Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,667
Wêne
  123,888
Pirtûk PDF
  22,080
Faylên peywendîdar
  125,554
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Dr. jur. Celalettin Kartal: „Kujerên“ çand û zimanê kurdî kî ne?
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Bi rêya kurdîpêdiya hûnê bizanin ku her roj ji rojên salnameyê çi bûyer diqewime!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
1 Deng 5
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dr. jur. Celalettin Kartal: „Kujerên“ çand û zimanê kurdî kî ne?
Dr. jur. Celalettin Kartal: „Kujerên“ çand û zimanê kurdî kî ne?
Dr. jur. Celalettin Kartal: „Kujerên“ çand û zimanê kurdî kî ne?

Ez vê kurtegotarê pêşkêşî zanistê navdar Dr. İsmail Beşikçi û hinek heval, rêheval (=hawrê) û nasên xwe dikim.
Rewş (=baredox) û derûniya Kurdên Bakurî (=Bakurî) heta roja me ne hatiye vekolandin. Pir(r)aniya Bakuriya di nava 30-40 salî da dev ji çand û zimanê xwe berda ye! Ev rewşeke giran, tracêdî û matmayî ye! Hokarên (=sedemên) vê baredoxa manûnemana Kurdiya Bakur gelek (=zor) in.
Li gel Bakuriya hestên netewî, heger hebin jî, lawaz in; çand ber bi wundabûne ve diçe. Herçend rewş wiha ye jî bi milyonan Bakurî li welat û li derveyî welat xwe bi zimanê Tirkî îfade dikin! Sedemên vê yêkê çi ne? Gelo Bakurî bi qest „xizmeta“ siyaseta dagirkerê xwe dikin? Aya Bakurî bûne „asîmîlker“ û „kujerên“ girîngtirîn nirxên Kurdewarî?
Hima di derbarê vê mijara pir(r)hokar da gotarnivîs wê hinek (=tozek) bîrokên (=tezên) xwe bi xwîneran re parve bike; dûetir piştguhxistina (=kêmterxaniya) zimanê Kurdî şanî me bide; pêre rewşa kêmterxaniya Kurdî ji aliyê Bakuriya ve şîkar (=analîz) bike.
Ti kom û civak, ti girse û gel bê nexweşe (=plan) nebûne netew û xwedî dewlet!
Dewleta Tirk ji damezrandina xwe ve (10/1923) heta roja me (6/2020) tenê yek siyastê li dijî Kurd (=ramyariyê) bikartîne, ew jî siyaseta navbirdina („asîmîlekirina“) Kurd û hemû kêmîna ye*. Kurdên Bakur heta sala 1960î kêm „tirkîzan“ bûn. Lê dewleta Tirk di piştî 1980î ve Bakurî dorpêçkirin! Di ve dorpêçkirinê da hem para siyaseta asîmîlasyona dewletê û hem ya hinek Kurd û rêxistinên wan heye! Kurdên Bakur îcar kêm bi Kurdî qise dikin. Ew êdî di nava malên xwe da jî bi Kurdîya Bakur, zimanê dayikê, na axivin!
Tê zanin ku zimanê ji aliyên gel ve bi berfirehî neyê bikaranîn, nikare geş jî bibe û hebûna xwe mîsoger (=garantî) bike. Tawanbarê vê rewşa metirsîdar ji bilî dewleta Tirk bi giştî Bakurî ne, lê bi taybetî „partî û rêxistinên xapînok“, gelek „pispor“ û „zanayên Kurd“ in! Wekî hemû jîn û tevgera Bakuriya êdî bi zimanê Tirkî tê dagirtin, ka wata pir(r)aniya (=zorbeyî) zana û „nivîskarên Kurd“ siyaseta asîmîlasyonê li dijî netewê xwe bikartîne. Heger ne wisa ye, nexwe ev „zana“ û nivîskarên Kurd xişim û nezan in!?
Ziman şêweyekî desthilatdariyê ye. Mirov dikare bê nexşe û perwerde jî xwe fêrî wî bike!
