Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,663
Wêne
  123,884
Pirtûk PDF
  22,079
Faylên peywendîdar
  125,547
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Çapemenî, dans û dagirkerî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Çapemenî, dans û dagirkerî
Çapemenî, dans û dagirkerî
=KTML_Bold=Çapemenî, dans û dagirkerî=KTML_End=
=KTML_Underline=#Reyhan Îke# =KTML_End=

Roja 22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî bû. Bi boneya rojê cigîra rêveberê giştî yê ragihandin û çapemeniyê yê -Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Niyan Ehmed di kanaleke televîzyona herêmê de behsa amarên çapemeniyê kir. Li gorî amarên fermî yên ji aliyê Niyan Ehmed ve hatin parvekirin, li başûrê Kurdistanê; 31 kanalên ezmanî, 127 televîzyonên xwecihî, 145 radyo, 686 kovar, 257 rojname, 35 malper hene. Di heman demê de 6 hezar 807 endamên sendikaya rojnamevanên Kurdistanê hene.
Di cihekî wekî başûrê Kurdistanê de heyîna evqas dezgeh û sazî ne kêm e. Bêguman, ev bi navê medyaye kurdî destkeftek mezin ne. Ger ev derfet rast bên bikaranîn, dikarin bi agahdarkirin, perwerdekirin û bipêşxistina rast a ji bo civakê bi roleke sereke rabin. Ku medyaya kurdî di dîroka xwe de li dijî dagirkerî, mêtingerî û koletiya li ser ax û gelê Kurdistanê tê meşandin her tim bûye xwedî rol û peywireke neteweyî û di vê mijarê de berdêlên mezin jî dane. Bi dehan rojnamegerên kurd îro jî li girtîgehan girtî ne, rojnamegeriya kurdî xwedî kevneşopiyeke berxwedaniyê ye. Ji bo parastina ax û gelê xwe, nirx û azadiya civaka xwe rojnamegeriya kurdî bi sedan şehîd û qurbanî dane. Lê mixabin di roja me ya îro de mirov şopên vê kevneşopiya rojnamegeriya kurdî li başûrê Kurdistanê wekî tê xwestin nabîne. Bêguman, di vê de rola yasa û hikûmetê, siyaset û hizbên kurdî jî heye. Lê ger mirov lewaziya bi vê rola dîrokî ya rojnamevanên kurd bi van egeran tenê ve bigire dest, wê demê mirov nikare behsa rewşenbîriya mirovên rojnameger bike.
Hefteyek berê du ciwanên ereb li bajarê Silêmaniyê li pêşiya kafeyekê dansa salsa kirin. Bi belavbûna dîmenê van her du ciwanan re, bi rêya medyaya civakî û giştî ya başûrê Kurdistanê, hema bêje civaka Başûr bû du beş. Bi rojan ev mijar hat axaftin. Gefa şewitandina kafeyê hat kirin, xwediyê kafeyê ji bo lêpirsînê gazî asayîşê hat kirin û piştî wê rojekê li cihê her du ciwanan lê dans kir, ji aliyê komek qelebalix ve nimêza terawîhê hat kirin. Dansa her du ciwanên ereb ku geştiyar bûn, wekî bêrêziya li dijî heyva remezanê, ol û baweriya îslamê hat pênasekirin û parlementer û siyasetmedar jî di nav de gelek derdoran bertekên tund raber kirin. Li gorî amarên fermî tenê di 20 rojên destpêkê yên heyva nîsanê de 9 jin li başûrê Kurdistanê yan hatin kuştin, an jî xwe kuştin. Di rastiyê de xwekuştin, xwe şewitandin jî şêweyekî kuştinê ye û kujerên vî awayê mirinê jî hişmendiya zilaman a li ser qanûnên herêma Kurdistanê serdest e. Lê tişta balkêş ew e ku, kuştina van jinan wekî wan çend çirkeyên dansa du ciwanan neket rojeva çapemeniya başûrê Kurdistanê. Hema bêje di piraniya kovar û rojname, televîzyon û radyoyên herêmê de wekî dibêjin ‘di rûpelên sêyem’ de jî behsa van kuştinan nehat kirin. Wekî bûyerên ji rêzê, rûtîn û asayî hatin dîtin û kesê pêdiviya binkolana sedemên van kuştinan nekir. An ku medyaya me ya bi dansa du ciwanan di nav çend demjimêran de civaka Başûr kir du beş û xwe di mijara van kuştinan de, derxistina holê ya rastiyan, çûna bi ser kujeran de, berpirsyar nedît.
