=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -4-=KTML_End=
Weli Sebrî
Li Serheda şewitî meriv bibêje yê dawî li destanên Kurdî û axaftinên Pîrikê bê, nebû. Pîrika Muhbê, ku bi axaftin bûye dixwaze bila berf û baran, dixwaze bila ba û bahoz be, ne xem bû.
Berf e û dibare. Bila qet jî bibare îca ji wan ra çi. Dixwaze bila berfa dibere bide çongan û dixwaze bila bide navikê ne xem e û bila canê Xeloyê kalik sax be. Çawa be Xeloyê kalik, sariya serê sibê zû radibe ser xwe û ji tewlê saqol û bêra xwe digire û di pey ra jî derdikeve serê xênî û paqijiya wê û berderî dike.
Li derva sar û serma û seqem hebûye…? Tew bila qet jî hebe, çawa be dil germ û di mala Pîrikê da jî ardû û bûk heye. Bila canê dayika Dildar sax be. Îca dîlbera malê Elîf ku ne ji vê rojê ra be, ji çi ra heye. Ew û ranebe…? Radibe û di pey ra jî berê xwe dide qelaxê û ji wir çend telt sergîn û ji kadînê jî êzing, qirş û qal û qotan tine û di pey ra jî davêje sobê. Ku pêwist kiribe dikare zibil jî bîne.
Îca di mala wan da ardû, nîne. Kalik, Xeloyê kalik û wî tevdîr û tedarîka zivistanê di demê da didît û tu caran di tengasiyê da nedima. Wî bi xwe jî dizanîbû ku kî ji zivistanê ra bihêle halê wî jî halê ker û kûçikan xirabtirîn e û perîşanî ye.
Di tevdîr û tedarîka wî da wek ardû çi nîne; dar, zilik, tepik, sergîn, qot, qirş û qal, êzing û hwd. Li sêvdera xêniyê malê zivîna ba û bahozê bûye…!? Lo, îca ji Dildarî ra çi…! Guh li Pîrikê û kêf jî kêfa wî ye. Tofan rabûye…! Rabûye, bila qet jî rabe. Îca ji kê ra çi. Destanên Kurdî ji Pîrikê, ken û henek ji kalik û nan û av jî li ser dayîkê ye û bila mala wê ava be…
Ji wî ra xwarin nebûye, bila qet jî nebe.
Ger ku ji wî ra xem û xiyalên rengîn û gotinên xweşik hebûye, bes û bi têra wî ye.
Ew hûrikê malê û dema ku wî guh dabe ew ji dil û canî dide û tu car gotinek ji gotinên Pîrikê narevîne.
Her çiqasî li cem pîrka xwe be jî, lê di xem û xiyalên xwe da ne li wir û wek rêwiyek ji rêwiyên rê û dirban û geh li çiya û baniyan û geh di nav gul û rihanan da bi kêf û zewqa xwe ye.
Di wan destanan da jî Dildar, geh siwarê Bozê Rewan Mem, geh li cem Kalê Ristem bi şûr mertal û şervanekî ji şervanên welatê xwe ye.
Ciyê ku axaftinên Pîrikê lêbûye li wir tu şik nîne ku hem xem û xiyal û hem jî ji dilan dilê rezîl serxoş û mestane ye. Dil e û dil dizane.
Çaxa ku Pîrikê qala evîna Zînê û fesadiya Beko dikir wê gavê tu bihatayî û te li awir û mirûzên wî mêze bikira; por li serî digijgijî û te digot qey niha bi carekê radibe û di pey ra jî berê xwe dide Bekoyê Ewan û Beko, êdî te ji Dildar çi ku xwariye…
Erê, wele! Wele ku di wê gavê da te Beko teslîmê Dildar bikira, êdî xwedê dizane ka Dildar çi dianî serê wî.
Pîrikê ku tu yê qala wî navî bikî îca dilê Dildarê te lihev nakeve? Çawa na. Bi carekê madê xwe dikir û êdî çêr û xeberên ku nedima ji Beko ra dikir. Ax, de xem û xiyal in. Di sincî da jî te çi ku layiqê xwe dîtibe, tu ew î; ya şêr, ya gur û ya jî rovî…
Werhasil, hema tu dikarî bibêjî Pîrika Muhbê ji wî ra yar, ew jî miradek ji miradên vê malê û hiziya ber dilê her kesî bû.
Çawa ji hev hiz nekin û çawa qedr û qîmetê nedin hev. Dema ku wî digot ‘Pîrikê’ û ji devê Pîrikê jî ‘bavê Pîrika xwe’ dipekiya te digot qey niha avên heft newalan ziwa dibe.
Na, nabe meriv nîheqî li Xeloyê kalik bike û mafê wî bixwe.
