Xeteriya li ser zaravayê kirdkî û berpirsiyara Kurdên Kurmanc
Mihemed Kurdî
Ziman ne tenê alava ragihandin û têgihiştina di navbera mirovan de ye, di heman demê de xala herî girîngê ku netewan ji hevdu cuda dike jî ziman e. Her wiha hişmendiya netewî jî bi rêka zimanî ava dibe.
Ziman nirxek netewî ye û heyînîyek zindî ye, heta ku ziman hebe, netewe jî dê hebe, ger ziman tune bibe, netewe jî dê tune bibe. Her wiha ziman tixûbên netewan jî diyar dikin, heke zimanê netewekê heta kuderê bê axaftin , tixûbê welatê wê netewê jî heta wê derê ye, lewre parastina ziman, di heman demê de parastina welat e jî.
Her netew xwediyê zimanekî ye, em kurd jî xwedî zimanekî dêrîn û dewlemand in. Her çiqas zimanê me di aliyê nivîskî de pêşneketî be jî bi devkî heta roja me zindî maye. Li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî di fermiyetê de ji aliyê dagirkerên welatê me ve nayê naskirin û gelê me jî ev e sed sale ji perwedehiya zimanê zikmakî bêpar hatiye hiştin. Ji ber wê jî li bakurê Kurdistanê pirsgirêkên ziman hîna dema ku zarok diçin dibistanê despê dikin. Roja ku komara tirkiye hatiye avakirin heta nûke bi hemî hêza xwe polîtîkayên bişaftinê yên herî qirêj û hovane li ser zimanên kurdî dide meşandin, ji ber wê jî roj bi roj zimanê me dihele û winda dibe , êdî kesên ku bi kurdî diaxivin kêm dibin û yên ku tên bişaftin jî zêde dibin, ev e yeka jî dibe sedema tunebûna netewa me.
Zimanê kurdî ji aliyê zaravayan ve gelî dewlemend e. Em dikarin zaravayên zimanê kurdî wiha rêz bikin: Kurmancî, Soranî, Lekî, Goranî û Zazakî/Kirdkî. Mixabin zaravaya kirdkî ji ber polîtîkayên bişaftinê roj bi roj dihele.Sazîya Navdewletî UNESCO yê berîhîngê atlaseke bi navê zimanên li ber mirinê belav kiribû, di wê atlasê de hatibû diyarkirin ku di cihanê de gelek ziman winda bûne û her wiha kirdkî/dimilkî/zazakî jî yek ji wan zimanan e ku metirsiya windabûnê li ser heye.
Wekî hûn hemî jî dizanin kurdên me yên kurmanç li hemî beşên Kurdistanê hene û ji ber ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê perwerdehî bi zimanê kurdî tê dayîn, metirsî û xeteriya windabûnê li ser zaravayê kurmancî nîn e. Lê mixabin heman tişt ji bo zaravayê kirdkî/dimilkî ne pêkan e. Wekî hûn dizanin kurdên me yên ku bi kird/dimilkî/ diaxivin tenê li bakurê Kurdistanê hene, ango li beşên dinên Kurdistanê kurdên me yên kirdkî nîn in, mixabin ev yeka jî windabûna kirdkî asan tir dike. Lewre parastina zaravayê kirdkî ji parastina zaravayê kurmancî ferztir e.
Dagirkerên Kurdistanê ne tenê polîtîkayên bişaftinê li ser zimanê me dimeşînin, di heman demê de ji bo ku kurdan ji hev dûr bixin û zaravayên kurdî jî lawaz bikin leystokên qirêj jî dimeşînin. Ev leyistok jî li ser kurdiya zaravayê ”Kirdkî/Dimilkî/ ye. Dagirker ji bo ku kurdan ji hev cuda bikin dibêjin:” Kirdkî/Dimilkî ne kurdî ye û zimanekî ser bi xwe ye û kird/dimil jî ne kurd in” Dewlet li her qada jiyanê ji bo ku hişmendiya kurdan ya netewî têk bibe bi zanebûn kirdkî/dimilkî wekî zimanekî serbixwe û ji kurdî cuda tir nîşan dide.
Di evê mijarê de berpirsiyariya kurdên kurmanc jî gelekî girîng e , bi taybet berpirsiyaraiya kurmancên bakûrê Kurdistanê. Gelek caran kurdên ye kurmanc ji ber nezaniya xwe dibêjin zaza jî kurmanc in , an jî dibêjin ez kurdî dizanim lê bi kirdkî/zazakî nizanim. Eve yeka jî şaşitiyek gelek mezin e û kurdên kurmanc û kirdkî ji hev dûr dixe û xizmeta politikayên dagirkerên Kurdistanê dike û lêyistokên wan pêk tîne. Lê belê heke kurmancên bakurê Kurdistanê hişyar bin û xwedî li zaravayê kirdî derkevin û hîn bibin, wê demê em dikarin leyistokên dagirkeran berovajî bikin. Divê em bi hişmendiyek netewî û bi zanebûn tevbigerin û çi cudahiyê neêxin navbera zaravayên kurdî de. Divê em baş bizanibin kurdî ne navê zaravayekî ye , kurdî navê zimanê me ye. Kirdkî,Soranî,Kurmancî, Loranî,Goranî navên zaravayên kurdî ne. Kurd jî navê netewa me ye, navê gelê me ye, ango zaza/kird/dimil,kurmanc û soran jî .. hemî bi hev re kurd in.
Divê hemî komele, sazî, nivîskar, rewşenbîr, Mamoste û siyasetmedarên kurd zimanê xwe bi ser her tiştî re bigrin, ji ber bandora wan li ser kurdan geleke, divê ewna jî di axaftin û nivîsandinên xwe de hişyar û baldar bin, hemî zaravayan wek hev bibînin û xwedî li hemî zaravayan derkevin, da em karibin yekitiyek netewî ava bikin.
Zimanê Kirdkî zimanê Şêx Seîdê Kal e, zimanê Şêx Seîd Riza ye, zimanê Rencber Ezîz û zimanê gelek lehengên dinên ku mora xwe li dîroka Kurdistanê dane ye. Divê em baş bizanibin heke kirdkî nema û winda bû kird jî dê nemînin û winda bibin. Lewre werin em bi hev re zimanê evan lehengên xwe yên hêja biparêzin. [1]