Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,593
Wêne
  123,864
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,558
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Welî Sebrî: Yar û Mirad -16
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Yar û Mirad
Yar û Mirad
=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -16-=KTML_End=
Weli Sebrî

Qey min berê xwe neda ewliyan û lava nekir. Îca min loqme neda. Min hawar û gazî nekir, Heqo. Tu dizanî û tu bibêje îca min ji van lîlikan hêstir nebarand û nerjand. Di rêka te da min hem beranê qer serjê kir û hem jî min tesediq da.
Tu dergahek nema ezê berê xwe nedim û lava nekim. Min ne tu ziyaret û ne jî ewliya hîşt xwe lê negrim û jê hêvî nekim.
Na! Ne min xas, ne qelender, ne derwêş, ne pîr, ne rayber, ne jî ins û cins hîşt, berê xwe nedim û lê keleyê xwe nebirim û niyaz nekim.
Wele, min tas jî danî û nivişt jî çêkir, lê ka de îca ka çi xwelî bû min li serê xwe werkir.
Na, ne lavayên ku min kir qebûl dît û ne jî zarîn û zivînên min bi tesîr û pere kir.
Min ji jana vî dilî berê xwe da Romiyan û nifirên xwe li wan kir, îca…! Îca ka çi bû, Heqo…!?
Qey dilê min pê rehet bû, jana dilê min mehrumê vemirî û dawiya hêstirên çavan li min hat.
Na! Min bi wan nekarî, lê îca te jî bi wan nekarî, eyy Rebî. Bêguman te dikarî, lê te nekir.
Li gel te agir jî heye û şewat jî. Ka de tu ji min bêkesê ra bibêje, bibêje ezê berê xwe bidim kê û ji kê lava bikim û jê alikarî bixwazim…”
Pîrika Muhbê, gilî û gazinên xwe ji rebê jorîn kiribû, lê mixabin niha jî dudilî bû.
Sekinî û xolekî xwe bi xwe fikirî. Fikirî, lê wek çawa meriv ji gotinên xwe poşman bibe, fikirî. Xemgîn bû û xwe bi xwe got:
“Derman li ku be, çare jî li wir e. Tu hem derman û hem çare yî. Derman jî tu, çare jî tu yî. Birîna min birînekî kûr û bê derman e. Tu bi hezar û yek navê xwe yî, Heqo.
Nav navên te û roja min feqîrê jî qalê nekiribe, nîne. Yê ku av û agir(roj), hewa û ax(erd), erd û ezaman jî daye, dîsa tu yî. Te xuliqand, te rih da û yê ku tê rih û can digire jî tu yî. Rindî jî, xirabî jî ji te ye. Yê ku bê heval û bê şîrîk e ew jî, dîsa tu yî. Min berê xwe da te û ji te lava dikim. Xetayê min ku hebûye tu bibexşîne û afat û xezeba xwe nede me gunehkaran.
Ya Rebî! Tu hem bi qudret û hem jî xwediyê rehma pirî. Keramet û hîkmet ji te û gunehkar jî em in. Îhsan ji te û kerem ji te ye.
Yê ku helak û kokbir dike jî tu yî. Xişîm û afat ji te ye. Te ku afat da, bide Ereban. Bila xezeb û tofana te di ser Romiyan û Eceman da rabe û tu wan helak bike.
Çi gunehê Mîrê min hebû, çi… Xwestina maf û heq ne sûc û ne xeta ye, Heqo.
Mîrê min, merivekî dadwer û adîl bû. Çima te li me weha kir û çima te konê Mîrê min ji nav konan rakir. Ne me li kesî zilim kir û ne jî me berê xwe da gund û bajaran û mal û milkê xelkê talan kir.
Tu jî dizanî ku em ne zeftekçî ne, Heqo. Me li kesî tu tade nekir, lê li me hat kirin. Welat welatê me û niheqî li me hatiye kirin.
Sê neyarên vî welatî û yek jî ji yekî xirabtirîn e. Te ku xezeb da bide wan. Ger te daye ji xwe didî ku nedaye jî nadî…
Ez bi vê aqilê xwe dibêjim ku te şûrê zilmê şikand; ne êş û elem, ne zilm û zordarî, ne nalîna kal û pîran û ne jî zarina hûrikan dimîne…
Ya Reb! Wan anî serê me û bila ji wan ra kar nemîne. Ne girî, lê bila ken bimîne. Belê, ken…!”
