Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,857
Wêne
  123,951
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,743
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Stran û awazên Newrozê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rewşenbîrên Kurd
Rewşenbîrên Kurd
=KTML_Bold=Stran û awazên Newrozê=KTML_End=
=KTML_Underline=Serdar Altan=KTML_End=

Dengê ji çiyê tê, mirovahî di
govendê de ye,
Agir pêketiye, çirûskên wê li ba dibe,
Cemre ye, mizgîn e,
Roja pîroz germdike av û axê,
Axa pîroz, axa welêt, warê me,
Kurdistana me…
Xweydana Kawayê hesinkar e ev,
nîşaneya serefiraziyê ye,
Newroz e vaye hatî, bi agir û çiroz e,
Newroz e vaye hatî,
bi xeml û xêz û pîroz e…
Newroz roja şahiyan, roja liv û lebata sirûştê ye. Ji ber ku mirov parçeyekî sirûştê ne, vejîna xwezayê vejîna mirovan e jî. Ev roja nû roja me ye.
Helbet zindîbûna xwezayê ye Newroz, mîrateya jiyana mirovahiyê ye. Her wiha raperîn e Newroz, serhildan û berxwedan e…
Ev xweşikî û rengîniya Newrozê bi helbest û stranan watedar bûye. Ango hunerê rengekî nû daye Newrozê. Ji ber wê niha em ê berê xwe bidin dîroka helbest û stranên ku ji bo Newrozê hatine nivîsandin û careke din vê dewlemendiyê zindî bikin. Helbet em ji bo lêkolînên di der barê van stranan de xebata Rojnamevan û lêkolîner Kakşar Oremar bi bîr bêxin û jê re spas bikin.
Bedewî û xweşikiya Newrozê ji hêla gelek helbestvan û wêjevanên kurd ve hatine gotin. Ji Melayê Cizîrî bigrin heta roja îro ev rengînî bi hevokên bi nirx hatine nivîsandin.
Lê di 50-60 salên dawî de qîrîn û banga Newroz û Adarê bi dengên xweş bêtir li Kurdistanê belav bûye. Helbestvan, hunermend û stranbêjan li ser vê yadigara pêşiyên me stranên xweş afirandine. Ev stran bûne pêşeng li qadên Newrozan û gel rakirin ser piyan.
Ji salên 60’î ve dengê Aram Tîgran bi rêya radyoya Êrîvanê belav dibû. Wî ji hemû hunermendên kurd bêtir li ser Newroz, bihar û Adarê stran gotiye. Strana “Adar û Newroz” yek ji wan strana ye ku nayê jibîrkirin. Dîsa “Newroz e Newroz e” jî bi salan li ser zar û zimanan bû.
Helbet helbestvanê nemir Cegerxwîn bi gelek helbestên xwe dibû îlham ji bo stranên Newrozê. Aram jî gelek caran ji Seydayê Cegerxwîn sûd wergirtiye û helbestên wî gotine. Ne tenê Aram, her wiha gelek hunermendên din jî deng didan helbestên Cegerxwîn.
Hesen Zîrek û Pîremêrd
Hatina Newrozê mizgîniya biharê ye, bi gotineke din germahiya dilê mirovan zêde dibe û dike ku mirov li hev bicivin. Lê Newroz ji bo kurdan ne civîneke ji rêzê ye, sembola daxwazên siyasî û serhildana gelê Kurd e. Ji salên 1950’î ve Newroz bûye şahî û pîrozbahiya gelê Kurd.
Demekê li Silêmaniyê mamoste Pîremêrd serkêşiya vê xebatê dike û heya salên 1970’yan berdewam e ev pêvajo.
Di wan deman de dengekî nemir bilind dibû û hatina Newrozê bi rêya radyoya Kirmaşan û Tehranê pîroz dikir. Helbet ev dengê hêja dengê Hesen Zîrek bû ku ruh dida helbesta Pîremêrd û agirê Newrozê geş dikir. Bi gotina,”Em rojî, salî tazeye Newroz e vay hat…” destpê dikir û bi hevokên zindewar berdewam dikir. Ev stran heta roja îro jî yek ji wan stranên ku herî zêde tê gotin û gohdarîkirin e.