Hem di mesela siyasetê û hem jî di warê netewî da Bakurî bi giştî ketine rêya şaş! Li jor hate gotin, ku Bakurî nema bi kurdî diaxivin. Yên diaxivin jî bêtir zimanê Tirkî bikartînin. Kurdî ji wan re bûye zimanê biyanî!
Dîyare ku Bakurî li vê rewşa „çand- û kurdkujiya“ xwe wek tiştekî siruştî dinerin!
Herçend ev rewşeke „ziman- an kurdkujî“ ye jî lê pir(r)aiya berhemderên Bakurî wek „zana“, nivîskar, siyaset- û civaknas bi Tirkî gotar û peyamên xwe diweşînin. Pêşengiya vê pêvajoya „ziman- û kurdkujî“ bêtir berhemderên Bakurî dikin. Bi taybetî Bakuriyên ku li Tirkiyê perwerde bûne û bi berhemên xwe yên Tirkî bûne „piştgirê“ siyaseta „kurdkujiyê“. Ev yek ne tenê bo pir(r)aniya berhemderên Bakurî wisa ye, herwiha bêtir bo hinek rêxistin û partiyên Bakurî jî wisa ye.
Ka wata hestên netewperweriyê li gel (=bal) Bakuriya cî ne girtine an rû ne dane!
Nexwe hokarên „hejarbûn û tinebûna“ Kurdî li Kurdistana Bakur û Tirkiyê Kurd bi xwe ne! Xwînerên têkelî mijarê heman kêmterxaniyê (=piştguhxistinê) di berhemên Başuriya da jî dibînin. Her bo vê yekê ye ku zorbeyî Bakurî bêtir bi Tirkiya xwe „pozbilind“ (=lûtberz) in. Dîsan gelek Bakurî berhemên xwe di nava Kurd da jî di parêzin. Mînak, katê mirov ji Bakuriya dipirse, wekî hûn Kurd in, ma çima bi Kurdî na nivîsin. Bi giştî sê-çar tişt ji aliyên Bakuriya ve tên gotin:
Me bi kurdî ne xwendiye.
Em asîmîle bûne.
Heger em bi kurdî bi nivîsin in jî, kesek nivîs û berhemên me naxwîn e.
Eşkereye ku nerîna koma yekemîn rast e. Lê ev yek tenê dûdilî û sergerdaniya vê komê şanî me dide! Çima? Kesên vê komê kêm hewil didin, bo xwe fêrî zimanê dayikê bikin. Lê heman kes di nava Kurd da jî bi zimanê Tirkî diaxivin. Nexwe ew bi kar û xebatên xwe piştgiriya zagon û yasên nijadperest û ne dadimend dikin.
Ev kom bi şêweyekî rast an rastexo pişgiriya siyaseta „zimankujiyê“ hem li Tirkiyê û hem jî li derveyî Tirkiyê dike! Li gel vê yekê jî pir(r)aniya malperên kurdî berhemên wan wek tiştekî siruştî teşene (=belav) dike. Her bo vê yekê ye ku ew li ser gelek „Bakuriyên şaşmayî û sergerdankirî“ jî karîger e. Mînak, kesên vê komê li Almanya jî di damûdezgehên fermî da bi Tirkî diaxivin. Herçend zêdeyî milyonek Bakurî li Almanya dijîn jî, lê yên bi Kurdî diaxivin û qise dikin kêmin; pêmwaye hejmara wan ne zêdeyî 40 000 ye! Heger ev yek raste, nexwe sûda koma yekemîn ji Kurd û doza wî re çî ye?
Pêmwaye (=bi raya min) ku bi giştî kesên koma yekemîn Kurdên şkestî, şaşmayî û „tirkkirî“ ne!
Dîsan bi giştî nerîna koma dûyemîn jî raste! Herwekî wisa ye ma Kurdên asîmîlekirî bo doza Kurd çiqa sûdmendin? Ma bi Tirkî axavtin û herwiha bi Tirkî berhem belavkirin (=teşenekirin) di nava Kurd da ji aliyên Kurdên asîmîlekirî ve bo Kurd ne hereşe (=tehdît) ye!?
Bi kurt û kurmancî (=kurt û puxt) Kurdên asîmîlekirî bûne Tirk!