Agir bi alava xwe û wê ber bi(!) mêze kir û pêra jî herdu destên xwe vekir û lava kir. Qewlek ji qewlên bav û kalan bû.
Xwend û got:
“Ya Rebî! Tu hekimê şîfayî
Ya Rebî! Tu rehîmî, keremî, emînî
Ya Rebî! Tu yî El-semedî, em çû nînin
Ya Rebî! Her tu heyî û tu xudayî
Her tu layiqî medih û senayî
Ya Rebî! Tu xaliqî em mexlûqîn
Tu mirazî em daxwazîn..”
Xwend şûnda jî got:
“Ya Ezdanê Dilovan! Tu me ji xişîm û afata Ereb, Ecem û Romiyan biparize. Zilm û afatê nede û tu niheqiyê neke para me …”
Got û di pey ra jî ji ciyê xwe rabû. Hundir di tariyê da bû. Çû, ji stûna pêşîn lembe girt, vêxist û di pey ra jî danî dewsa wê ya berê û hat.
Di hatinê da jî xwe bi xwe got:
“Nebêjin, emelê pîrê nayê bîrê. Emelê wê tê bîrê, le neçar e.Ji be ku rê û rêbaz li ber wê winda ye. Ka ez feqîra xwedê dikarim çi bikim û çi bêjim. Dinya li me hatiye xezebê, dinya…”
Neviyê wê li dewsa xwe û li benda wê bû. Pîrikê ku lembe vêxist şûnda jî hat û li kêleka berxê xwe çok da erdê û rûnişt. Êşa salan xwe dabû rûyê esmer û di qurmiçikan da dihat xwendin. Pişta wê kûz û di qidûmên xwe da jî şikestîbû, Pîrik.
Di dev da diran nemabûn û hema weha çend qîlên pêşin û bi wan îdare dikir. Çavê yek ji ronahiyê bêpar( katarakt) bû.
Çend qirşikên din ji kêleka xwe girt û tevilî agir kir.
Pêra jî got:
“Ew, merivekî dilsoz û biehlaq bû. Ji malbatek wêrek dihat, lê ji gişkan jî zanatir û wêrektirîn bû.
Lawiko, warê me mexelê pezê nêr û ciyê mêr û mêrxasan e. Serhedî, merivên çiyayî ne.
Zozanên me bilind û hewa ya wê xweş e. Avên me sar û bayê zozanan melul melul dilîlîne. Avhewa sincî û qiwetê dide.
Çaxa ku wî hespê xwe radikir ser piyan û kolosê xwe xwar dikir, tirs û xof diket dilê pûşt û beredayî û xwenezenan.
Kalikê te di ser wî ra ne mêr û ne mêrxas nasî. Na! Ne merivekî bi xefr û qure, lê bi esalet bû. Zana bû û merivên zana jî ne quretiyê dizanin û ne jî çaliman dikin. Merivekî bi fezîlet û welatperwer bû. Daw û doza wî, azadiya welatê wî bû.
Digot, tu milet nîne xweyî tac û text nebe. Îca çi yê me kêm e ku yê me jî nebe.
Xeta wî xeta bav û kalan bû.
Merivekî dîrokzanbûye û haya wî ji gelek tiştan hebûye.
Bi xwe jî merivekî lêkolîner û şopînerê fikir û ramanên Ehmedî Xanî bûye. Na, ne xerîbê fikir û ramanên Ehmedê Xanî û ji ramanên wî feyz girtiye, pijyaye û rê û rêbazek daye ber xwe…”
Destê wê di paşila wê da û wê, ji Ehmedî Xanî çend rêzikên helbestê xwend.
Xwend û got:
“Herçî birê şîrî hîmmet
Zebt kir ji xwe ra bi mêrî dewlet
Lewra ku cîhan wekî êrûs e
Wê hukim di destê şîrê rûs e
Pirsî min ji dinê ev bi hîkmet:
Mehra te çi? Gote min ku: Hîmmet
Ez mame di hîkmeta xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrum
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm…”
Xwend, lê ji kezeba reş xwend. Ji wê ra ken winda û tenê xemgî hebû. Dilê xembar nikare bi ken bixwîne.
