=KTML_Underline=Ez êdî li vê kerê siwar nabim =KTML_End=
=KTML_Underline=#Riza Uyar# =KTML_End=
Zelika kor ji panzdeh rojan carekê diçû ser ziyaretê, (ziyareta şêx Muhemedê Sinê) dema ku roja ziyaretê dihat, biraziyê wê ew li kerê siwar dikir û dibir ser ziyaretê. Rojekê zilam dibêje ku ea lîstikekê neynim serê meta xwe, ez ê hîna gelekî herim vê ziyaretê û werim.
Dema ku roja ziyareta meta wî tê, zilam dest bi lîstika xwe dike. Zilam kerê amade dike û bang li meta xwe dike, dibêje metê were, ker amade ye, were ez te bibim ziyaretê!
Werhasil meta xwe perepaşkî li kerê siwar dike û bi rê dikevin. Hinekî diçin; Zelikê dibêje, kurê min ez ne şaşbim ev ker berepaşkî diçe! çima? Biraziyê wê dibêje me vî kerî nû kiriye, loma nizane bi pêş ve here û şûjinê di kerê re dike; ker zîtikan diavêje û metê ji kerê de dikeve xwarê.
Zilam bi milê meta xwe digire, dixwaze ku wê cardin li kerê siwar bike, meta wî dibêje na, ez li kerê ku berepaş diçe siwar nabim û wiha birazî ji çûndin û hatina ziyaretê xelas dibe.[1]