Hunermendê heja Eyaz Yûsif her çiqas di temenekî ciwan de çûbe ser dilovaniya xwe jî bi strana xwe ya li ser Newrozê hê jî di dilê gelê kurd de zindî ye. “Newroz hat û bi gul û rehan, cejna me ye li 21’êkê, ew Newroza bûka ciwan, agirî hilkin serê rêkê…” Bi saya vê stranê li cîhanê zilm û zora rejîma Baas ya li başûrê Kûrdistanê hat bihîstin. Eyaz Yûsif jî bi wî dengê xwe yê zelal cih girt di nav bi milyonan hezkiriyên muzîka kurdî de. Dîsa divê em hevalê Eyaz Yûsif Erdewan Zaxoyî jî ji bîr nekin. Strana “Evroke Newroz hateve hate” yek ji awazên herî xweş yê dema xwe bû.
Li aliyê din hunermendê navdar Tahsîn Taha jî yek ji stranbêjê Newrozê ye. Bi wî dengê xwe yê naîf bi gotina strana “Newroz e” dibû dengê gelê bindest.
Ji Şivan û Gulistan heta Eyşe Şan
Di dawiya salên 70’yî de bi dengê Şivan û Gulistan peyam û heza ji Newrozê gehişte her çar aliyên Kurdistanê. Şivan Perwer di wan deman de bi deng û awaza xwe ji bo hişyariya gelê kurd rolek girîng lîst. Gulistan jî tevî ku keçeke nûgihiştî û ciwan jî bû, bi baştirîn şêwe û hisên gelek kur evîn û dîroka Newrozê radixist ber çavan. Strana “Ey Newroz Ey Newroz, tu li gelê Arî pîroz” kete nava klasîkên stranên Newrozê.
Keybanûya bêtac Eyşe Şanê jî bi dengê xwe yê nazik Newroz pîroz dikir û li çar parçeyên Kurdistanê dengê wê belav dibû. “Ey eman, eman eman… lê dayê dêranê îro bihar e, Newroza me Kurdan e. Li me hatî bi top û tifing û şerê giran e…” Eyşe Şan bi strana xwe ya Newrozê bertek nîşanî hovîtiya Komara Tirkiyeyê ya di salên 90’î de dida û kul êşa gelê xwe dianî ziman.
Salên serhildanê:
Hunerkom û Koma Berxwedan
Dema mirov tê salên destpêka Têkoşîna Rizgariya Neteweya Kurd, ango salên 80 û 90’î stranên Newrozê bi rengekî din derdikevin pêşberî me. Girîngiya van salan û stranên vê demê û her wiha rola Hunerkom û Koma Berxwedan ji bo stranên Newrozê ciheke xwe yê taybet hebûn.
Stranbêja nemir Gurbet Aydin, ango şehîd Mizgîn ku xwe tev li daw û doza welatê xwe kiribû, di sala 1986’an de di kaseta Koma Berxwedan ya 4’emîn de li ser Newrozê straneke gelekî bedew xwend. Di nav stranê de peyamên girîng hebûn helbet. “Newroz cejnek hêja ye qêrîna dilê xorta ye, 21’ê adarê lê xelasiya kurda ye. Newroz Newroz şêrîna dilê kurda yî.” Stran dida xuyakirin ku ciwanên kurd, wê agirê Newrozê gurtir bikin, geştir bikin.
Dengbêj Şemdîn jî di yekemîn berhema xwe ya bi navê Ala Rengîn ku di sala 1989’an de tomar kiribû, biha û cihê Newrozê yê siyasî û civakî bi bîra dîrokê dianî. Strana “Newroz Cejnek Biha ye” dîsa deng li gelê kurd dikir û doza welêt geş bikin.