Hizkirina wî ji Pîrikê ra çiqasî hebûye bi hewqasî jî ji Xeloyê kalik ra hebû. Kalikê ku tu car yeka wî nedikir dudu û hema pêdviya wî bi çi hebûya dianî û bi carekê dida wî.
Di mala kalik da vê gavê yek zarokek û ew jî nebiyê wî Dildar bû. Ji dê û bavê jî yek û ji aliyê Pîrik û kalikî va jî pir û pir jî nazik û nazedar hatibû perwerde kirin.
Bi wê delaliya xwe jî Dildar, sebr û semaxa vê malê bû. Hema tu bibêje xwedê daye, lê bila negre. Di tunebûna wî da mala kalik mala miriyan û bi hebûna wî jî her tim şên û ava bû.
Helbet, zarok in û zarok jî nînin, bi meraqa xwe nebin. Lê ka de îca Dildar…? Dildar û bi meraqa xwe nebe. Qet nizanim ku ka meriv dikare çawa qala wî bike. Na, wele hema ne bîne bibe û ne jî bi tevra bike.
Ji ber ku meraqa wî ne meraqa carekê, lê belê ya wî ya şev û rojan bû. Ji ber pirsên wî yên nebersivdar kalikê feqîr û Pîrika reben êdî çi dît û çi nedît.
Ji wan ra bêzarî bû, lê hema çer bêzarî. Pirsên bêbersiv, bilî aciziyê wek din tu tiştekî nadin. Pir carînan Xeloyê kalik ber xwe diket, lê ka de îca ji destan çi tê û tu yê bikaribî çi bikî…! Her weha nezanîn jî nezanîn e.
Erê, ji destan tiştê ku bihata nebû û berê rojê jî bi bêjingê nedihat girtin. Ji meraqa xwe pirs dikî û bi wê pirsa xwe jî dikarî herî heta Xursê.
Ax, de îca kalik û Pîrikê ku bizanbûya qey pirsên wî nedibersivand. Helbet, kalikê wî ku bizanbûya kalik û nezanibûya jî Pîrika wî bersiva wî dida û bêbersiv jî nedihîşt, lê… Eha, çaxa ku Xeloyê kalik jî nedizanî bersiva pirsên wî bide, aciz dibû û dengê xwe bilind dikir.
Bilind dikir û digot:
“De here, lo! Tu jî dibêjî qey min û Pîrika belengaz me bi hev ra dibistan dîtiye. Tew nizanim ku ka ew jî çi ye, tu tê weha ji me dipirsî. Heyran, de ne were û ne jî ji me pirsên weha bêbersiv bike, lo. Na, Na! Ne tenê kalik û Pîrik, lê tu herî ji zanayan heft welatan bipirsî ew jî nikarin bersiva vê pirsa te bidin.
Hela hela, qet nizanim ka tu dawa çi ji me dikî, lo.
Kuro, kê xwendiye û dizane here van bipirsên xwe ji wan bike, ji wan.
Na, ez tu car nabêjim neyê ji me nepirse.
Bike, lê bila pirsên te li ser pez û dewar, terş û mal, mêrg û zevî, bax û bexçe, çiya û baniyên vî welatî be… Lê tu tê ji min dipirsî û dibêjî; kalko, Pars(Parîs) li ku ye û serbajarê kîjan welatî ye…?
Ez çi zanim ka Pars û Cin û Macin (Çîn û Maçîn) li ku ye. Xwedê hefsa merivan ji te bike, bûko. De here, lo! Here û min bi van pirsên xwe jî neteqîne. Erê, wele û bile û tile. Te ez behijandim, lo! Hatiye ji min feqîrê xwedê navê artîst û martîstên Tirkan dipirse. Lawo, de here Eyşê û Fato jî ji Pîrika xwe bipirse, ha. Ew dizane, ew.
Ji min nepirse, bavê mino. Kê gotiye here ji kalik bipirse bizanibe bizanibe ew dizane. Ez û zanîn, hela hela. Na, bavê mino! Na, ne ez dizanim û ne jî bala min dikişîne. Na, na! Wele, ne hişê min digre û ne jî aqilê min dibire…” De ew jî Xeloyê kalik û wî jî wer digot.
Ax, kalo! Ka îca tu ji kê ra çi dibêjî, heyran! Ne te bi xwe bi destê xwe kir, lo. Çi işê te bi pelik û kaxizikan heye û tu ji bajar dikî şelagê xwe û tînî. Te ku aniye îca neviyê te çi bike.
