=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -8-=KTML_End=
Weli Sebrî
Xeloyê kalik jî, cixareya destê xwe vêdixist, duxana wê di ser xwe da berdida û axaftina wî jî hîn neqedyaye.
Çer hebe ji cixara destê xwe firtek girtiye û kêf jî kêfa wî ye û îca neaxife dibe.
Diaxifî û digot:
“Qîzê, Muhbê! Ka de îca tu bibêje, tu. Bibêje, ka xwendina te mehrumê heye, an ne? Tu çima qet qala lênûs û pênûsa xwe nakî. Nikarî ma ne weha ye?
Helbet, nikarî qalê bikî. Ma qey tu nizanî. Tu jî dizanî ku wek min tu jî hem ketûm û hem nezanî. Îca çima tu nahêlî berxikê min bixwîne û ji xwe ra hîn zimanî bibe. Xwezî bila te jî bizanbûya, lê tu jî wek min nezanî û hema tu bibêje bila xwelî li serê min û te be û dev jê berde. Eha, tu nezan û ez nezan qet ne bila neviyê me ji xwe ra nemîne wek min û te xêzan…”
De hêrs e û hêrs jî dadikeve. Kal ne wek berê bi hêrsa xwe bû.
Di bêşera xwe da xweş, gotinên wî nermojkî, lê disa jî kalê Xelo bû û kal jî nedihat zanîn. Ew bi simbêl û merivekî simbêlboq bû. Simbêlê ber poz ber bi herdu aliyan dirêj û ta bi ta jî çîlspî bû.
Birî û bijangên wî jî di rengê simbêlê wî da bûn. Carê carekê wî destê xwe dibir, di kefika destê xwe da dianî û dibir û diediland.
Dema ku di rewşa xwe da kal rehet bûya axftinên wî jî nermojkî, mulahîm û ne bi êşî bûn. Bi nermojkî eyar dida qiseyên xwe.
Di pey ra jî digot:
“Jinik! Dev û gewrî li min ziwa bû, de ji xêra bavê xwe rabe û ji min sêwiyê xwedê ra ya çay û ya jî di tasê da qirmek dew an jî avê bîne û ezê ji xwe ra vebixwim…”
Didît, hîn ew ji ciyê xwe neliviyaye û ranebûye, îca ji ber xwe va diaxifî û hem jî xwe dida bêkesî û belengaziyê.
Digot:
“Ax, de ez çer bikim! Çer bikim ku bûk ne li mal e. Ger ku Elîfa min niha li mal bûya îca wê ji xezûrê xwe ra çay nedianî, nan û av nedida ber, goreyên wî dernedixist û lingê wî jî miznedida û kalo ji wê çi bixwesta wê tu car yeka kal nedikir dudu…
Ez jê razî me û bila xwedê jî ji wê razî be û bedena wê şîn bike. Wele, bûka min hem dizane xizmetê bike û hem jî qedr û qîmetê bide. Çer bikim ku bûk ne li mal û hal jî ev hal e.
Ez jî mame li ber bextê Muhbê û êdî ji xwe ra Muhbê dizane. Ger ku daye ji xwe dide ku nedaye jî bila bimîne heta bûka min hatiye…”
Kalê Xelo bû û kal jî geh bi hêrsa xwe, geh belengaz, geh xwe dida nezaniyê, geh xwe tux dikir û berê xwe dida xanima xwe, geh di ciyê xwe da dimelisî û dengê xwe dibirî. Pîrika Muhbê û bi xuyê mêrê xwe nizane.
Wê jî baş û baş dizanî ku ka mebesta merikî çi ye û dixwaze çi bibêje.
Ica Pîrik û tu ranebî dibe.
Radibû û di rabûnê da jî wê gotina xwe dikir û wer diçû. Negota nedibû û rehet nedikir.
Bi qasî ku ew bibihize digot:
“Xiştik li te neketo, Xelo. Madem tu nan û avê dixwazî îca çima tu bi rindî naxwazî. Çima tu bi rasterastî naxwazî, lê tu çil teqle diavêjî û wer dixwazî.
Ev çi hal e, mêriko. Sal buhurîn, lê tu hîn wek xwe û bi wê siyaseta xwe yî. Xwedê hefsa merivan ji te bike. Bibêje tî û birçî me û hwd. Bûkê ji te ra dibêjim, Muhbê tu guh bide. Rûyê te spî bûye, lê hîn bi naz û tîz û bi siyaseta xwe yî.
Xenîmî te nebe, mêrik. Vê Muhbê jî ji te ra hindik nekir. Muhbê ji te ra emrê xwe pûç nekir, mêriko. Wele, pûç kir, lê te ne dît û ne jî te xwest tu bibînî.
Na, ne ji min ra bike serhevde û ne jî gotinên xwe ên vik û vala were ji min ra bike. Qey ev jî gotinin tu radibî ji min ra dikî. Wele ku min jî ji kê ra kir û kê ra nekir. Qey min ji Xeloyê mêrê xwe ra nekir, min nan û av neda ber, av lê nekir û pişta wî miz neda. Qey di nexweşiya wî da min li ber serê wî çok neda erdê û ji çavan hêstirên janî nebarand.
Muhba reben şev nebû li ber serê wî çong nede erdê, neponije, qisawet neke û ji wî ra nelorîne û negîr. Îca tu were bibêje tu şeva ku min bi rehetî serê xwe dabe ser balgiyî û xew bike, hebû.
Îca qet nayê bîra te min li ber serê te çong dida erdê û heta sibê jî wek pepûgan dixwend û hîn jî bi wê xwendina xwe me. Erê, bavo! Çer bikim Pîrik dixwîne, lê mêrik nabîne.
