=KTML_Bold=Roja Zimanê Zikmakî=KTML_End=
Mehmet Emin Demir
Îro Roja Zimanê Zikmakî ye. Gelê Bengalî di sala 1952an de li Pakistanê li dijî sepandina zimanê Ûrdû rabûn û nave xwe li dîrokê bi tîpên zêrîn neqişandin. Di encama çalakiya xwendekarên Bengalî de gelek kes hatin kuştin, lê Bengalî di tekoşîna xwe de bi ser ketin. Welatê xwe û zimanê xwe azad kirin.
Neteweyên Yekgirtû (NY) di sala 1999an de roja çalakiya xwendekarên Bengalî wek ‘Roja Zimanî Zikmakî’ qebûl kir. Ji wê rojê de 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî tê pîrozkirin.
Pêwîst e kurd jî bi hişmendiya Bengaliyan li zimanê xwe xwedî derkevin. Eger kurd zimanê xwe azad bikin, dê welatê wan jî azad bibe. Em ê bi vê wesîleyê ziman û girîngiya zimên binivîsînin.
Ziman di navbera qewmekî de pira do û îro ye. Eger zimanê neteweyekî nebe dê rabirdû û kevneşopiya xwe wenda bike û nikare pêşerojêkê ji bo xwe ava bike.
Ziman di jiyana neteweyekî de tiştê herî girîng e. Lewra dewlemendiya neteweyan a herî muhîm ziman e. Ji bo ku qewmek an milletek bibe netew ziman şertê herî muhîm e. Netew li ser zimên ava dibin.
Gotineke Galleriya heye: ‘’Ga tanga, gan tîra’’ ango ‘’Bê zar û ziman nabe niştiman.’’
Ziman sembola netewîbûnê ye. Xwedî derketina zimanê kurdî berpirsiyariya her kurdiye. Gencîneya ku bav û kalên me ji me re hiştînê em jî mecbûr in ji nifşê dû xwe re bihêlin. Dewlemendiya çand û hunera kurdî veguhesînin nifşên nû da ku ew jî ji vê dewlemendiyê bêpar neminin. Lewra ziman stûna çanda gelan e. Eger zimanê me têk biçe bizanibin ku wê stûna kurdan a kurdayetî û kurdewariyê xera bibe.
Îro li Bakur zimanê kurdî di bin xetereya wendabûnê de ye. Mixabin ji dayikên ku bi tirkî nizanin zarokên ku bi kurdî nizanin peyda bûn. Pêwîst e li ser vê rewşê lêkolînên berfireh werin kirin. Ev jî karê sosyolog û zimanzana ne. Lazim e kurdên hişmend û zana di her warê jiyanê de zimanê kurdî bi kar bînin û bi taybetî jî di mala xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin. Zimanê kurdî laşê me ye, lê zimanên biyanî kirasên me ne. Kiras tê danîn, tê guhertin, lêbelê laş hetanî mirine bi me re ye. Zimanê zikmakî ji roja bûyinê hetanî mirinê bi me re ye.
Tiştekî wisa ye ku tu çiqas cih û warên xwe biguherînî jî û ji welatên xwe bi hezaran kîlometre dûr jî bikevî her dem bi te re ye. Tu dikari dê, bav, jin, zarok û malê xwe li dû xwe bihêlînî, bi xwe re nebî, lê tu nikarî zimanê xwe li dû xwe bihêlînî. Tu herî kîderê zimanê te bi te re ye. Hevalê jiyanê ê yekem ku mirov heta mirinê naterikîne ziman e. Werin em ewilî ji mala xwe dest pê bikin.
Wek Celadet Elî Bedirxan dibêje em dema hatin mala xwe em kirasê biyanî li devê derî deynin û wisa bikevin hundir. Celadet Elî Bedirxan di nivîsa xwe ya ku Kovara Hawarê de di bin navê ‘’Zilamak û Zimanek’ de derketiye wisa dibêje: “Belê ji van kurdan re divêt, gava ji derve têne mal, herwekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguherînin, zimanê xwe jî welê biguherînin û bi zimanên kûçê di nav malê de neaxifin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.”
Kurdno! Dijmin qewine û em gelekî qels in. Zimanê kurdî li Bakur ber bi mirinê ve diçe. Lewra li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê li sûk û kolanan kurdî nayê axaftin. Zimanê ku neyê axaftin zimanekî mirî ye. Zimanê ku ne di devê xelkê de be dê di binî erdê de be û tune bibe. Em ji bîr nekin ku dema em bi zimanê xwe neaxafin em di pişaftin (asîmîlasyon)ê de rola sereke dilizîn û ji dewletên kolonyal re dibin alîkar. Ji xwe armanca yekem a dewletên kolonyalîst ew e ku kurd bi zimanê xwe neaxifin û bi vê rêyê zimanê kurdî bi kurdan bidin jibîrkirin.
Lazim e em di lihistoka wan de nebin pêlîstok û xizmeta pişaftina wan nekin. Pêwîst e kurd vê lihîstokê xira bikin.
Roja Zimanê Zikmakî li gelê kurd pîroz dikim û bi vê wesîleyê bavê zimanê kurdî Celadet Bedirxan bi rêz û hurmet bî bîr tînîm.[1]