=KTML_Bold=Çar dewletên dagirker û êşa Kurdistanê=KTML_End=
Sıraç Oğuz
Milletê Kurd ji împaratoriya Sellahaddîn Eyyûbî heta roja îro gelek caran li ser erdê xwe û li rojhilata navîn desthilatdar bû. Lê Milletê Kurd bi wan demê desthilatdarî, tu car li ser milletên din heqaret û zordarîtî nekirîye. Ji mafê milletê din û ji hebûna wan ê xwezayî herdem rêz girtî bûn.
Mixabin çar dewletên dagirker, êrîşên leşkerî li Kurdîstan a azad kirin. Neyarên Kurd û Kurdistanê, dîsa dest bi fen û fêlbaziyên dîrokî dikin. Dixwezin di nav milletê Kurd da, dubendî û ixanetên mezin pêk werin. Gava ku milletê Kurd pirsgirêkên di nav xwe da çareser dikin. Neyarên Kurda jî dest bi bê exlaqî û zordariye dikin. Pirsgirêk û dubendîtî di nav Kurdan da derdixin, bi lez û bez bi kar tînên.
Li Kurdistanê kî bi çi şikil û bi çi rengî bawer dike bila bike. Kî alîgirê kîjan patiyê dibe bila bibe, dema ku bi destên neyaran pirsgirêk û şer û ixanet derdikeve, divê Kurd li dijî wan yekdengbin. Weke mînak iro li Başûr eger dubendîtî neba, eger îxaneta navxweyî neqewêmiya, neyar di xewnê xwe da jî nediketin nav Kerkûkê. Li Başûrê Kurdistanê dîsa bi hezaran kes koçber bûn. Bi sedan kes hatin kuştin. Li bajarên ku bi alîkarîya xayîna ketin destê neyaran, li Kurdên di wan bajaran da dijîn xirabî û tehde tên kirin.
Di nav sedsala dawî da, jiyana Milletê Kurd bi bêbextî û bi komkujiyan derbas bû. Îro dîsa neyarê Kurdan dest bi şer û komkûjiyê nû dikin.
Kurd bi heta îro bi mirinê hatin cêribandin. Hatin kuştin, hatin dardakirin. Bi salan di heps û zîndana da man. Bi komkûjiya çekên kîmyewî hatin kuştin. Kurd ji ber zilma dagirkeran koçber bûn, tî û birçî man. Lê Kurd tu car netirsîyan û ji tirsê nemirin.
Edî dem dema îxanet û dubendîtiyê nine. Milletê Kurd divê bi yekrezî û bi biratî doza xwe bidomîne. Li çar perçê Kurdistanê her serkeftinek, serbilindiya hemû milletê Kurd e. Xirabkirin û wêrankirina her perçeyekî Kurdistanê, wek her car dîsa şikeftin û xemgîniya hemû Milletê Kurde
Ji ber ku dagirker bi sedsalane dewlemendiya ser erd û bin erdê Kurdistanê bi kêfa xwe li hev parve dikin. Lê ew dema neyarên Kurda bi serê xwe tevdigeriyan ew edî lipaş ma. Îro Kurd di xala siyaset û dîplomasî û leşkeriyê da bi hêz û qûwetin.
Kurd heta roja îro li çar perçeyên Kurdistanê jî bi esaletî şer kirin û serîhildan. Hejî, ji neyarên xwe natirsin û bi mirxasî doza xwe ya pîroz didomînin.
Kurd gava li ser erdê xwe dibin xwedî heq, dagiker dîn û har dibin. Dagirkirina Kerkûkê jî ji van sedeman yeke. Çar dewletên dagirker bi hevra dixwezin serkeftinên li başûr bi destketin ji hevdaxin.
Ji îro şunda Kurdistan a Başûr bêtir nezîkî serxwebûnê bûye û ewê bibejî. Bi qûweta peşmergeyên qehreman, biteqezî wê biserkevin. Garantiya wê jî bi giştpirsiya 25 ê îlonêye. Kurdên Başûr biryara xwe bi çar milyon dengan, serxebûn û serweriya sînorê Kurdistanê kifşkirin.
Êdî biryara ji bo serxwebûna Kurdistanê hatiye girtin, tu car quwetek nikare betal bike. Bes e ku, Kurd yekdeng û yekrêzbin.[1]