Ya xeternaktir, „Kurdê bûye Tirk gelek cara ji Tirka tirktir e“! Ew hem di nava Kurd da û hem li herderî bi zanîn an ne zanîn xwe bi Tirkî îfade dike: Ji bo ew xwe li ser Kurd bi pejrîn e, hemîşe (=her tim) divê bi Tirkî qise bike. Neçare li gel heval û nasên xwe jî bi Tirkî qise bike, heger ne bêjerê zimanekî din be jî. Nexwe Kurdê asîmîle bûyî bo Kurd û zarokên wî hereşe ye! Kurdê ji Tirk tirktir bivênevê ji Tirk jî bêtir Kurd asîmîle dike!
Heger ev tez rast e, ma „dermanê“ kurdbûna Kurdên tirkbûyî heye!? Hinek ji kesên koma dûyemîn dibêjin, ew kes dikarin bi Tirkî jî piştgiriya doza Kurd bikin. Raste, lê her ew bi zimanê Tirkî wek „asîmîleker“ çalak û bêjerin. Lê heger bêtir zirarên wan ji Kurd wek netew an doza Kurd re heye, ma kesên koma dûyemîn çima xwe fêrî zimanê Kurdî nakin?
Koma sêyemîn bi zanîn an bi xişîmî bi Tirkî berhema pêşkêş dike! Nexwe ew jî piştgiriya siyaseta navbirdina Kurd dike. Kat û wextê kesên vê komê bi Tirkî dinivîsin in, pir(r)aniya Bakuriya wan nas dike. Her bo vê yekê gelek Kurd wan rast an rastexo wek mînak di şopînin û her bo vê yekê ew jî xwe fêrî Tirkî dikin. Dîsan her bo vê yekê ye ku li gor gotarnivîs di nava hersê komên jor da ronakbîrên Kurdên Bakur tinin!
Hima di vir da em ji bîr nekin, ku gelek kesên koma sêyemîn, bi Tirkî ji Tirka çêtir dizanin, lê herçend bi Kurdî dikaribin binivîsin jî mitmana (=baweriya) wan bi Kurdî wek zimanekî geşbûyî, serdemyane û gihayî an tine an lawaze! Ew bêtir berhemên xwe bo belavkirina „navûdengên“ xwe diweşînin! Lê heger raste û ew kes niştimanperwer in, gelo wan hemû enerjiyê xwe dabûna berhemên Kurdî wê ne baştir bûya bo doza Kurd!?
Bê guman koma çaremîn jî heye! Ev kom jî carna dibêje ku zimanê Kurdî bi tenê têra wê nake û loma kesên wê hem bi Kurdî û hem bi Tirkî dinivîsin. Li gor gotarnivîs ewê dibêjin ku Kurdî têra wan nake, bi berhemên xwe kesên Kurd sergerdan dikin! Ma ya baştir ne ewe, ew bi hindikayî pênc sala dev ji berhemderiya bi zimanê Tirkî berdin bo guman li ser wan ne mînin!?
Şîkariyeke Kurt
Di derbarê her çar komên jor da jî vekolîn tinin an gotarnivîs bi wan ne agahdare. Lê bi ya min Kurdên Bakur bo parastina zimanê xwe hem „xwekujer“ û hem bê nexşe ne! Dîsan tê zanîn ku bi sedhezaran Kurdên Bakur wek penaber hatine Almanya, lê ew jî bi zimanê Tirkî gelek Bakuriya asîmîle dikin! Pir(r)aniya wan zarokên xwe jî fêrî zimanê Kurdî nake, lê fêrî Tirkî dike! Wekî wisa ye gelo mirov dikare bibêje ku hestên wan yên netewperweriyê hene!?
Weke di jor da hate nivîsin ne tenê dewleta Tirk, herwiha Kurd (Kurdên Bakurî) jî rast an rastexo piştgiriya siyaseta asîmîlasyona Kurd dike. Dîsan di jor da me dît ku „asîmîlekerên Kurd“ parve dibin ser sê-çar koma(n). Û me dît ku ew ne tenê li Bakura Kurdistan her wisa li dervey welat, heger bi rastexo be jî, pişgiriya „asîmîlekerê Tirk“ dikin. Herwiha me dît ku sûda herdû komên pêşî bo doza Kurdî nîye! Sûda koma sêyemîn jî an kême an nîye. Cîgelewêş (=becge), kesên vê komê bi gotinên wek „em bi kurdî binivîsin, kes nivîsên me na xwîne,“ lawaziya Kurdiya xwe vedişêrin!
