=KTML_Bold=Ala Rengîn=KTML_End=
Mehmet Emin Demir
Xwendevanên hêja em ê di vê nivîsa xwe de li ser al û girîngiya wê ji bo netewan bisekinin.
Wek tê zanîn al ji bo neteweyan gelek girîng û hêja ye. Her qewm û millet bi cudahiya ziman û ala xwe ji milletê din vediqete û bi vî awayî tê naskirin. Al ji bo neteweyan gelek girîng e û li ser rûyê dinyayê ti netew tine ku qedr û qîmeteke mezin nede ala xwe. Lewra al tê wateya serxwebûna gelan. Her netewe çiqas qedr û qîmetê didin serxwebûna xwe ewqas jî didin ala xwe.
Al ji bo neteweyan emaneta şehîdên wan e. Di dîrokê de hemû netew bi xwîna şehîdên xwe ala xwe li ser erdê xwe bilind kirine. Kurdistan jî mînakeke ku bi sedan salane bi hezaran şehîd dane da ku ala xwe di erdê xwe de bilind bikin û di saya van şehîdan de Başûrê Kurdistanê hatiye rizgarkirin û Ala Rengîn di axa azad de li ba dibe.
Al sembola serxwebûnê ye. Tu netew tine ku di bin ala neteweyên din de azad bijî. Mînaka herî mezin Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ne.
Al wateya yekitiya gel e. Tenê ji parçebûna Kurdistanê diyar e ku her parçeyek Kurdistanê di bin alên milletên din de dijîn û ji hev parçe ne.
Al tê wateya desthilatdariya neteweyan ku îro Başûr di bin wê alê de li ser axa xwe desthilatdar e.
Al nirxeke netewî ye. Lê xwedî derketin erkeke netewî ye. Divê her kurd xwedî li ala Kurdistanê derkeve.
Al ne tenê paçek/çatek e. Al rûmet û şerefa gelan e. Divê her netew bi ala xwe şanaz û serbilind be.
Celadet Elî Bedirxan di nivîsa xwe ya kovara Hawarê de ku bi navê ‘’Welat, Welatînî û Al’’ de a ku di hejmara 9an de di dîroka 30 Îlon 1932an de hatiye weşandin girîngiya alê ji bo neteweyan tîne ziman û teswîra ala kurdan wiha dide:
‘’Her milet xweyiyê alekê ye. Al nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiya ye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e. Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedrabûna ala xwe, bêperwa xwe didin kuştin. Ala her miletî jê re beha ye. Di cejn û şahînetan de qesr, xanî û kuçeyan pê dixemilînin, di ber wêre diborin, slavan lê dikin, di rêveçûna leşkerî de divekin pêşiyê. Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her der biderkirî, lihevtewandî li ser dilên zarowên wan de hilandî ne. Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirijênin ko biyaniyan ji welatên xwe biqewirinin û alên xwe li ser welat û bajarên xwe ji nû ve daçikînin. Ala her miletî bi çend rengan û bi şiklekî din e. Ala kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise.’’
Îro li ber çava ye ku hin kes û partî Ala Rengîn wek ala kurdan qebûl nakin û bêrêziyeke mezin li hember Ala Rengîn dikin. Me xwest em teswîr û dîroka Ala Rengîn li ber çavan raxînin.
Rengên Ala Rengîn û wateyên wan
Kesk : Sirûşt û tebîeta Kurdistanê.
Sor : Xwîna Şehîdên Kurdistanê.
Zer : Ronahî û Azadiya Kurdistanê.
Spî : Aştîxwaziya Kurdistanê.
Xoybûn û Ala Rengîn
Ala Rengîn cara ewil ji aliyê Tevgera Xoybûnê di serhildana Agiriyê de hatiye bikaranîn. Di ala ku Tevgera Xoybûnê bi kar dianî de cudahiyek ji Ala Rengîn ku îro li Başûrê Kurdistanê tê bikaranîn de hebû. Ew cudahî jî ew bû ku di nava rojê de wêneyê Çiyayê Agiriyê hebû.
Komara Mahabad û Ala Rengîn
Komara Mahabad li Meydana Çarçira di bin Ala Rengîn de hate damezrandin. Ala ku Qazî Mihemed bi kar dianî û ji bo parastin û berzkirinê teslîmê Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî kir jî nêzîkî Ala Rengîna îro bû ku niha li Başûr li ser axa azad li ba dibe.
Ev al jî: Ji jor ber bi jêr ve rengên sor, di navê de spî û li jêr jî kesk cih digirt. Li ser alê roj û li kêleka rojê du simbilên genim û di nav wan de çiyayek û pênûsek hebû.
Kovara Hawarê û Ala Rengîn
Di Kovara Hawarê de gelek nivîs li ser Ala Rengîn derketîne û wêneyê Ala Rengîn jî tê de derketiye.
Dr. Kamûran Bedirxan di hejmara 8an de ku di 12 Îlona 1932an hatiye weşandin de di derbarê Ala Rengîn de vê helbestê dinivisîne:
Ala kurdan
Ronahiya dil û çav;
Diyariya dê û bav;
Pêsîra wê roj û tav,
Spehîtiya ax û av
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.
Kehremanê ceng û şer;
Kiblegeha mê û nêr;
Cayegahê can û ser
Afîtaba dar û ber
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.
Rêviya xortan û mêr,
Mihreba mizgeft û dêr
Şahê evd û şahê şêr
B’reng û bihn e zîv û zêr.
Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.
Celadet Elî Bedirxan di hejmara 9an de ku qala girîngiya alê kiribû, di dawiya vê nivîsê de teswîra Ala Rengîn jî daye:
‘’Ala kurdan, ji jor ve ber bi jêr ve, ser hev sor, spî û kesk e, di nava wê de roj diçirise’’
Herwiha di hejmara 29an de di nivîsa ‘Gramera Kurmancî’’ di beşa ‘Niqteşanî’ yê de jî behsa alê dike: ‘’Sor, spî, kesk û zer rengên alê me ne’’
Herwiha di hejmara 29an de helbesta Cegerxwîn jî a bi navê ‘Ala Rengîn’ tê weşandin.
Cegerxwîn teswîra Ala Rengîn di helbesta xwe de bi vî şiklî dike: ‘’Kesk û sor û zer î spî û gewher î.
Wek tê xuyakirin ku Ala Rengîn ji sala 1927 – 1929'an û vir ve bi cudahiyeke kêm hatiye bikaranîn û pênaseya wê hatiye kirin. Di hereketa Xoybûn de û çend bûyerên din de ev cûdahiyên kêm hebîn jî Ala Rengîn a ku îro li Başûr tê daleqandin ew ale ku teswîra wê ji hêla Celadet Elî Bedirxan ve hatiye kirin.
Pêwîst e her kurd bi erkeke netewî li Ala Rengîn xwedî derkeve. Ala Rengîn sembola serxwebûn û nîşana hebûna gelê kurd e. Ne ala hin kes partiyan e. Pêwîst e kurd wek nirxekî netewî û pîroz li Ala Rengîn xwedî derkevin û li çar parçeyan bilind bikin.
Bi hêviya serxwebûna her çar parçeyên Kurdistanê di bin Ala Rengîn de.
Serokê Komeleya Ehmedê Xanî [1]