Endamê Koma Berxwedan yê herî bi nav û deng Xelîl Xemgîn jî bi strana “Newroz” tev li karwanê stranbêjên Newrozê dibû. Bi wî dengê xwe yê xweş, awaza xwe ya geş, qêrîneke bêhempa bû ev stran. “Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulîlk û simbila, Newroz û sersala dila kengê bi xêr tu bê bihar…” Ev stran hem dengê raperîna biharê bû, hem jî coş û kelecana gel raber dikir.
Yek ji hunermendên navdar Şehîd Serhad jî bi strana “Ew roj roj e, rojî Newroz e” ku bi zaravayê Soranî digot payeya Newrozê bilindtir dikir. Hozan Kawa jî bi strana Newrozê ku bi coş û kelecan hatibû pêşwazîkirin qadan dixemiland, germ dikir.
Newroza gelê arî,
Newroz e Newroz e…
Helbet piştî salên 90’î Newroz karaktereke nû wergirt. Ji bo kurdan bû roja vejînê, serhildan û berxwedanê. Û her wiha stranên Newrozê jî zêdetir bûn, bi pêş ketin. Di van 20 salan de, yanî salên 90’î û 2000’î de stran û stranbêjên Newrozê ku derdiketin pêş, banga Newrozê dikirin.
Di van salan de marşek li ser Newrozê gelek dihat bihîstin û guhdarkirin hebû. Ew stran ji hêla koma Azad ya girêdayî Navenda Çanda Mezopotamya ve dihat gotin. “Tu cejna gelê Arî, Newrozê Newrozê, em karkerên vî karî Newrozê cejna me. Emê hildin vî barî Newrozê Newrozê, werin geşkin vî arî, Newrozê cejna me…” Bi gotin û melodiya xwe, bi coş û kelecana ku diafirand, vê stranê demek dirêj mohra xwe li qadên newrozê da.
Her wiha komên weke Koma Rojhilat, Koma Çiya, Koma Amed, Koma Agirê Jiyan, Koma Dengê Azadî û hwd. jî bi stranên xwe yên Newrozê dilê gel germ kirin, geş kirin.
Hunera çiya û Newroz
Mirov dikare bibêje ku di van salên dawî de hunera çiya jî bi pêş ket. Komên weke Awazên Çiya afrîneriyeke bi nirx derxistin holê. Û her wiha stranên wan yên Newrozê jî hebûn… “Newroza Arî” yek ji van stranan bû. “Şenga biharê, xemla Adarê, xweş xelatî bi xêr hatî Newroza Arî…” Dîsa li Rojava jî komên muzîkê yên nû ava bûn û bi stranên Newrozê qadan coşandin. Her wiha di van Newrozên salên dawî de her sal straneke nû ya Newrozê tê çêkirin û li gorî ruhê demê coşa Newrozê li qadan şên û geş dike.
Bêguman di vê roja pîroz a kurdan de keda hunermendan divê neyê jibîrkirin. Ji ber ku ew bûne dengê Kurdistanê û carnan tenê bi stranekê yan jî bi helbestekê serhildan, berxwedan û dengê gelê kurd gihandine hemû cîhanê.
Ji ber ku Newroz di dilê kurdan de xwedî cihekî girîng e, der barê wê roja pîroz de hema hema hemû hunermend û stranbêjan stran û kilam strandine. Pêwîst e mirov wan jî bibîr bîne.
Dema mirov tevahiya van stranan tîne cem hev tabloyeke rengîn derdikeve pêşberî me. Newroz bi xwe re hunereke rengîn û dewlemend afirand. Û huner jî ango helbest û stran jî nirxeke giranbuha li Newrozê bar kirin. Bi saya van stranên bedew careke din Newroz pîroz bû, geş bû, xweş bû…
Bi tevî van stranên bedew Newroza 2022’yan li tevahiya gelê kurd û Rojhilata Navîn careke din pîroz be. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,313 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
Gotarên Girêdayî: 20
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-03-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Muzîk
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 15-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,313 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.18 KB 15-07-2023 Evîn TeyfûrE.T.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.188 çirke!