Xatê Xanim
#Ferzan Şêr#
Xatê Xanim navê romana* Eliyê Ebdilrehmên e.Di sala 1949ê de li Yêrîwanê çapbûye,çapa bi tîpên latinî jî ji aliyê weşanxaneya Belkî’yê ve hatiye weşandin.Xebateke hêja ye.Ji aliyê Mîdiya Têmûr û Dîdara Têmûr ji tîpên kirilî bo latînî hatiye veguhestin û transkrîpsiyonê wê jî ji aliyê Têmûrê Xelîl ve hatiye amadekirin.Mirov bi latinîkirina elfabeyên din bi wêjeyê xwe yê li derva mayî,an jî dabeşkirî dihese.Heman tişt divê di navbera her sê alfabeyan de jî pêk were.
Beriya her tiştê fikra romanê ji bilî dijminiya gelê tirkan di cih de bû,rast bû û ji demê xwe nûjentir bû.Fikra romanê li ser serdestî û bindestiyê hatibû avakirin.Wekî ku em zanîn serdest zalim,newêrek in û bindest mêr in,ciwamêr in.Di romanê de jî kurd,çerkez û ermen birayên hevbûn,di heman civatê rudiniştin.Lê serdestên wan,rêveberên wan tirk bûn.Hevgirtina wan gelan hêla rast,lê dijminiya li gelekî(tirk,rom) hêla wê ya qelsbû.Ji gorî fikra romanê re cihê herî xweşû lihevhatî Dêrsîm bû û roman li derdorê Dêrsîmê avabûbû.Ev ji xurtbûna wê fikrê dipeyitand.Dîsa di xurtbûna fikrê de nişaneya herî mezin jî bikaranîna “kurdbûnê” bû.Ne tenê behsa eşîrtiyê,ne kurmanciyê, zazatiyê kiribû hemû êlên derdorê di sîwana kurdbûnê de dabû hev.
Niqaşa li ser roman û çîrokê gelek dirêj e.Lê wekî xwendevan tiştê ku ez jê fahm dikim sînoreke diyarde di navbera çîrokê û romanê de nîne.Lê helbet hin tişt hene ku mirov bi wan hema hema dikare her du cureyên edebî ji hev veqetîne.Li gorî min roman jihevvezilandina çîrokê ye.Her roman xwedî çîrokek e û yên ku ji çîrokek zêdetir jî di hewînin hene .Lê dema mirov li berga romana Xatê Xanim binêre dibîne ku li quncika çepê “roman” dinivîse.Lê -bi ya min- ew ne roman e çîrok e.Ji ber ku heta mirov bêje bes hatiye qusandin.Di vir de mesele ne tenê dirêjbûn kurt bûn,an jî bi taswiran zêdekirina rupelan e.Mesele ew e ku bûyerên li pey hev zû bi zû hatiye bikaranîn.Çawa nexweşên ji mirinê filîtî dibêjin hemû jiyana min li ber çavên min herikî,çîrok jî wiha diherike.Çîrokek têra xwe herikbar e.
=KTML_Bold=Lehengeke Femînen=KTML_End=
Li jorê me hinek behsa fikra romanê kir.Li virê hewceye mirov lêzêde bike ku ji aliyê hilbijartina lehengên xwe ve jî nivîskar û fikra romanê nûjen in,modern in.Şêst sal berê bifikrin û tew di romanê de behsa qet tune be pêncî salê beriya xwe jî dike,bifikrin ka afirandina du hêmayên mîna neteweperwerî û rûmetdanîna jinê.
Dema mirov li naverokê binêre dibîne ku di her qadê de Xatê Xanim heye.Wekî serlîstîkvanê fîlmekî,di her quncikê de heye.Lê bi çi awayî heye û çiqas femînen e.Bi rastî hilbijartina lehengeke jin ji bo nivîskarên mêr pirr zahmet e.Me got fîlm em dîsa mînakê xwe jê bidin.Çawa lîstikvan ji bo rolên xwe kirasên wê kesayeta di senoryoyê de li xwe dikin divê nivîskar jî bi heman armancê lê ne kirasê lehengekî,yên hemûyan li xwe bike.Lê di romanê de mirov têgihişe ku nivîskar kirasê xwe li lehengê xwe kiriye.