Ji wî ra destxistî ne û ew jî bi coş û kelecan digire û lê mêze dike. Erê, rast e. Çaxa ku wî destxistiyên xwe jî digirt meriv digot qey niha dibe û gişkan bi carekê dixwe. Na! Nedixwar, lê di destên xwe da dianî û dibir, qûrmiçikên wê tekûz dikir, li ser û binî mêze dikir. Ne tenê lê mêze dikir, lê bi wê miremira xwe jî nedisekinî û dihat û diçû. Ku te li wê hatin û çûyînê jî mêze bikira te digot qey bimbarek di girtîgehê da tizbiya xwe li ba dike, tê û diçe. Na, Dildar û xwendin. Feqîrê min ji ku bizanibe xwendin çi ye. Lê her bi miremira xwe û cat dikir bixwîne. Eha, li ser wan rûpelikan tîpên reşîk û wî jî li wan mêz dikir û dimizmizand. Na, bavo! Ka ew derfet û ew îmkan. Na, nebû. Îca feqîrê min nivîsan ji ku bîne û ji ku va bixwîne.
Ji xwe ra kalikê feqîr mehê carekî du caran diçû bajar û êdî pêdivaya malê bi çi hebûye dikirî û dianî. Ew jî çi be, şekir û çay û pel û pot û hwd. Çaxa dikirî jî kiriyên xwe li kevnikan dipêça, dikir şelagê xwe û wer dihat.
Îca kevnikên wî ewê çi bin, ya kovar û ya jî rûpelekê ji rojnameyên hatibe xwendin û hwd. Erê, herçiqasî hesabê malê û bazarê nebe yek ji, lê carekê kalik çûye û ji bîra bike û neyîne, ew jî nabe.
Madem çûye êdî pêdivî bi çi hebûye, dianî. Çaxa dikirî jî ne neviyê xwe, ne bûk û ne jî Muhba jina xwe ji bîr dikir.
Muhbê, jinekê dilşewat bû. Roja ku dilê wê jî neşewitiya, nebû. De wexta ku dişewitî jî dilê wê bastiqê tirş dixwest.
Di malê da ku hebûye berê xwe dida û dianî. Pîrika Muhbê ye û êdî dilê wê çawa xwestiye; ya di avê da diçelqand û ya jî dikir tirît û wer dixwar.
Kaliko, ger ku tu berê xwe bidî bajar û herî îca Pîrika Muhbê ji te re nabêje. Çawa nedigot…?
Digot:
“Mêrik, ez bi qurbana te mêrikî! Tu yê bastiqê min ji bîr nekî, ha. Li mal nîne û nemaye. Ez bextê te ketime tu çer dikî bike ji min ra bastiq û basiq; ji bîra neke bila ji yê erûgan; yê ku ez jê hiz dikim, yê tirş, ha…! Wek din jî edî çer dikî tu dizanî…”
Li vî gundî jî dermanê dilê wê bastiqên tirş bû. Ji xwe ra carînan diçelqand û ne zêde, lê hema weha qirmek jê digirt. Kalo ku ji xanima xwe ra bîne îca ji bûka xwe ra neyîne, dibe. Bûka wî, dilberek ji dilberan û hebûna vê malê bû. Li gor gotina Muhbê jî, ducanî û nebiraniyan dikir. Na, wî ji bîr nedikir û dianî û hema tu weha bibêje; wek sêv, hirmî, hêjîr, qeysî, erûg, tu û hema êdî wek din çi ku bûye nesîb û qismet ji wan…
Ka îca wî ji xwe ra…? Na, ji xwe ra ne zêde, lê hema wiha ku peyda kiriye ji titûna Mûşê û nebûye jî bi çend pakêt Belîsan vedigeriya û dihat. Qet îmkan e ku kaliko tu herî bajar û tu ji neviyê xwe ra tiştekî nekirî û neyînî. Na, xwedê neke…! Ji xwe çaxa ku bikiriya jî pêşî ji wî ra û paşê ji kulfeta malê ra dikirî. Neviyê wî ji çi hizkiribe ji wan dikrî û di pey ra jî li pel û kaxizikan dipêça û wer dianî.
De bibêje neviyo tu ji çi hizdikî û kalikê te bila ji te ra ka çi bine baş e; gûz, şekirê nav kaxizan, şekirê nebatî, mewij, helaw û an ji tiştekî din…
Îca meriv dibêje qey di mala wan da helaw nîne û kalik dihere ji bajar dikire û tîne. Na, wele! Wele, Pîrikê ji wî ra helaw jî, jarjarûn jî, helîse û mirtoxe jî çêdikir û dida ber wî…
Lê belê ya wê ne ya bajaran û ya malan bû. Dil e û dil carînan helawa bajaran jî dixwaze. Tam e û çi li te xweş hatibe tu ji wê hizdikî û wê dixwî. Qey ne weha ye?[1]