetên Li Can Nivîsandî di sala 2011de ji aliyê Dogan Kitapê ve li kurdî hat wergerandin û çapkirin. Di rastiya xwe de ev kiryar ne rehmek tenê ye di heman demê berdêla hilbijartina zimanê jinabavê, minetdariya pasevanê ye. Weşanxane kitêbên xwedî xelata nobelê Pamuk na, yên mîna Elif Şafak na lê yên ku hilbijartina xwe ji aliyê zimanê jinbavê ve kiriye li kurdî werdigerînin û çap dikin. Wekî alikarixwaziya şirketên navneteweyî yên kapîtalist ku pêşî mirovan mahkumî birçibûnê dikin peyre ji bi gepek nan zikê wan têr dikin.
Nivîskarê hilberina edebî ji bo sazkirina metna xwe pêşî divê serî li zimên bide. Û hewceye ku zimanê xwe ê taybet jî saz bike. Ev hewcehî dike ku nivîskar bi taybetî jî di zimên de hin hilbijartinan bike û ger ku di civakê nivîskar de du zimanî hebe û ji aliyê ideolojiya desthilat, zimanê hevbeş (jinbavê) lê hatibe ferzkirin bêtir rûdide. Di vê xalê de hilbijartina nivîskêr, ji hilbijartina wî bêtir ji şertên civakî û hewlên li hemberî têsîra zimanê jinbavê ya li qada desthilatê diyar dibe. Nivîskar bi têkçûna xwe ya di vê hewlê de bi kar dertê, azadiya xwe ya afirandinê di berpirsiyariya desthilatiyê de dihêle. Ji bo zimanê jinabavê jî rehmek ûjdanî dimîne.
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=
Eagleton, Terry. Edebiyat Kuramı. Wergera Tirkî. Tuncay Birkan. Çap. 3. Stenbul: Ayrıntı Yayınları. 2011
. Eleştiri ve İdeoloji. Wer. Savaş Kılıç. Çap. 1. Sstanbu: İletişim Yayınları. 2009
Têbinî: Ev nivîs di hejmara 55’a kovara Tîrojê de hatiye çapkirin[1]