Navê pirtûkê: Folklor û Teorîyên Folklorê Yên Îroyîn
Navê nivîskar: Richard M. Dorson
Navê wergêr: Necat Keskin
Wergera ji ziman: Ingilîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbol
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2017
Rûpel: 120
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Richard M. Dorson cara pêşî ev xebata xwe wek gotar di sala 1963'an de bi navê Current Folklore Theories di kovara Current Anthropology de diweşîne. Di sala 1972'an de jî di pirtûkaFolklore and Folklife: An Introduction de wek Destpêk cih digire. Di vê “destpêk”a çapa 1972'an de hem saheya “folklor”ê dide nasîn û hem jî teoriyên folklorê ji ya 1963'an berfirehtir pêşkêşî xwendevanan dike.
Di vê wergera di deste we de, min her du çapê vê xebatê li ber çavan girt û min cih da “destpêk”a çapa 1963'an. Her weha min çapa 1972'an jî tevî danasîna saheya folklorê wergerand. Bi vî awayî min xwest xwendekar û lêkolînerên folklora kurdî ji fikren folklornasekî navdar ê Amerîkî, Dorson, haydar bibin. Ji vî aliyî ve wek “sentez”eke her du versiyonên xebatê xuya dike. Hêvî dikim ku ev ji bo xwendekar û lêkolînerên folklora kurdî bibe çavkaniyeke baş û di heman demê riya wergerên din ên “teorîk” veke.[1]