Jîyan bi zimanê zikmakî xweş e!
Sıraç Oğuz
Çawa ku bê nasname nav û netewatîya mirov tune be, bê ziman jî nav û netewatîya mirov tune ye.
Jiber ku ziman bingeha nasnameya netewî ye.
He rmirov bi zimanê xwe yê zikmakî dipeyîve, dixwîne û tevdigere. Her wiha, mirov bi zimanê xwe û bi jîyana xwe bi civata xwe serfiraz dibe.
Ji bo min jîyan bi zimanê Kurdî xweş e.
Kurdî hebûna min û rengê xemla jîyan a min e..
Zarokatîya min, di gund da û di nav civatê de derbas bû.
Şevên û rojên me yên di demsala zivistanê da bi ҫîrok û sitranan bi ken û henekan, bi listik û kêfxweşîyê derbas dibûn.
Bi kurtî, jîyana me ji sedî sed bi kurdî bû.
Di dema dibistana seretayî da, em fêrî Tirkî dibûn.
Di destpêkê da Tirkî ji bo me, zimaneke bê wate bû.
Tu kesî ne ji sitranê Tirkî ne jî ji ҫîrok û henekê tirkî fam dikir. Haya kesî ji çanda û hunera Tirkan tune bû.
Her tişt bi zimanê zikmakî û weke Kurdîya serhedê, xweş û zelal bû.
Îro jî ez xwe pir şad û bextewar dibînim.
Ji ber ku ez bi jîyana xwe ya bi Kurdî serfîraz û serbilindim.
Dema ku mirov bi Kurdî, dipeyive, dixwîne û dinivîse..
Dema ku mirov li dengê bilûr û meyê…
Li kilam û stranên dengbêjan guhdarî dike…
Ya ji dema ku mirov Destana Memê Alan, Hopo yê Ereb Şemo, ji, Sîya Evîn a Mehmet Uzun, Rewî yê Îkram Oguz dixwîne, jîyana merîya rengin dibe û mirov tama zimanê Kurdî digre.
Ez bang li hemû kurdan dikim û dibêjim, hun jî li zimanê xwe, xwedî derkevin.
Bi zimanê xwe yê zikmakî tama îyanê bigrin.
Zarokê xwe fêrî zimanê Kurdî bikin.
Bila zarokên we jî, bi we û bi ziman û netewa xwe bextewar û serbilind bin.
Ji bo pêşeroja zarokan, sermiyanê herî mezin, ji alî dayîk û bavê va elimandina zimanê zikmakîye.
Ez her roj û hergav dê û bavê xwe bibîr tînim. Ji wan ra dûa dikim ku, wan bi vî zimanê me yê xweş û delal em mezinkirin û bi kevneşopîya Kurdî em terbîye kirin.
Ҫawa ku mirov bi sermîyanê xelkê nabe dewlemend nebe, bi zimanê dagirkeran jî mirov Kurd namîne û nabe xwedî dewlet. [1]