=KTML_Bold=Kurdayetî=KTML_End=
Mehmet Emin Demir
Kurdayetî : ‘’Tekoşîna azadkirina gelê kurd ji bindestiyê û li ser esasên netewperwerî û tifaqa netewî avakirina dewleteke netewî a kurd li çar parçeyên Kurdistanê.’’
Bingeha peyva ‘’Kurdayetî’’ yê milletê kurd û welatparêzî û netewperweriya kurdî ye. Kurdayetî her çiqas peyveke nûjen be û 60 – 70 salin ketibe lîteratura kurdî jî mirov dikare bêje ku pêşengên ‘’Kurdaytetî’’ yê bi fikir û pratîkên xwe Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî ne.
Kurdayetî ew tişte ku mirov xwedî rihê netewî be û di her warê jiyanê de tekoşîna azadî û pêşveçûna gelê kurd bimeşîne. ‘’Kurdayetî’’ tenê ne peyveke siyasî ye, di her warê jiyanê de derdikeve pêşiya mirov. Di jiyana rojane, malbatî, bazirganî û siyasî bi kurtasî ‘’Kurdayetî’’ parçeyek ji jiyana mirovên kurd e. Îjar hin kurd pêdiviyên ‘’Kurdayetî’’ yê bi cî tînin û hin kurd jî bi cî naînin.
Di ‘’Kurdayetî’’ yê de rola ti fikir û îdeoljiyan çênabe, ‘’Kurdayetî’’ bi serê xwe îdeolojiyeke. ‘’Kurdayetî’’ di bin tesira ti fikir û îdeolojiyan de namîne û tesîra ol û bawerîyan jî li ser ‘’Kurdayetî’’ yê tine ye.
Pêwîst e ‘’Kurdayetî’’ li ser bingeha zimanê kurdî were avakirin. Di ‘’Kurdayetî’’ yê de rol û tesîra herî mezin zimanê kurdî ye. Mirov bêwelat dikare wek kurd bimîne, lê mirov bêyî zimanê kurdî nikare kurd bimîne. Axaftina zimanê kurdî peywîreke ‘’Kurdayatiyê’’ ye, jiyandina çand û hunera kurdî, elimandina zarokan a zimanê kurdî, mezinkirina zarokan li ser çand û kevneşopiya kurdan her yek ji van peywîreke ‘’Kurdayetî’’ yê ne.
Kurdayetî bi serê xwe tekoşîneke netewî ye û armanca ‘’Kurdayetî’’ yê bi dest xistina mafê netewî ye û pêşvebirina neteweya kurd e. Ji bo ‘’Kurdayetî’’ yê xebat û tekoşîn pêwîst e, rê û rêbazên xebat û tekoşînê ji hev cihê cihê ne. Her kurd dikare di her warê jiyanê de bi awayekî xizmeta ‘’Kurdayetî’’ yê bimeşîne.
Tekoşîna ‘’Kurdayetî’’ yê zimanê kurdî ye. Tekoşîna ‘’Kurdayetî’’ yê jiyandina çanda kurdî ye. Tekoşîna ‘’Kurdayetî’’ yê parastina maslahatên gelê kurd e. Tekoşîna ‘’Kurdayetî’’ yê daxwaza axa Kurdistanê ye. Armanca ‘’Kurdayetî’’ yê avakirina dewleta kurdî a netewî ye. Di vê rêyê de hinek wê bi keda xwe, hinek bi pênûsa xwe, hinek wê bi perê xwe piştgiriya vê dozê bikin da ku gelê kurd bi hev re bi serkeve.
Wek ku tê zanîn doza kurdan dozeke netewî ye û çareseriya wê jî ew e ku tekoşîneke netewî a ku daxwaza mafên gelê kurd ên netewî bike. Ji bo tekoşîna netewî pêwîst e mirov xwediyê rihekî netewî be. Divê her partî, tevger û kesayetên ku tekoşîna netewî dimeşînin bi her awayî ‘’Kurdayetî’’ yê bikin û di her merhaleyên jiyanê de kurdewar bijîn.
Ji bo xelasiya gelê kurd ji bindestiyê û pêkanîna mafê netewî pêwîst e her kurd xwebexşê ‘’Kurdayetî’’ yê be. Pêwîst e her kurd peywîra ‘’Kurdayetî’’ yê ji xwe re wek berpirsiyariyeke netewî qebûl bike û li ser esasê ‘’Kurdayetî’’ yê bijî. [1]