Xatê Xanim piştî mirina mêrê xwe kirasê mêrê xwe li xwe dike,her ku kurê wî Sultan serokeşîr be jî
li pişt dîwaran ew bi xwe ye.Rojek kurê wî ji aliyê qeymeqamê ve tê girtîn û cezakirin.Piştî ku kurê Xatê Xanim ji aliyê qeymeqamê ve tê girtin Xatê Xanim wisa deng li civatê dike: “ Gelî qewm û pismaman!Ez îşev qet ranezame.Min fikr kirine,dibe hûn bêjin, ‘te fikra Sultên kiriye’.Na ez bi serê komê kim.Ez tenê û tenê fikirime ku, em îro çi bikin?Çawa herin bi qeymeqamê Êzirganêre xeber bidin,belkî xwedê rehmê biavêje dilê wî,ew Sultanê min berde.”Di vê hevokê de eşkere ye ku mîna mêrekî diaxife-her ku bêje “Sultanê min” jî-.Mîna mêra bang li civatê dike.Ha dema tenê dimîne digrî,li ber kurê xwe dikeve. “Sibê gerek ez xwe wisa bidim kifşê ku,kesek bi min nehise ku,ez hew qasî li ber xwe ketime.” Belê li ber xwe dikeve lê naxwaze bide der ew ji xemigîneyeke nêr e.Dema mirov bifikre ya rastî di vir de rolên civakî,têsîrên civakî jî hene.Li civakê kurdan dema mirov li jinên bî binêrê dibîne ku tev hêlên xwe yên femînen winda dikin.Ger em bixwazin vê têgihiştinê di romanê de realize bikin divê em li raboriya Zeynê,bûkê Xatê Xanim binêrin.Di romanê de kurê Xatê Xanim Sultan du caran tê girtin.Di cara yekemîn de bi saya peredayîna qeymeqamê tê berdan.Lê qeymeqam çend rojên din dixwaze Sultên bixe kemînê,nabe.Sultan wî dikuje û tê girtin.Dûre walitiya Dêrsîmê dardekirina Sultên didin.Werhasil çareyên Sultên jî her ku diçe diqede.Di wextekî wiha teng de jina wî Zeynê ji kula mirina Sultên wiha dibêje: “Min hetanî roja îroyîn bûktî ji herkesî dikir,çimkî Sultanê min tayê tenê malê bû.Roja îro ez jî di malê de Sultan im.Ji şermkirinê tu kes tiştekî nade min.Heta deqiqeya min a paşî ez ê bona berdana Sultên tevî kurdan şer bikim.Bila Xatê Xanima xwesûya min rind zanibe ku ezne jin im,ez mêr im û li pişta wê sekinîme.”Dîsa di heman paragrafê de dibêje: “Welleh ez ê tevî cimaetê tivingê hildim û li pêşiya romê virek şer bikim.”Bi van hevokan em dikarin gotinên xwe yên ka jin çima piştî mirina mêrên xwe femînentiyên xwe wenda dikin bipeytînin.
=KTML_Bold=Pira Di Navbera Zimanê û Fikrê De=KTML_End=
Me got nêrîna kurdbûn û bihevgirtina gelên bindest nişaneya nûjeniyê ye.Lê nivîskar bi heman armancê ji naverokê re dilsozî nekiriye.Ez ê dîsa û dîsa werim ser bikaranîna peyvên biyanî yên di zimanê kurdî.Belê kulê min tirkî ye,ji ber ku jê pê ve ziman nizanim û nikarim fahm bkim pê ka ji kîjan zimanê hatiye û pê ve jî ez ne zimanzan im ku bikevim pey şopên peyvan.Min di nivîsekê xwe de bikaranînan peyvên biyanî şibandibû plantasyonên gurcikê.Divê zimanê ji hev sûd werbigrin.Ev tiştekî baş e.Lê carina mirov ji pîvanê wî dertê,nikare li zimanê bîne û di serde jî diherimîne.Di vê romanê de ji sedî zahftir belkî peyvên tirkî hebûn(dibe ku ev peyv ji zimanekî din hatibin,lê em wekî tirkî zanin).Ji nav van ji sedî deh li herikîn û dengsaziya hevokan hatibû.Lê ji sedî notên wan jî guh di min de nehişt,da ber lapûşkan.
Fermo li wan binêrin;qeya(zinar),meydan(qad),badem(behîv),qereaxaç(darên reş), gogercîn (kevok), mêşe(darberû,berû),dûz,şikyat,orxan(lihêf),doşek(nivîn),canim(canê min), temiz(paqij), çetin(zor,zahmet),êpêce li ber xwe ket(gelek…), başqe(cihê,din,bilî), ewled(law,zarok), cendermebaşî (serokjenderme), di boxaza we de(di qirika we de),îmdad(alîkarî),orta te û eskerê Dêrsîmê zahf kok e(navbera te û…),kopoxlîkî(kûrêkûçikekî),qafseqet(serî seket),li heyat dinyalikê,sebaba(sedema)…
Di vir de dixwazim bala we bikşînim ser du sê peyvan; “cendermebaşî,canim”.Du sê caran li van peyvan binêrin û bixwazin biawayeke çawa be bila bibe maniyek ji bo nivîsandina wan derxin.Min dernexist bi rastî.Dibe ku peyvek tirkî be,erebî û farisî be ne mesele ye; mirov li gorî qertaf mertafên zimanê xwe,rê rêbazên zimanê xwe û li gorî dengsaziya zimanê bikarbîne ne pirsgirêk e.Lê ger ji dêvla ku bêje “canê min” û “canim” bikarbîne,bi qertafa “im”ê tirkî sûw werbigre, sînorên fantaziyên min dest nadin şirove bikim.
*Ji ber ku di kategoriya romanê de hatiye bikaranîn,her ku ez bêjim çîrok e jî peyva romanê bikartînim.[1]