Dîsa vegeriya axaftina xwe û got:
“Ew, ne hema weha alalede merivekî bû. Mîrê Zirav, siwarê hespê Dêlbihine, bavê du zarokan û hevparê Nafiye Xanimê bû.
Digot: ‘Ka bibêjin çi yê me ji Romiyan kêm e, çi…? Zimanê Kurdî ji her zimanî xweştirîn e; zimanekî kevnar, xas û dewlemend e, çima zarokên me nekaribin bi zimanê xwe perwerde bin.
Dirok hîşê miletan e. Miletê ku haya wan ji dîroka wan nîne, di hişê xwe da winda û pêşeroja wan jî ne belûye. Îca klam û govend û reqsên me nîne ku ji yê wan xweştirîn nebin. Çand û kultura me cûda û di warê şêl û şepalê da jî tu kêmaniya me nîne û em ji wan çêtrîn in.
Em nan û avê bidin ber xelkê yê me tê xwarin, lê yê wan…? Her weha silava me tê girtin û suhbeta me jî tu car acizî nade. Bi vê esaleta xwe em ne miletek gerok, lê neteweyek rûniştî ne. Em zû bi zû hêrs nabin û gotinên xirab ji kesî ra nakin.
Na teze, lê tu ji sal û zemanan bigire heta îro em li ser vê axê dijîn û welat jî welatê me ye. Çi îşê teresê Romiyan li vir û çima nacehinimin û naçin. Çima…?”
Li pey vê axaftina xwe jî xwar bû û li delalê xwe mêze kir. Delalê wê şîyar û bi guhdariya xwe bû.
Dema ku guhdarê te hebûye nabe tu axaftina xwe nîvcoyî bihêlî. Na, wê jî nehîşt.
Got:
“Mîrê min, merivekî dilsoz û rasterast bûye. Dixwaze bila tê da mirin hebe ku çaxa wî sozek dabe yekî her bi wê soza xwe bûye. Merivekî regezmend û ne wî nanê namerdan xwariye û ne jî di ser pira qelsemêran ra gav avêtiye û derbas bûye. Ax, lê de çû û pir jî zû çû …!”
Çavên wê tije û gewriya wê jî xitimî bû. Xitimî bû, ji ber ku peyvên wê pêyvên êşedarî bûn. Biqasî ku tu ji çayê qirmek bigrî bihewqasî bêdeng ma.
Di pey ra jî wê gewriya xwe paqij kir û gotina xwe kir.
Got:
“Pêdviya me bi hebûna wî hebû, lê Romiyan nehîşt. Çardê Nisanê ji berxê mala bavê min ra rojekê reş e. Belê û belê! Rojekê tarî û jê ra xirab lê hat.
Di wê rojê da…!! Belê, di wê rojê da şîn giran bû. Kê ku bihîzt reş girê da, li çongên xwe da, pora serê xwe rûçikand, li nava çavên xwe xist û giriya, giriya û giriya; hîn jî ew jan û ew girî…
Zilm û tade bû, li egîdê mala bavê min porkurê hate kirin. Di wê rojê da çiya û baniyan reş girêda û ji mêrxasê mala bavê min ra şîn kir û giriya. Ji mirinan mirinek bêwext bû, nedihat qebûl kirin te qebûl bikira. Meha Nîsanê meha Gulan e. Gulan nebişkûvand û venekir.
Di wê mehê da baranê lê kir û barî. Barî, lê ji xwe fedî kir û wer barî.
Kir leyî û wer barî. Kevir û dar û berên xwedê ji kaş û kendalan qetand û bi xwe ra anî; ne mêrg hîşt, ne zevî.
Ji wî ra xweza giriya û di xwezayê da zindî neman jan nekin û berxwe nekevin. Di qetla wî da em jî sûcdar in, berxo. Belê, em jî…[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,330 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://navkurd.net/- 14-07-2023
Gotarên Girêdayî: 20
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 00-00-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Danasîna pirtûkan
Kategorîya Naverokê: Roman
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 14-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,330 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.141 çirke!