Li gorî wan, bi dansa du ciwanan ew der qirêj bû û ji bo ji gunehên xwe bê paqijkirin li heman cihî nimêja terawihê hat kirin. Medyaya me jî van tiştan dike nûçe û rojeva civaka me bi van tiştan dadigire. Lê dagirkerî? Roja 23’yê nîsanê artêşa tirk sefereke dagirkeriyê li dijî başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Balkêş e ku ev sefera dagirkeriyê di şeva 23-24’ê nîsanê de hat destpêkirin. An ku di roja salvegera komkujiya mezin de hat kirin ku li dijî ermenan bû. Yên vê sefera dagirkeriyê dikin kî ne? Nûner û şopdarên heman hişmendiyê ne. Lê vê carê bi rê û rêbazên xedartir, bi piştgiriya hêzên sereke yên cîhanî û hevkariya hêzên herêmî. Her wiha ev roj di dîroka kurdan de jî xwedî cihek girîng e. Roja komkujiya gelê Qeledizê ya ji aliyê artêşa iraqê ve ye. Di sala 1974’an de ji aliyê firokeyên şer ên artêşa Iraqê ve gelê Qeladizê hat bombebarankirin û komkujiyeke mezin pêk hat.
Hêzek dagirker êrişî axa me kir, bi armanca tunekirina hemû destkeftiyên gelê kurd bi salan e dewleta tirk pêşengiya hemû êrîşên li ser gel û nirxên gelê kurd dike. Destkeftek gelê kurd li kîjan parçeyê Kurdistanê û devera cîhanê hebe, dewleta tirk ji bo têkbirina wê destkeftiyê bi hovane êrîş dike. Lê mixabin ev sefera dagirkeriyê ya dewleta tirk ya di rojeke dîrokî de hat kirin ku gelê me wekî roja komkujiyeke mezin bi bîr tîne, bi qasî çend dîmenên dansa her du ciwanên geştiyar cih negirt. Her mirovê ku kêm zêde ji dîrok û siyasetê fêm dike, dizane ku ev tevgera dagirkeriyê bi armanca têkbirina destkeftiyên gelê kurd tê kirin. Êrîşeke mezin a li ser maf, azadî, jiyan, rûmet, ax û welatê me ye. Medyaya başûrê Kurdistanê nebû dengê dijberên dagirkeriyê. Berevajî wê kesên li dijî bêdengî û hevkariya hikûmeta Başûr rawestiyan û xwestin wekî erkeke exlaqî ji dagirkeriya tirk re bêjin na, hatin girtin. Di nav wan de peyamnêrê ANF’ê rojnameger Rêbaz Hesen jî hebû. Her çiqas di çar rojên piştî girtina wî de agahî jê nehat girtin jî, kesê behsa maf û azadiyên ramanê û azadiya çapemeniyê jî nekir. Her wiha ne Sendikaya Rojnamegerên Kurdistanê, ne hikûmet û ne jî medyaya me ev mijar nekir rojevê.
Baş e, ger rojnamegerî dengê hizra azad û wijdana civakan be ku ez bixwe wisa pênase dikim, çima dengê qîrîn û hawara jinên her roj bi egerek cuda tên kuştin di medyaya me de nabin rojev? Ger ax û welat rûmet û xîreta neteweyekê bin, ger mafê civaka me jî hebe ku wekî hemû civakan bi azadî, serbestî bijî û wekî mirovan mafên xwe yên mirovî bixwaze, li dijî êrîşên li hember heyîn, rûmet, azadî û jiyana vê civakê bêdengî tê çi wateyê? Medyaya ku nikare maf û azadiyên civaka xwe biparêze, li dijî bêmafî, dagirkerî û hewlên qirkirinê jî dengê xwe bilind bike gelo dikare behsa azadiyê bike? Eger çi dibe bila bibe, gelo mirovên rewşenbîr, têgihiştî, zana, xwedî pîvanên exlaqî û biwijdan dikarin li ber nîgara li jor hat behskirin bêdeng bin û ji nedîtî ve bên? Bi van derfetan gelê me, medya û ragihandineke wêrektir, çalaktir û dadwertir heq kiriye. Qet nebe divê em bizanibin em ji ku hatine û pişta xwe nedin kevneşopiya berxwedêr a çapemeniya kurdî. Ewqas şehîd û qurbanî, ked û lehengiyên civaka me divê her roj me li ser van nirxan bidin hizirandin. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,685 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
Gotarên Girêdayî: 31
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 03-03-2021 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 15-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 31-05-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,685 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!