Ehmedê Huseynî: Şêxê Helbestê
“Ji Şêxê Helbestê #Ehmed Huseynî# re”
Ayhan Erkmen :
Ew peyvên efsûnî ji dilê ruhanî dilop bi dilop dipalin dilê me. Şêxê min, Şêxê Helbestê, Ehmed Huseynî ji xirecira vê dinya derewîn dest kişandiye, kela dilê wî di coyeke din re diherike. Ji bîst sal berê dema ku min li Amedê dît, ji ber nefispiçûkbûna wî matmayî mam. Behra helbestê pêş min bû û bi wê kurahiya dilê xwe, yên li pêş xwe mest dikir.
Ji bo xebata bi nirx ya “Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê,” min dîwana Şêxê xwe hilda û çend rojan bi wî re rabûm û runiştim. Şêx ji pêşengên helbesta kurdî ya nûjen e. Helbesta wî manîfestoya evînê ye; evîna welat, gel, azadî, çand û awazê… Ji ber kurahiya helbesta wî peyvên min ê sivik bimînin û êz ê xwe biavêjin ber siya helbestên wî.
Nexşeya te ji ber çavên min dizîn
Agirê maça te ji ser lêvên min dizîn
Ji hestên min ferhenga zimanê te dizîn,
Ji buhara min keskesora kenê te dizîn
Ji sibeha min xunava gizinga te dizîn
Ji êvara min tavsorka asoyên te dizîn
Ji guhên min ritm û newaya navê te dizîn
Lê dikin û nakin…,
Nikarin evîna te ji dilê min bidizin.
Ji bo Ehmed Huseynî her tiş bi trajediyekê dest pê dike; welatekî qedexe, zimanekî qedexe, hizr û hestên qedexe… Dema ku dixweze bibe zimanê vê qedera kambax, sînor derdikevin pêş, jiyanê wisa jê re teng dikin ku Şêx neçar dimîne, dilê xwe li welat dihêle û berê xwe dide xerîbiyê.
Me bar dikir, Xweda stûxwar dibû
Me bar dikir, Aras xembar dibû
Me bar dikir, gerdûn gemar dibû
Me bar dikir, jiyan temsar dibû
Şêx bi zimanê qedexeyî, dû ruhê ber sekaretê dikeve, dixweze bibe awir, bêhn û qîrîn… Çeka wî bi tenê “peyv”e. “peyv” zûha û nîv ruhî ye û ji derge û dîwanan durxistiye. Şêx wek sîmyavanekî dû nirx, hizr û hestên jibîrbûyî dikeve, helbet ne hesan e; welatek çar parçe, hişmendiyek parçeparçe û qedexe di ser de jî eyb û şerm… Hewcebû ku peyv bi wateya xwe ya efsûnî wek çûka ankayê rabûya ser piyan, perveda û bifiriya. Şêx bi wê rol û ristê radibe, peyvan di nava dilê xwe de dimeyîne û dû zarokatiya xwe, xewn û xeyalên xwe dikeve…
Min dixwest tiştekî ji te re bibêjim
tiştekî bi qasî welatê min şêrîn
bi qasî azadiyê xweşik
bi qasî dilê dayika min germ…
Şêx ji kaniya Baba Tahirê Ûryan, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Cîgerxwîn… ava heyatê vedixwe û bi tola Fesîhê Seyda û Kesrayê Ebdê yê bêmiraz radibe, Ebdurehmanê Mizûrî, Rojan Bernas, Selîm Berekat… rê nîşandidinê, di xelwetgeha helbestê de şîreta “Ehmed ji pey helbestê veneger û hergav wek xwe binivîsîne, ne wek kesî din” ji xwe re dike guhar.
Xwendina wî ya bilind li ser felsefê ye. Dibe ku kurahiya hizrên wî ji wir tê. Şêx xwedan cewherekî cûda ye, peyvan wek micewheran yeko yeko dijbêre û bi her hevokekê aforîzmekê diafirîne. Zimanê wî yê helbestî di warê afirandina peyva kurdî de roleke cûda dilîze, deriyan ji dû hev vedike. Pênûsa wî ya zêrîn, hizr û wateyên giran li peyvan dike, peyv pi pênûsa wî diwelide û “giyanê zuhabûyî yê kurmanciyê avdide.” Şêxê Helbestê, turikê xwe yê derwêşiyê hildide û dû hemû “şikestin û şewatên”me, nirx û dewlemendiyên me yên ku ji me hatiye dizîn dikeve. Ew “nalîna sedsalane ya birîndarekî ji birîndarên helbesta kurdî ye.”
Dilê Şêx wek teyrekî, li çar parçeyên welat difire, her ku şînê dibîne rûdinê dilorîne; dilê Şêx, li qada derê çiyê û çarçirayê bi Serdaran re li ber sêdarê ye, li helepçê di bin bandora barana xerdalê de “li dor govenda mirinê” dicive, di sînemaya Amûdê de agir dil û hinavê dayika Ebdulsemedê sêzdeh salî dişewitîne, Ehmedê pênc salî li ber çoka dayika xwe hêsiran dirijîne.
Li ber dîwarê heman berbeyaniyê,
li paş pencereyên şkestî
yên xewna dayikên ji toza bendemana dijwar,
di wê qîrîna teng û tenik de,
di pend û şîretên agirekî tîndar de,
zarokên qederê digel laş û pênûsên xwe yên ji avê
Qederekî
hatin biraştin.
Di helbesta Şêx de bajar, çiya û çemên welat yeko yeko cihê xwe digiriin. Leheng û evîndarên destanên milletiyê yeko yeko derd û kulên xwe dibêjin.
dilê Memo duguvêşe
gavên Siyamend bi ser xwe de dikêşe
biskên Şêrînê
pizota Zînê dimêje
xwe diavêje perya Ferhadê hunermend
…
Simbilên Medyayê zer bûne,
mertalên Rostem kerr bûne
rizikên Selahedîn der bûne…
Li serê salên 2000î çûyîna Amûdê jê re qedexe bû û ji bo sebra dilê xwe bişkêne berê xwe dabû Amedê. Dixwest li Ameda rengîn şopekê bêhêle û bi çûyînê re, dengê wî deng vede li vê paytexta dilan. Ji bo wê bi şev û rojan di kolan û kuçên Amedê de tovên bedewiyê reşand dilên dost û hevalan. Li Amedê vala nedisekinî ji televîzyonê re bernameya bi navê “Dengvedana Peyvê” dikişand û ez jî bi pirtûka xwe ya ewil bibûm mêvanê wî. Pêşniyara wî ji bo min “çîrokan bixwîne” bû. Ger ku ez îro çîrokbêjîyê dikim bi pêşniyar û piştgiriya Mamoste Ehmed Huseynî ye.
Şêx niha pir bextewar e, xwezî wê bextewariyê… Ji sirguniyê vegeriyaye ser axa azad, rojavaya şêrîn. Di axa rojavaye ku bi xwînê avdayî de gulên azadiyê dibişkivin û helbesta Şêx bûye zimanê vê vejînê û ber bi perava helbesta cîhanê per li hev dide.[1]