Bi ya gotarnivîs eşkere ye ku di nava Bakuriya da gelek hemanên (=regezên) kurdperweriyê kêmin, lê kêmterxaniya di derbarê çand û zimanê Kurdî da eyan û zale (=serdeste)! Cigelewêş, em dibînin ku malperên Kurdên Bakur jî bêtir xizmeta siyaseta dagirkerê Tirk dikin. Loma gotarnivîs dikare bibêje ku pir(r)aniya berhemderên Bakurî û malperên wan rast an rastexo piştgiriya siyaseta asîmîlasyona dagirker dike. Mînak, berpirs û rêvebirên malperên kurdî berhemên nivîskarên Kurd hem ne sererastkirî û hem ne hesankirî diweşîn in! Ev yek jî dibe sedema ne xwendina berhemên Kurdî!
Heger ev tiştên gotarnivîs di vir da eşkere dike tev rastin, hem Bakurî û hem pir(r)aniya berhemên wan bo Kurd wek netew û doza wî tele (=kemîne) ne! Ji bilî vê yekê (=cîgelewêş) ji salên 1990î ve tê gotin, ku zêdeyî milyonek Bakurî bi Tirkan re zewicî ye! Aya ew Kurdên bi Tirka(n) re zewicî çiqas hevjînên xwe fêrî zimanê Kurdî kirin e? Û zarokên wan? Gelo ew, heger Kurd bin jî, ne „Kurdên şkestî û şaşmayî“ ne?! Ma sûda wan ji Kurd û doza Kurd re heye?
Weke tê zanîn li bal Bakuriya ti nexwşe bo geşedan û parastina zimanê Kurdî tine! Heman tişt ji bo HEPê, partiya di nav Kurdên Bakur da hem girîngtirîn û hem karîgertirîn jî derbas dibe. Ya rast divê hemû endamên HEPê destên xwe wek Osman Baydemîr, şaredarê Amed yê rabirdû, deynin ser wijdanên xwe, ma ew dikarin „Kemalistên tund“ bikin demokrat?! Ma kesên li dijî wekhevî û mafê netewî bin, wê çewa bibin demokrat?! Jixwe demokratkirina Tirkiyê û ya Rojhelata Navîn (=Naverast) hem xapandina Kurd û hem zêdeyî qama HEPê ye!
Ciyê daxê ye ku li gel Bakuriya bi giştî nirxên wek „bîra netewî, hestê neteweyî, bereyekî netewî“ tinin. Ev yek û sedemên bi navkirî bûne hokarên têkçûna Bakuriya.
Lê zimanê dayikê mafekî navnetewî ye! Her bo vê yekê nivîskar û hemû danerên Kurd yên cewaziyên Bakuriya jidil ne parêz in, berjewendiyên Bakuriya bêtir dixin metirsiyê. Lê em dibînin ku pir(r)aniya nivîskarên Kurd bi Tirkî dinivîsin in. Ev wek bazneyekî betal e! Ma çima di nava siyaseta Bakuriya û berhemderên wan da siyaseta parastina ziman ne mijara girîngtirîn e!?
Dr. jur. Celalettin Kartal
Pisporê kêmina û kurdnas, zanistê yasaya navdewletî, mamostê lewepêş yê zankoyên Hannover û Hildesheim, beşê ayîn û siyasî.
Çavkanî:
* Celalettin Kartal: Der Rechtsstatus der Kurden im Osmanischen Reich und in der modernen Türkei, Hamburg 2002 (Paya Kurda di serdema Osmaniya û Komera Tirkiyê da)
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,603 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://navkurd.net/ - 15-07-2023
Gotarên Girêdayî: 125
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 00-00-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 94%
94%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 16-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 16-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,603 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!