Navê pirtûkê: Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim
Navê nivîskar: Abdulla Peşêw
Navê wergêr: Zûlkûf Ergûn
Wergera ji ziman: Soranî/Kurdî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Peywend
Sala çapê: 2016
Rûpel: 496
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Ev berg di bin sernavê Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) ji berhevoka Roj Niye Lêtan Tûrre Nebim (Roj Nîne li We Hêrs Nebim) û ji her du dîwanên Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) û Birûskeçandinê (Birûskçandin) pêk tê…
Xwendevan di vê bergê de dê rastî wan helbestên Abdulla Peşêw bên ku di lûtkeya afirîneriyê de hatine nivîsîn û xwediyê xwe gihandiye bandeva hunera helbestê. Bi taybetî helbestên Eger Em Care Bêmewe, Lew Rojewe Legellma Nît, Bo Qerecêk, Mezad, Sedan Sall e, Tirs, Ta Çiray Ême Nesûtê û çend helbestên din dengê efsûnî yê Peşêw di dil û hişê mirov de diteqînin û mohreke mayînde li ser ruhê mirov dihêlin. Ji ber vê ye ku navê Peşêw çend sêhra peyvê û çêja gotinê bi bîr bîne ew çend jî amaje bi teqîn û dengvedanê dike.[1]