Xenîm nebiyo, Xelo. Îca min ji te ra sîr nepat û zilfet çê nekir.
Belê, divê divê lê hewqasî nankorî jî zêde û nabe. Wele, hem min qedr û qîmet da te û hem jî min emirê xwe li ber te pûç kir. Lê tu nabînî, ez çer bikim…”
Xeloyê kalik, Muhba jina xwe tu car bêbersiv nedihîşt. Axaftin e û nabe meriv wê sar bike.
Xeloyê kalik jî li Muhba jina xwe vedigerand û wek çawa meriv bi heyran û qurban li ber bigere bi wî awayî nermojik nermojik diaxifî.
Diaxifî û digot:
“Muhbê! Berxê min, tiştekî xirab nekiriye û nake jî. Bila sebeb tu çima hem xwe û hem jî min aciz dikî. Ku bizanbim wî tiştekî nebaş kiriye û dike, helbet… Helbet, bêdeng namînim û hem temî dikim û hem jî şîretan lê dikim.
Qey ji te nayê. Ji te jî tê û tu jî dikarî bi rindî bibêjî. Tu bibêje, bila xwedê jê ra lê bine û li ser xêrê be. Çi xirab e, ji xwe ra berxikê min bi mijuliya xwe û cat dike bixwîne. Qey xwendin tiştekî xirab e ku meriv nexwîne. Li ku derê cat li wê derê jî mirad…”
Xeloyê kalik, ji cixare ya nivcoyî firtekî din digirt û di pey ra jî axaftina xwe didomand.
Digot:
“Erê, dinya ye û dinya jî ne bi ya dilê min û te ye, Muhbê. Emrê min û te çû, lê ne te jinikê û ne jî min kalî tiştekî jê fêm kir. Werhasil, çer hatiye wer jî diçe. Bila kor nebe, êdî van lîlikan çi dît û çi nedît. Helbet, çav in. Çav jî negirtî û dibînin.
Bila xwedê xirab bike…! Xwedê xirab bike ku li vê xopana şewitî ne me ji xwe ra rûyê rehetiyê dît û ne jî haya me ji me û vê dinyayê bû. Xwezî ji xêra xwedê ra bila ji min kalî ra jî xwendinek hebûya û min jî bikarbûya bixwenda. Lê çer bikim ku nîne û jê pêpar im.
Min ku hebûya, Muhbê. Helbet, min jî ya berê xwe dida pirtûk, ya kovar û ya jî ji rojnameyan rojnameyekî û min jî ji xwe ra çav lê digerand. Mixabin, ew jî nîne. Hema ji xwe ra yek hebûnek min û ew jî, ev radyo ye.
Dem ku hatibe vedikim. Ezê ku ji xwe ra venekim îca çi bikim.
Deng û behs e, nûçe ye, klam û xeber in, babetên dîrokî ne û werhasil, hema êdî çi ku hebûye ew in û beyî wan jî qet nabe.
Bi vê hebûna xwe Radyoya Rewanê jî ku nebe, guhên kalî girtî û haya wî ne ji wî û ne jî ji vê dinyayê dibe.
Xwedê jê razî be ku bi dengê xwe jî Keremê Seyad heye. Ew jî ku nebe, kal mirî ye, mirî. Ez bi dengê wî bêşerxweş im. Bila xwedê neke ku ew deng jî nebe ez li vê Serheda şewitî bêwar û şerpeze me.
Ne min got, xêra wî û bi saya serê wî ye. Wek din jî çi zanim ka li ku çi hebûye û çi qewimî ye.
Xwedê zevalê nede dengê Kerem, dengekî xweş û pir ji bibandor e, ha. Axaftinên camêrî ji dil û can û babetên wî jî reng bi reng û tu jê têr nabî. Camêrê delal pêşkêş dike, lê pir jî xweş pêşkêş dike; tene tene, zelal û vekirî…
Bi wê dengê xwe dilê mirovan dihewîne û merivan mest dike. Lo, Êzdanê Dilovan bi te ra be, camêro. Bi navê xwe şukran û minetdar im, Seyad…”
Êvar êvar wî timî gotiye û ne tiştekî nuh e. Pîrika Muhbê, her bi guhdariya xwe û wê destekî xwe jî dikir bin serê xwe û wer guhdarî dikir.
Ji Xeloyê kalik ra ha şev û ha roj bûye îca çi firq dike ku îcab kiriye camêr bi xwe jî dizane bêşdarê babetê bibe û axaftina xwe jî bike. Axaftinên wî ên êvaran ne lawaz bûn.
Diaxifî û pêra jî digot:
“Nizanim ka îca qet tê bîra te, jinikê. Bêzara Momin li mala me bû û em jî li eywanê rûniştî bûn.
Ji êvaran êvarekî şerabî û pêda pêda roj ji girê Kurrê diqulibî û diçû ava. Dibêjim xwezî bi wê çaxê û wê gavê ku gede lawikê me ne ji me dûr û bi wê delaliya xwe her û her li gel me bû.
Ax û ax, Xelo…! Na, ne bîne bibe û ne jî hema weha bi tevra bike…!”
Di vir da wî axaftina xwe nedomand û bi kurtî dibirî. Dibirî, ji ber ku li gel wî nevî û xanima wî û wî jî nedixwest ew xemgîn bibin.
Ax, lê de wî carekê bi vê hevoka xwe jî li sing û dilê Pîrikê dabû û vegera gotinê jî nebû.
Pîrika Muhbê û dilê wê jan nede. Helbet, jan dida. Lê berxikê wê li gel wê û wê jî tu car nedixwest ew ber xwe bikeve. Di rewşekî weha da jî wê di pirraniyê da hêstirên xwe ên janî di ser dilê xwe da berdida û dilop bi dilop dibarand.[1]