=KTML_Bold=Axîna Zimanê Kurdî=KTML_End=
Weli Sebrî
bêwaxt ketim, dizarim û dinalim
Di gotinek dibêjin bi sebra Eyyub be,
Eyyubê kurmanxwarî
Ax, wî jî nekişand wekî me
em in yê bêzar û bêziman
Bi xemgînî axifî û got:
“Sêwî me, sêwîyê li ber dar û dîwaran…”
Bêhnek da xwe şûn da carekê din hat ser axaftinê.
Ji kûr va kir axîn û got:
“Bêkes im, bêwar û şerpeze me. Ji vê rewşa min ra dil dizare, dil. Wek çawa avek bi ser kevir û zinaran da bigire û biherike bî wî rengî bûm. Wek hespek kihêl resen û bi ezamet bûm. Tu wiha li vê halê min mêze neke jîr jî ez bûm û çalek jî… Hem bi nav û deng bûm û hem jî bi reng û rû. Di dev da ziman bûm, di dil da klam. Ez Zimanê Kurdî bûm. Di vê pirtûkê da, di pirtûka Yar û Miradê da neçar im. Hem neçar im, hem jî xemgîn û hestewar im… Wek Çiyayê Şahwelat bûm, helîyam û hatim xwarê. Tu bibêje bila kambax be, çi bûm û ketim çi halî!…
Çi nebûm?
Di dîwana giregiran da her bi birûmet û di kela dilê bûkan da jî bi navê xwe ez tim û tim hebûm. Qey li ser hebên tizbîyên kalan ez tunebûm? Çawa, di axaftinên wan rêzdaran da ez hem şah bûm û hem jî paşa. Di şevberîkên dengbêjîyê da jî hebûm û di çîrok û helbestan da jî. Bi xem û xiyal, bi nav û nîşan bûm. Di hezkirina te da destanek ji destanan bûm. Ma tu nizanî di şevên tarî da dibûm pêl û dihatim li ser dilê te nezanî, te bêwarî rûdiniştim. Geh bi coş û kelecan min berê xwe dida te û geh bi xem û xemgînî. Car hebû di kûrahîya şevên kanûnê da min berê xwe dida te û xwe li ba dikir.
Ax, de êdî min çi dît û çi nedît! Welato, tu kambax bî! Demsal nebû tê da êş û azar nebe. Helbet, şayî jî hebû û dawet jî. Di payîza vî welatî da min didît, li gûçîlan daran pel li ba dibûn û diweşîyan. Min zivistan jî dît û havîn jî. Min ba û bagêr jî dît, şilî û şepelî jî. Di bihara rengîn da min kûlîlk, anix, cax, so, gulik, pûng, kereng û sping dît. Min teyîr û tûyîr, şêr û piling dît. Min hirç jî dît û gur jî…
Di bihara vî welatî da ji alîyekî va berf dihelîya û ji alîyekî va jî berfînan serî hildidan û dibûşkûvîn. Ax, dilê min yo yo dilê min yo…Car hebû dibûm deng û awaz û li ber wê çemê dihatim xwarê.
Di bilûra Egîdê Çimo da hem deng û hem meqam bûm. Ma nayê bîra te malmîrat! Pêl bi pêl min li şevên zivistanan digirt û belav dibûm. Di stranên Evdalê Zeynikê da jî bi navê xwe ez hebûm û di destana Memê Alanda jî. Axîn, ji dil tê. Axîn di axînê da xwe difetisîne. Min zilm û zordarî dît. Nikarim derewan bikim min kêf û xweşî jî dît.
Li ser wê kûmê te morîya nezerê û li ber bêşîga te jî ez hebûm. Di lorînên dayîka te da jî ez hebûm û li ser dev û lêvên tenik jî. Derva sar be jî di paşila dayîka te da timî germ û ne bi lûbelûb bûm.
Niha?… Çi bikim ku her bi axîn im. Dibêjim sal bi sal xwezî bi sala par û pêrar. Li ser tendûran ez klama pîrika te bûm. Zarîna li ser dilê wê bûm. Car hebû dibûm ken û car jî hebû ji çavên reş û belek dibûm hêsir û dibarim.
Pîrika te, jineka çê û bi ezmûnî bû. Bi zargotin bû. Dizanî berê xwe bide destana Memê Alan û bixemilîne. Mem û Zîn jî xwend û tê da hebûm.
Çavê feqîrîyê kor be. Di xanîyê kalik da çira dişixulîn. Alikî di ronahîyê da be, yek jî di zelûlîyê da bû. Lê bila be, germîya dil, hezkirin, dilovanî û xwezanî hebû. Ez hebûm, ez. Di çîroka wê da jî ez hebûm û di zarîn û zivîna wê da jî. Destan nebûn tê da hîrînên hespan nebe. Erê, wele! Wele, di wan destanan da hîrîna hesapan jî hebû û dengê şûr û mertalan jî.
Di wan çêr û xeberên kalikê te da û bi navê xwe nebim!? Çawa, di pevçûnên wî da ez zimanê devê wî bûm. Bê min destên xwe nediavêt çogan û li ba nedikir.
Li bêrîyê bi berîvan ra û di zevîyê da bi cotkaran ra bûm. Li şevînê bi şivanan ra û di guharê da bi pez ra bûm.
Îcar tu dibêjî qey min di sira zozanên Bingolê da nelîlandî ye!? Tew, ev jî gotin e! Li wî çiyayî, li Çiyayê Qertewînê dengê tifinga destê te bûm. Li Kelha Zincîrê yê ku bi hela hela xwe bû jî ez û yê ku nîşan digirt û pêli tetikê dikir jî ez.
Li Newala Gulan dibûm deng, dibûm seda û min klam digot. Di hokirina berxivanan da jî hebûm û di qîrîna şivan û gavanan da jî. Werhasil, deng bûm. Peyveke ji peyvên rengîn bûm.
Çi bibêjim, heyran. Ew berê bû û berê jî di berê da ma.
Roj hat Ereban serê zimanê te dan ber meqesê. Nedixwastin tu bi min biaxifî. Tirkan hebûna min tu car qebûl nekirin û hê jî wisa ye. Bilêvkirina wan ‘kart û kurt im’. Tu jî dizanî ku hebûna min tunebûna wan e. Li ser tunebûna min xwe ava kirin û bûn dewlet, xwedîyê tac û text. Êş nema nebînim. Zilm û afat nema berê xwe nede min û di ser min da nebare.
Ez û Zimanê Farisî em ji êlekî ne. Me ji eynî çavkanikê av vexwarî ye. Jibîr neke ku Ecem jî bi qasî nerên din neyarê min û te ne.
Bi esl û feslê xwe ez Arî me, ji qal û belayê bigire heta îro…
Di romana Welî da?
Ne min got, di romana wî da sêwî me. Bêwar û pejmûde me. Çima? Çima jî pirs e?
Wek Çiyayê Agirî bilind û bilind disojîyam û min ronahî dida. Lê niha?… Niha jî wek berfa belanên wî çiyayê bêxêr dihelim û têm xwarê.
Herçiqas di romana wî da şad û bextewar bim jî hem xemgîn û hem jî stûxwar im.
Ya ku anîn serê min neanîne serê tu adem î. Dibêjim ya ku Xwedê anî serê min bila neyîne ser gurê çiyan.
Ez ziman im, Zimanê Kurdî. Her bi axîn im, kurdo. Bi axîn…”
[1]