=KTML_Bold=Dîn û îmana Kemalîzmê tu car nebûye û nîne=KTML_End=
Weli Sebrî
23'ê Gulanê ji rojan rojeka reş e. Ez qala Gulana 1925'an dikim.
Ez qala qadroyên Îttihad û Terakîyê dikim. Ez di wê demê da qala Dadgehên Îstîqlalê dikim. Ewrên reş û tarî bi ser çiyayên welatê me da girtibûn û jiyanan jîyanek bêmirad bibû para Kurdan.
Di wê rojê da, di roja reş da 5 rewşenbîrên welatê min ji alîyê Kemalîstan va hatin sêdarkirin.
Seyid Evdilqadir û lawê xwe, Seyid Mihemed,
Rojnamevan, sîyasetmedar û rewşenbîrê welatê min, Kemal Fewzî.
Sadi Evdillahê Paloyî,
Parêzer Heci Extî (Bavé Tûjo) yan jî bi nave xwe yê eslî, Parêzer Mihmet Tevfik.
Sal, 2022 ye û li Bakurê welatê min sîyaset bêber e, hêvîyê nade.
Li Bakurê welatê min sîyaset li ser koka xwe şîn nebûye û nikare hêvîyê bide.
Dîrok hişê netewan e. Miletên ku hişê xwe wenda bikin, gêj in. Gêj nikarin rê bigirin. Gêj nikarin hêvîyê bidin.
Gêj gêj e, nikare rê bigire û pêşerojê ava bike. Bakur mirî ye, sîyaset jî nine û rewşenbîrî jî.
Di eyarê Kemal Fewzî û Bavê Tûjo, Dr. Fûad da tu nikarî li Bakurê welat rastê rewşenbîran werî.
Ji ber ku ziman li me kurdan wenda ye. Rê û rêbaz nîne. Xeta milî û helwest mirî û nîne.
Kurdo nemire bihar tê.[1]