=KTML_Bold=#Lokman Polat# : RÊWÎ , Romana Rêwîtiya Jiyanê=KTML_End=
Min gelek gotarên birêz Kek Îkram Oguz di weşanên elektronîk ên înternetê de û herweha di malpera kurdî ”Navkurd” de xwendibû. Niha jî min romana wî a bi navê ”Rêwî” xwend. Ev romana wî a duyeme. Romana wî a yekem navê wê ”Mîro” ye. Min hêj wê nexwendiye.
Romana bi navê ”Rêwî” di nav weşanên ”Doz”ê de li Stenbolê derketiye. Roman 287 rûpele. Wêneya berga pirtûkê wêneyeke hunerî ye, bi dest hatiye çêkirin û wêne ji alî hunermendê wêneçêker Siyabend Kaya ve hatiye çêkirin. Gelek tabloyên wêneyên hunerî ên curbecur ji alî Siyabend Kaya ve hatiye çêkirin.
Romana ”Rêwî” bi taswîra gundek dest pê dike. Vebêjê romanê bi devê Kalo zilm û zordariya dewleta dagirker a Kemalîst tîne zimên. Kalo dibêje : ”…Zilm û zordariya ku me ji Mistoyê kor û Îsmetê kerr dît, bi kurtayî ji we re bibêjim…ji serhildana Şêx Saîd heta roja îro, herduyan dest dan hev û zilm û zordariyeke bêsînor li me kirin. Bav û kalê me kuştin. Dar û daristanên me şewitandin.Serok û rêberên me darda kirin. Kilîta reş li deriyê mizgeft û medreseyên me xistin. Li ser navê ola Îslamê çiqas Quran û kitêbên me yên muqades hebûn, ew ji destê me girtin û li ber çavên me şewitandin. Nan û av, li me herimandin û risqê zar û zêçên me, ji destên me girtin. Em bi salan, bi tî û birçîbûnê terbîye kirin. ”
Rojeke Şêx tê gund, hemû gundî diçine pêşvaziya wî, lê du bira Firat û Tajdîn naçine. Dewlet dixwaze di gund de dibistan veke. Gundî bi Şêx dişêwirin, Şêx dibêje: ”Zarokên xwe neşînin dibistanê, heger hûn neçar man tenê zarokên lawîn bişînin, keçan neşînin. ”
Dibistan tê çêkirin û vedibe. Mamosteyê dibistanê tê gund. Muxtar jê re dibêje : ”Em zarokên qîzîn naşînin dibistanê. ” Gundî law û qîzîn xwe tev naşînin dibistanê. Mamosteyekî tirk tê û diçe, paşê yekî kokurd ku ji bajarê Qersê ye tê. Ev mamoste kurdî li zarokan qedexe dike. Hinek kurdên tirkperest ji nîjadperestên tirk xirabtirin.
Di romana ”Rêwî” de jiyana di gundê ”Qulî” de tê rave kirin. Mifrezeyên leşkerî ên artêşa dagirker a dewleta tirk têne davêjin ser gund. Zilm û zordariya leşkerên tirk ên dagirker di romanê de bi berferehî tê qal kirin.
Dema min romana birêz Kek Îkram Oguz a bi navê ”Rêwî” xwend, romanên Feqîr Baykurt hatin bîra min. Di romanên wî de jî gund û jiyana gundiyan dihatin rave kirin. Ji bo romanên Feqîr Baykurt û ji vî cure romanan re di wêjeya tirkî de digotin ”Koy romanî / romana gunda” Lê, di esasê xwe de ew roman jî û romana ”Rêwî” jî romanên di kategoriya romanên realîzma civakî de ne.
Tajdîn ji bo bikeve azmûna dibistanê ji gund diçe bajarê Erzeromê. Ji xwe gundê ”Qulî” jî li herêma Serhedê ye û nêzîkê bajarê Erzeromê ye. Li bajêr, Ew bi xalê xwe re diçe Otelê. Polîs têne wî, xalê wî û du kesên din digrin binçav. Paşê ew têne berdan. Tajdîn vedigere gund. Piştê demeke malbata wî ji gund bar dike û diçe bajarê Erzeromê.
Di romanê de gelek mijarên curbecur û gelek dîmenên îronîk hene ku gelek bala mirov dikşîne. Li bajêr Tajdîn û birayê xwe li kar digerin. Bavê Tajdîn jê re di otêla Şêx de kar dibîne û Tajdîn dest pê dike di otelê de dixebite.
Di otelê de hinek xwendevanên dibistanê radizin. Tajdin bi wan re dibe dost û heval. Xwendevan pirtûk didine pê ku bixwîne. Rojeke hevalekî wî pirtûka bi navê ”Alfabeya Sosyalîzmê” dide pê.
Li bakurê Kurdistanê bajarê herî olperest, paşverû û faşîst bajarê Erzerom û Elazîz in. Li Erzeromê dadaş, terekeme hene. Esl û feslê wan çine ez nizanim. Dibe ku ew ji neteweyekî Kafkasyayê bin, lêbelê bi tevahî wekî Lazan hatine asîmîle kirin, asîmîle bûne û xwe tirk dihesibînin û tenê bi tirkî diaxifin. Ne hemû bin jî, piraniya wan olperestin, senteza tirk/îslamê diparêzin û faşîstin. Li bajarê Elazîzê jî tirkmen û kakoş hene, tirkî diaxifin û piraniya wan jî faşîst in. Di van herdu bajarên bakurê Kurdistanê de olperestên welatparêz ên kurd û kesên pêşverû, şoreşger û sosyalîstên kurd pir hindik in.
Tajdîn dibe çepgir û beşdarê çalakiyan dibe. Ew di pîrozkirina yekê gulanê de tê girtin, paşê tê berdanê. Di şer û pevçûnên di nav çepgir û rastgiran de Tajdîn birîndar dibe. Polîs wî bi halê birîndarî diavêjin nezaretxaneyê.
Di dawiya romanê de dîsa girtina Tajdîn, mamosteyê gund ê berê, Şêx û gelek kesên din tê rave kirin. Roman bi girtin û birina Tajdîn a şkencexaneyê dawî dibe.
Gelo dê Tajdîn di şkenceyê de berxwe bide? Gelo Ew dê bipeyve, navên kesan bide yan nede? Piştê şkencexaneyê Tajdîn dê were berdan yan neyê berdan? Rêwîtiya jiyana Tajdîn li hepisxaneyê û piştê hepis û zindanan, di nav têkoşîna netewî û demokratîk a gelê kurd de, ji bo azadiya gel û rizgariya welat dê çawa bimeşe, çawa bidome?
Bersîva van pirsan, heger nivîskarê romana ”Rêwî” birêz Kek Îkram Oguz wek berdewama ”Rêwî” romanek din binivîse û biweşîne, dê xwendevan fêr bibin. Bi hêviya ku romana wî a sêyem jî derbikeve.
Belê, rêwîtiya jiyana Tajdîn ji gund dest pê dike, di bajarê Erzeromê de didome, di hepis û zindanan de derbas dibe…
Wek gotina dawî ez derbarê romanê de vê bibêjim; Jiyan rêwîtiyeke. Di romana ”Rêwî” de rêwîtiya jiyanê tê rave kirin. [1]