Êşa û jan a ji dagirkeran
Sıraç Oğuz
Dîroka Kurdistanê bi alîyekî va dîroka komkujîyê ye. Heta roja îro li Miletê Kurd bi dehan komkûjî û zordarî hate kirin. Gelê Kurd hercarê berxwe da û sere xwe li ber neyarên xwe xwar nekir. Bi dehan caran serî hilda, lê biser neket û bin lepên neyarên har û hov da ma. Zulm û zordarîya ku dihat kirin, weke îro nedihat dîtin.
Îro bi saya pêşveçûba tekonilojîyê, bûyerên ku diqewimin, Mîletê Kurd zû jê hayîdar dibe û hemû dinya alem dibine.
Ҫend roj berê wêneyekî bala min kişand. Gava min ew wêne dît, hiş û aqil ji serê min ҫû. Ji kerba êş ket sere min. Dibe ku bala kesî zede nekişandibe, ew wêne bi sere xwe tene zulm û zordarîya ku ji alî dewleta Tirk a dagirker va îro li Efrînê tê kirin, nîşan dide û binpêkirina morovatîyê dide ber çav.
Leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wan, du zarokên Kurd biçavkirine û daşîra (tuwalet) qereqolê bi wan didin paqijkirin. Herdu zarokên heft-heyşt salî bi deste xwe kevirên daşîrê paqij dikin.
Ez bawerim gelek kesan ev bûyer dîtine. Lê heta roja îro, ne tu kesî ne jî hêz û partîyek Kurd bertek nîşan neda. Tu dibêjî qey hemû kor û lal in.
İro nêzîkî pênce, şêst televîzyonên Kurdan bi zindî weşane dikin. Bi sedan radyo, rojname û malperên Kurdan hene. Bi milyona Kurd di medya civakî da rexne li hev digrin û hevdu şermezar dikin. Lê tiştên ku dagirker li sere zarokên Kurd dikin, ya nabînin ya jî bibinin, bala wan nakişînin.
Kurd kêmasîyên xwe yên piçûk dibinin, kirinên dagirkerên xwe yên mezin nabînin. Ev yek jî dide xuyakirinê ku Kurd bi pirranî ji reaksîyonên netewîtîyê dûr in.
Eger ku Kurd xwedî erkên neteweyîbûna, li ҫar perҫê Kurdistanê bi sedhezaran gel, wê biketana nav kûçe û kolanan û bimeşîyana.
Dewleta Îranê bi salane kolberan dikûje û cîvanên Kurd darda dike. Li Tirkîyê bi hezaran girtîyên kurd, di heps û zîndanan da zulm û zordarîyê dibinin. Jin û zarokên Kurd li kûçe û kolanên bajaran da, di bin tanken dewletê da tên hincirandin. Li Efrîn û derdora wê Kurd belengaz û perişan in. Li Kerkûk û deverên ji dervayî Herêma Kurdistanê Heştî şehbî tade li Kurdan dike û wan ji mal û milken wan dûr dixe. Bi bombebarankirina Jetên Tirk, Kurd ji gundên xwe direvin û tên kuştin.
Bi mîlyonan Kurd, li ser facebookê bi pesn û rexneyên navxweyî va mijûl in. Endam û alîgirên partîyan ji tarîqatên xwe ra mûridîtîyê dikin, yên mayîn jî xwerin û vexwarinên xwe parve dikin.
Di çar parçeyên Kurdistanê da bi sedan partî hene û hemû yekitîyê dixwazin. Lê xuya ye bi daxwaz û kirinên partîyan yekîtî ҫê nabe. Yekitî ancax bi dil û rihê Kurdayetîyê ҫêdibe. Ew jî li ba partîyên Kurd kêm e. Her yek di derde berjewendîyê xwe da ye.
Qala kongreya netewî dikin, lê tu gavek navêjin. Endam û alîgirên xwe bi ideolojîyên kevneşopî dixapînin û ji hev dûr disekinin. Sedem vê yeke jî, ji zulm û zordarîya dagirkeran zêdetir, bihev ra mijûl in.
Loma ev bûyera ku li Efrînê qewimîye, nabînin û denge xwe dernaxînin.
Kîngê ku hez û partîyên Kurd, rewşenbîr û ronakbîrên Kurd, li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, zulm û zordarîya ku li gele Kurd tê kirin, bibinin û bi deng û rengên neteweyî li wan bûyeran xwedî derkevin, ancax wê gavê dagirker jî dê hed û hidûdê xwe bizanibin. [1]